‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’ 2018-03-07 09:31:14 STENBOL – Hevberdevka OHP’ê parêzer Fatma Ozdemîr polîtîkaya nekro ya dewletê nirxand û got: “Bi taybetî di şexsê jinê de êrîşî bedenan dikin û armanca van êrîşan ew e ku civakê bê hafıza bihêlin.”  Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê di 22’ê kanûna 2017’an de leşker û polîsan 267 cenazeyên aîdî endamên PKK’ê ji Goristana Xerzanê derxistibû û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Heta niha ji van canezayan 2 cenaze tenê radestî malbatan kirin. 77 roj in lêpirsîn û lêkolîna li ser cenazeyan didome û heta niha têkildarî tespîta nasnameya cenazeyan tu agahî nedan malbatan û tu pêşketin çê nebûye.    Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) serlêdana malbatan qebûl kir û bi mijarê re eleqedar dibin. Rêveberên jin ên OHP’ê destnîşan kirin ku êrîşa li ser cenazeyan li sûc e û li gel vê yekê jî ev polîtîka dewam dikin û di serê van êrîşên li dijî cenazeyan de jî jin tên.    “LI SER MIRIYAN SERDESTIYÊ TESÎS DIKIN’    Hevberdevka OHP’ê parêzer Fatma Ozdemîr der barê mijarê de axivî û di destpêkê de wiha got: “Serdestiya di bin navê qedexe û dorpêçkirinê de ya li Kurdistanê dewam dike û her ku diçe rewa dikin û mayînde dikin. Ev dorpêçkirin mirinê jî bi xwe re tîne û zêde dike. Ev yek êdî veguheriye halê serdestiyê. Li şûna jiyana mirov bê parastin, mirovan dikujin. Êdî rewşeke ku li hemberî miriyan kêfiyetek xwe dide der û serdestiyê li ser miriyan ava dikin."    Ozdemîr got ku li gel serdestiya ku li ser miriyan tê avakirin li ser miriyan îşkence jî tê kirin û ev yek jî bi taybetî li ser bedena jinê pêk tê.    ‘DIXWAZIN BÊHAFIZA BIHÊLIN’    Ozdemîr destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî miriyan meseleya ehlaqê ye û wiha got: “Di heman demê de mirî li pey xwe hafizeyek jî dihêlin. Mirî navê hafizayê ye. Bi taybetî dewleta tirk bi polîtîkayên xwe yên nekroyî hesasiyeta kurdan dixe bin piyan. Ev jî tê wateya polîtîkaya bêhafizehiştinê. Çimkî di demên herî dijwar de jî kurd xwedî li mirî û nirxên xwe derketine. Li hember çekan sînga xwe kirin çeper û cenazeyê xwe veşartin. Dixwazin berxwedan û rûmeta kurdan bişkênin. Derxistina miriyan a ji goran hovîtî ye. Dixwazin hafizayê reset bikin.”    ‘BI TAYBETÎ ÊRÎŞÎ SER BEDENA JINÊ DIKIN’    Ozdemîr anî ziman ku bi taybetî êrîşên giran li ser bedena jinê tê kirin û sedema vê yekê jî ew e ku jin birêxistinin û tawiz ji berxwedana nadin. Ozdemîr diyar kir ku di têkoşîna li Kurdistanê de jin tim rola xwe diyar kirine û got: “Di hemû serhildanan de berxwedana jinê esas e. Azadiya civakê bi azadiya jinê pkan e. Jinan têkoşîn û berxwedana herî berbiçav û dîrokî li Rojava dan û didin jî. Bi êrîşa li ser bedena jinan û cenazeyan dixwazin tolê ji têkoşîna wan bistînin. Divê mirov vê yekê rast bibîne.”     Hevberdevka OHP’a Stenbolê parêzer Îlknur Alcan jî destnîşan kir ku feraseta serdestiya zilam ji bo zextan pêk bîne û aliyê hember bi paş ve vekişîne êrîşî bedena jinê dike û got: “Dixwazin bi vê êrîşa li ser jinê peyamê bidin û wek peyam bi kar tînin. Ev rêbaz li gelek deverên cîhanê tê bikaranîn. Bedena jinê wek namûs, rûmet û welat dibînin û dixwazin rûmeta jinê bişkînin û jinê biçûk bixin. Êrîşa li ser cenazeyan hem sûcê şer û hem jî sûcê mirovahiyê ye.”