SEMSÛR / AMED - Polîsan li navçeya Kolîkê bi hinceta parvekirinên tora civakî Îbrahîm Halîl Topaloglu binçav kirin. Li Amedê jî endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ya DBP’ê Ramazan Ozçelîk û Felat Ozsoy binçav kirin.
Li navçeya Kolîkê ya Sumsûrê, polîsan serê sibê ser mala Îbrahîm Halîl Topaloglu de girtin û binçav kirin. Polîsan Topaloglu bi hinceta parvekirinên tora civakî binçav kirin û birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.
ENDAMÊN MECLÎSA DBP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan li Amedê jî, Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ya DBP’ê Ramazan Ozçelîk û Felat Ozsoy binçav kirin. Ozçelîk ê bi hinceta biryara girtina wî heyî hat binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a Amedê.
BAZENCÎR BERDAN
Li aliyê din Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Eda Bazencîr a di 28’ê Sibatê de hat binçavkirin, berdan. Bazencîr a binçavkirî piştî îfade da dozger serbest hat berdan.