Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne 2018-03-08 11:30:42 EFRÎN – Bi sedan jinên ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê li dijî êrîşên Tirkiye ya 48 rojin li ser Efrînê bi tang û topan berdewam dike, gotin "Em Efrînî ne. Em li Kobanê bi ser ketin em dê li vir jî bi ser bikevin."  Tevî biryara Konseya Neteweyên Yekbûyî ya agirbesta Sûriye jî dîsa Tirkiye bi balafir, tang û topan axa Efrînê bombe dike. Şerê TSK'ê û komên girêdayên wê yê li ser Efrînê di roja 48’an de bi  bombekirina balafiran, tang û topan berdewam dike. Di êrîşên hewayî û bejayî de heta niha zêdeyî 200 welatiyên sivîl ku gelek ji wan jin û zarok in hatin kuştin. Zêdeyî 400 welatî birîndar bûn. Li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) parastina rewa dike. Li aliyê din piştgiriya ji bo gelê Efrînê jî her ku diçe zêde dibe. Bi sedan jin ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê û piştgirî dan gelê Efrînê. Bi sedan jinên ku du roj berê hatin Efrînê piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew hemû Efrînî ne. Jinên ji çar aliyên cîhanê hatin dê 8'ê Adarê li Efrînê pîroz bikin. Jinên duh beşarî merasima cenazeyên şervanên ku di eniyên şer de jiyana xwe ji dest dabûn bûn, li pêş Nexweşxaneya Avrînê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyani dan derbasî Gundê Qaretepe yê navçeya Şêrava bûn.    BI SEDAN JIN MEŞIYAN ŞÊRAVAYÊ   Jinên ku bi karwanek mezin hatin Efrînê bi coşek mezin û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Jinên Efrînê jî bi coş tev li karwanê bûn û renbasî gundê Qaratepe bûn.    'EFRÎN DÊ BI SER BIKEVE'   Jinên ku ji gelek welatan hatin Efrînê û şeva xwe li gundê Qeretepeyê debas kirin, diyar kirin ku jin ji bo parastina nasname, çand û axa xwe şer dikin û ew li tenişta jinên Efrînê cih digirin. Jinan anîn ziman ku jibo piştevaniya jinan dê 8'ê Adarê li Efrînê bi jinan re derbas bikin.    ‘EM LI KOBANÊ BI SER KETIN EM DÊ LI VIR JÎ BI SER BIKEVIN'   Jina 60 salî Xecê Îmêl  a Kobanî, êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got: “Erdogan di şer de jin, zarok, kal û pîran qetil dike. Rahm pêre tune ye. Ev komkujî bi xwe ye. Efrîn li dijî vî şerî keleha berxwedanê ye. Em hatin keleha bexwedanê. Cihê Efrînê yê li Kurdistanê pir giranbuha ye. Me li Kobanê li ber xwe da û em bi ser ketin. Em li Efrînê jî li ber xwe didin û emê bi ser bikevin. Ji bilî serkeftinê tu çareserî tune ye. Em buhustek axa xwe jî nadin wan. Em dê 8'ê Adara xwe jî li vir pîroz bikin. Yên girîngî û wateya vê rojê fêrî me kiriye YPJ’î ne."   ‘EFRÎN DÊ JI ERDOGAN RE BIBE GORISTAN'    Leyla Emîn (43) ya ji Serêkaniyê hat jî wiha got: "Em ji bo piştevaniyê û 8'ê Adarê pîroz bikin hatin vir. DAÎŞ'ê ewil li Serêkaniyê û piştre li Kobanê êrîşî jinan kir. Niha êrîşî Efrînê dikin. Em dayikên şehîdan in. Em di rêya wan de ne. Welatê me jî Kurdistan e. Me li Serêkaniyê şehîd dan û em derneketin. Em dê li vir jî şehîdan bidin û em dernakevin. Efrîn dê ji Erdogan re nebîne."    ‘EV ŞEREKÎ NEHEQ E '   Jina rojnameger Shina Saiq ku ji Silênaniyê hat Efrînê jî wiha got: "Em wekî vîna jinê hatin Efrînê. Ji bo em hêz û moral bidin şervanên gel YPJ’ê hatin vir. Ger ku Erdogan sûcê şer û sucê mirovahiyê berdewam bike, divê hemû welatên cîhanê li dijî vê yekê rawestin. Ev şerekî neheq e. Ev dagirkerî ye. Em jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn ji bo vî şerî rawestinin çi ji destê me bê em dê bikin. Em jin ji Rojhilat, Rojava û çar perçeyên Kurdistanê hatin. Em ji Lubnan û Misirê hatin vir. Ji ber ku Erdogan belayê serê Rojhilata Navîn e. Em ji jinên YPJ’î bawer in. Jin dê bi ser bikevin."    'EM DESTÛR NADIN SÛRIYE PERÇE BIBE'   Endama Meclisa Jinê ya Gundên Rojhilatên Reqqa Xewle Îbrahim Îsa ku ji Reqqa hat Efrînê jî diyar kir ku gelê Efrînê bû alîkar ku DAIŞ ji Reqqayê derkevin û wiha got: "Em destûr nadin ku Sûriye têkeve bin metîngeriya welatekî din. Em destûr nadin Sûriye perçe bibe. Em hemû gelên Kurd, Ereb, û yên din wekî hev difikirin. Em li Reqqa 5 salan di bin zilma DAÎŞ’ê de man. Ji ber vê yekê îro em li Efrînê ne. Em ji jinên YPJ'ê ku li eniyê şer dikin re dibêjin Hûn ne bi tenê ne."    MA / Selami Aslan