Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne

img

EDENE– Li Edeneyê, hatibû îdiakirin ku Ozcan Yildiz li TEM'ê hatiye îşkencekirin. Parêzerê Yildiz, parêzer Tûgay Bek giliyê polîsan kiriye, lê belê lêpirsîn nehatine vekirin. Bek got dozgerî li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne. 

Ozcan Yildizê ku di 8'ê Sibatê de li Stenbolê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin, paşê ew anîbûn Şaxa TEM'ê ya Emniyeta Edeneyê. Hatibû îdiakirin ku li emniyetê şilfî tazî hatiye kirin û paşê gefa dê cismekî têxin makata lê xwarine. Piştî îfadeyên li emniyetê Ozcan di 20'ê Sibatê de sewqî dadgehê hatibû kirin û bi heman îdiayê hatibû girtin. Li ser vê parêzerê wî Tûgay Bek li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsên Emniyeta Edeneyê kiribû. Lê belê heta niha tu lêpirsîn nehatine vekirin. 
 
Bek, diyar kir ku piştî hevdîtina bi parêzer re muwekîlê wî Yildiz hatiye îşkencekirin û got muwekîlê wî gotiye: "3 kesan ez birim odeyeke weke ya hevdîtina bi parêzeran. Ser çavên wan vekirîbû. Temenê wan di navbera 35-45 salan de bû. Dudo jê dirêj bûn. Serê min li derî xistin. Bi pehîn û kulman li min xistin. Gef li min xwarin, gotin em ê te bikujin. Min şilfîtazî kirin. Gefa ku wê cimekî têxin makata min li min xwarin. Ji min re gotin 'bipeyive, îfade li ser te hene. Jixwe em dizanin. Mirov nizane, dibe pêl sabûnekê bikî û lingê te bişemite. Bi bahaneya keşfê em ê te bibin qadeke vala. Bêjin reviya û me jî ew kuşt.' Sixêf gotin, heqaret kirin. Ev li saziya tiba edlî bûn jî. Gotin 'Tiştek bû, te tiştek got? Ger te tiştek gotibe lê binihêr em li vir in.' Ji ber tirsiyam û wê dîsa ez îşkence bikim min ji bijîşk re negot. Ancax du roj şûn de min şopên îşkenceyê şanî bijîşk dan." 
 
DOZGERÎ TIŞTEKÎ NAKE 
 
Bek, bi lêv kir ku dema muwekîlê wî di bin çavan de bûye wan giliyê polîsan kiriye. Bek destnîşan kir ku îşkence sûcekî giran e û got: "Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û di qanûnên me de îşkence wekî sûc tê qebûlkirin. 10 roj in muwekîlê min di girtîgehê de ye. Dozgerê Komarê dikaribû îfadeya Yildiz bigire û der barê îşkenceyê de bi awayekî berfireh pirs jê bikiranan. Dikaribû di vî warî de îfadeya polîsan wergire. Dikaribû dest deyne ser dîmenên kamerayên hundur ên emniyetê. Lê belê heta niha di vî warî de gaveke biçûk jî nehatiye avêtin." 
 
Bek, got gavneavêtina dozger tê wateya ku "li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne". Bek bi lêv kir ku ev yek jî nîşan dide ku wê der barê îşkencekaran de tu tişt neyên kirin û bê ceza bimînin. Bek anî ziman ku bi îşkenceyê hewl dane muwekîlê wî îfadeyê qebûl bike û got: "Her wiha îşkence di heman demê de di bin çavan de wekî amûreke ferzkirina îtirafkariyê ye jî. Kesên ji neçarî tawanbariyên der barê xwe de qebûl dikin, helbet sûcên ku polîs îşaret dikin jî ji mecbûrî qebûl dikin."  

Sernavên din

05/03/2018
10:15 Bozarslan: Kurdan li Efrînê serkeftinek mezin nîşan da
10:06 Peyamên xwe di maşîneya polîsan de jî dan
09:07 ‘Em azadiya xwe bi destên mêran de bernedin'
09:07 Gelê Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney dixwazin
09:06 80 roj ceza dan bijîşk û cezayê wî taloq kirin
09:06 Ji 1154 girtiyên nexweş rewşa 402’an xerab e
09:04 Akademîsyenên îxracbûyî: Em dê rêxistiniya xwe nîşanî dijminên jinan bidin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN
04/03/2018
22:14 Gelê Helebê ji bo Efrînê derket qadan
17:00 Jin dê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê geş bikin
16:32 Bûldan: Tifaqa me tifaqa jinê ye tifaqa azadiyê ye
15:50 Polîsan li Çorlu jî mûdaxileyê 8’ê Adarê kir: 8 jin binçavkirin
15:50 Ajotina bîsîkletê ji bo ‘Ewlekariya çemaweriyê’ talûke hat dîtin
15:16 Polîsan li Enqerê mûdaxileyî mitînga 8’ê Adarê kir: Gelek kes binçavkirin
14:59 Jin TV 8'ê Adarê dest bi weşane dike
14:32 Jinên siyasetmedar ên girtî: Tekane rê azadiyê!
13:53 Bi hezaran Efrînî ketin parastina Cindirêsê
13:51 Jinan di 8’ê Adarê de 8 kîlometre pedal zivirandin
13:20 Jin bi coş û rengên xwe li Qada Azadiyê ne
13:00 Ji Efrînê çend dîmenen jinên berxwedêr
12:27 Nûçegihana Jinnewsê Suren ji ber rojnamegertiyê tê sûcdarkirin
12:14 Bi hezaran Efrînî diçin Cindirêsê
12:07 Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê: Em ê bi serbikevin
12:01 Keleha peykerê Xwedavend Kibele lêye bi dînamîtan xera dikin
10:20 Mêran di Sibatê de 47 jin kuştin
10:18 Dadgehê cezayê Baydemîrê HDP’î xera kir
09:51 HDP li Bornovayê bi gel re hat cem hev
09:50 Bandora şerê Efrînê ya li ser dadgehê: Pere bide, parastinê bike
09:22 Hem lînç kirin hem doz lê vekirin
09:20 Di 15 salan de 355 hezar cotkarên pincarê dest ji kar berdan
09:19 Jinên dersimî: Em 8'ê Adarê veguherînin qadên berxwedanê
09:18 Dadgeha Bilind cezayê li 3 jê rojnamevanan hatibû birîn xera kir
09:18 Ji bo karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin biryareke emsal
09:17 Pîr: NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne
09:16 Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê 8'ê Adarê ye
09:15 Jinên çalakvan: Em ê bi awayekî hêzdartir 8'ê Adarê pêşwazî bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2018'AN
03/03/2018
17:12 Girtiyê nexweş Şemsettin Ekincî felç derbas kir
16:50 Deh hezar Ewrûpî ji bo Efrînê rabûn ser piyan
16:31 ÎHD: Ji bo Keleş baş bê dermankirin divê bê berdan
16:29 Çalakiya TV10’ê: Divê rojnamegerî xizmeta aştiya civakî bike
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê