Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne 2018-03-03 09:17:55 EDENE– Li Edeneyê, hatibû îdiakirin ku Ozcan Yildiz li TEM'ê hatiye îşkencekirin. Parêzerê Yildiz, parêzer Tûgay Bek giliyê polîsan kiriye, lê belê lêpirsîn nehatine vekirin. Bek got dozgerî li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne.  Ozcan Yildizê ku di 8'ê Sibatê de li Stenbolê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin, paşê ew anîbûn Şaxa TEM'ê ya Emniyeta Edeneyê. Hatibû îdiakirin ku li emniyetê şilfî tazî hatiye kirin û paşê gefa dê cismekî têxin makata lê xwarine. Piştî îfadeyên li emniyetê Ozcan di 20'ê Sibatê de sewqî dadgehê hatibû kirin û bi heman îdiayê hatibû girtin. Li ser vê parêzerê wî Tûgay Bek li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsên Emniyeta Edeneyê kiribû. Lê belê heta niha tu lêpirsîn nehatine vekirin.    Bek, diyar kir ku piştî hevdîtina bi parêzer re muwekîlê wî Yildiz hatiye îşkencekirin û got muwekîlê wî gotiye: "3 kesan ez birim odeyeke weke ya hevdîtina bi parêzeran. Ser çavên wan vekirîbû. Temenê wan di navbera 35-45 salan de bû. Dudo jê dirêj bûn. Serê min li derî xistin. Bi pehîn û kulman li min xistin. Gef li min xwarin, gotin em ê te bikujin. Min şilfîtazî kirin. Gefa ku wê cimekî têxin makata min li min xwarin. Ji min re gotin 'bipeyive, îfade li ser te hene. Jixwe em dizanin. Mirov nizane, dibe pêl sabûnekê bikî û lingê te bişemite. Bi bahaneya keşfê em ê te bibin qadeke vala. Bêjin reviya û me jî ew kuşt.' Sixêf gotin, heqaret kirin. Ev li saziya tiba edlî bûn jî. Gotin 'Tiştek bû, te tiştek got? Ger te tiştek gotibe lê binihêr em li vir in.' Ji ber tirsiyam û wê dîsa ez îşkence bikim min ji bijîşk re negot. Ancax du roj şûn de min şopên îşkenceyê şanî bijîşk dan."    DOZGERÎ TIŞTEKÎ NAKE    Bek, bi lêv kir ku dema muwekîlê wî di bin çavan de bûye wan giliyê polîsan kiriye. Bek destnîşan kir ku îşkence sûcekî giran e û got: "Li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û di qanûnên me de îşkence wekî sûc tê qebûlkirin. 10 roj in muwekîlê min di girtîgehê de ye. Dozgerê Komarê dikaribû îfadeya Yildiz bigire û der barê îşkenceyê de bi awayekî berfireh pirs jê bikiranan. Dikaribû di vî warî de îfadeya polîsan wergire. Dikaribû dest deyne ser dîmenên kamerayên hundur ên emniyetê. Lê belê heta niha di vî warî de gaveke biçûk jî nehatiye avêtin."    Bek, got gavneavêtina dozger tê wateya ku "li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne". Bek bi lêv kir ku ev yek jî nîşan dide ku wê der barê îşkencekaran de tu tişt neyên kirin û bê ceza bimînin. Bek anî ziman ku bi îşkenceyê hewl dane muwekîlê wî îfadeyê qebûl bike û got: "Her wiha îşkence di heman demê de di bin çavan de wekî amûreke ferzkirina îtirafkariyê ye jî. Kesên ji neçarî tawanbariyên der barê xwe de qebûl dikin, helbet sûcên ku polîs îşaret dikin jî ji mecbûrî qebûl dikin."