‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’

img

STENBOL – Hevberdevka OHP’ê parêzer Fatma Ozdemîr polîtîkaya nekro ya dewletê nirxand û got: “Bi taybetî di şexsê jinê de êrîşî bedenan dikin û armanca van êrîşan ew e ku civakê bê hafıza bihêlin.” 

Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê di 22’ê kanûna 2017’an de leşker û polîsan 267 cenazeyên aîdî endamên PKK’ê ji Goristana Xerzanê derxistibû û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Heta niha ji van canezayan 2 cenaze tenê radestî malbatan kirin. 77 roj in lêpirsîn û lêkolîna li ser cenazeyan didome û heta niha têkildarî tespîta nasnameya cenazeyan tu agahî nedan malbatan û tu pêşketin çê nebûye. 
 
Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) serlêdana malbatan qebûl kir û bi mijarê re eleqedar dibin. Rêveberên jin ên OHP’ê destnîşan kirin ku êrîşa li ser cenazeyan li sûc e û li gel vê yekê jî ev polîtîka dewam dikin û di serê van êrîşên li dijî cenazeyan de jî jin tên. 
 
“LI SER MIRIYAN SERDESTIYÊ TESÎS DIKIN’ 
 
Hevberdevka OHP’ê parêzer Fatma Ozdemîr der barê mijarê de axivî û di destpêkê de wiha got: “Serdestiya di bin navê qedexe û dorpêçkirinê de ya li Kurdistanê dewam dike û her ku diçe rewa dikin û mayînde dikin. Ev dorpêçkirin mirinê jî bi xwe re tîne û zêde dike. Ev yek êdî veguheriye halê serdestiyê. Li şûna jiyana mirov bê parastin, mirovan dikujin. Êdî rewşeke ku li hemberî miriyan kêfiyetek xwe dide der û serdestiyê li ser miriyan ava dikin." 
 
Ozdemîr got ku li gel serdestiya ku li ser miriyan tê avakirin li ser miriyan îşkence jî tê kirin û ev yek jî bi taybetî li ser bedena jinê pêk tê. 
 
‘DIXWAZIN BÊHAFIZA BIHÊLIN’ 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî miriyan meseleya ehlaqê ye û wiha got: “Di heman demê de mirî li pey xwe hafizeyek jî dihêlin. Mirî navê hafizayê ye. Bi taybetî dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên nekroyî hesasiyeta kurdan dixe bin piyan. Ev jî tê wateya polîtîkaya bêhafizehiştinê. Çimkî di demên herî dijwar de jî kurd xwedî li mirî û nirxên xwe derketine. Li hember çekan sînga xwe kirin çeper û cenazeyê xwe veşartin. Dixwazin berxwedan û rûmeta kurdan bişkênin. Derxistina miriyan a ji goran hovîtî ye. Dixwazin hafizayê reset bikin.” 
 
‘BI TAYBETÎ ÊRÎŞÎ SER BEDENA JINÊ DIKIN’ 
 
Ozdemîr anî ziman ku bi taybetî êrîşên giran li ser bedena jinê tê kirin û sedema vê yekê jî ew e ku jin birêxistinin û tawiz ji berxwedana nadin. Ozdemîr diyar kir ku di têkoşîna li Kurdistanê de jin tim rola xwe diyar kirine û got: “Di hemû serhildanan de berxwedana jinê esas e. Azadiya civakê bi azadiya jinê pkan e. Jinan têkoşîn û berxwedana herî berbiçav û dîrokî li Rojava dan û didin jî. Bi êrîşa li ser bedena jinan û cenazeyan dixwazin tolê ji têkoşîna wan bistînin. Divê mirov vê yekê rast bibîne.”  
 
Hevberdevka OHP’a Stenbolê parêzer Îlknur Alcan jî destnîşan kir ku feraseta serdestiya zilam ji bo zextan pêk bîne û aliyê hember bi paş ve vekişîne êrîşî bedena jinê dike û got: “Dixwazin bi vê êrîşa li ser jinê peyamê bidin û wek peyam bi kar tînin. Ev rêbaz li gelek deverên cîhanê tê bikaranîn. Bedena jinê wek namûs, rûmet û welat dibînin û dixwazin rûmeta jinê bişkînin û jinê biçûk bixin. Êrîşa li ser cenazeyan hem sûcê şer û hem jî sûcê mirovahiyê ye.” 

Sernavên din

07/03/2018
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin