Li Amed û Semsûrê binçav kirin 2018-03-01 13:49:08 SEMSÛR / AMED - Polîsan li navçeya Kolîkê bi hinceta parvekirinên tora civakî Îbrahîm Halîl Topaloglu binçav kirin. Li Amedê jî endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ya DBP’ê Ramazan Ozçelîk û Felat Ozsoy binçav kirin.   Li navçeya Kolîkê ya Sumsûrê, polîsan serê sibê ser mala Îbrahîm Halîl Topaloglu de girtin û binçav kirin. Polîsan Topaloglu bi hinceta parvekirinên tora civakî binçav kirin û birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.   ENDAMÊN MECLÎSA DBP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan li Amedê jî, Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ya DBP’ê Ramazan Ozçelîk û Felat Ozsoy binçav kirin. Ozçelîk ê bi hinceta biryara girtina wî heyî hat binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a Amedê.   BAZENCÎR BERDAN    Li aliyê din Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Eda Bazencîr a di 28’ê Sibatê de hat binçavkirin, berdan. Bazencîr a binçavkirî piştî îfade da dozger serbest hat berdan.