Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e

  • rojane
  • 09:25 28 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, got astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û rêvekirina li ber mirina wan, tê wateya darvekirinê. Bîlîcî, destnîşan kir ku Wezareta Dadê ji darbestên ku ji girtîgehan derdikevin berpirsiyar e. 

Herî dawî li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê girtiyê nexweş Celal Şeker ê nexweşîna losemiyê lê peyda bûbû û girtiyê nexweş Nîhat Baymîş ê tedawiya wî nehat kirin mirin. Piştî vê yekê careke din rewşa girtiyên nexweş ket rojevê. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 357 jê li ber mirinê, bi giştî hezar û 25 girtiyên nexweş hene. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest demildest bên berdan. 
 
‘357 GIRTÎ LI BER MIRINÊ NE' 
 
Bîlîcî diyar kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Bîlîcî bi lêv kir ku jixwe li girtîgehan îzolasyon û tecrîd heye û got: "Li girtîgehan pirgirêkeke herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e. Di girtîgehan de girtiyên nexweş dimirin. Herî dawî Celal Şeker û Nîhat Baymîş mirin. Niha em bi mirina girtiyên nexweş ên din re rû bi rû ne. 357 girtiyên nexweş li ber mirinê ne." Bîlîcî diyar kir ku Wezareta Dadê raporên "nikare di girtîgehê de bimîn" ku nexweşxaneyên dewletê didin girtiyan qebûl nake û raporên ku Saziyên Tiba Edlî didin jî bi her awayî ji zanistbûyînê dûr in. Bîlîcî bi lêv kir ku hin girtiyên li ber mirinê, piştî raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ku Saziya Tiba Edlî didemirine. Bîlîcî destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî û Wezareta Dadê bi awayekî koordîneyî dixebitin û Qanûna Bingehîn bin pê dikin.
 
'EM MUXATABAN NABÎNIN'
 
Bilîcî diyar kir ku divê demildest dev ji helwest û seknên neyînî yên li hemberî girtiyên nexweş bê berdan û got: "Divê nêzîkatiya ji bo girtî ne nêzîkatiyeke bîrdozî be. Divê demildest bên berdan. Lê mixabin heta niha me tu encam ji hewldanên xwe negirtine. Bi taybetî jî piştî Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat îlankirin em muxataban nabînin. Amîrên mulkî yên li herêmê nabin muxatab. Li ser vê em serî li darazê didin, lê mixabin vê carê jî em li darazê muxataban nabînin. Wezareta têkildarî vê rewşê nabe muxatab. Yanî îktîdar têkildarî van binpêkirinên mafan bi me re nabe muxatab. Çimkî binpêkirinên mafan ên rû didin, encama kirinên wan in." 
 
‘WEZARETA DADÊ BERPIRSIYAR E' 
 
Bilîcî, destnîşan kir ku berpirsiyarê mirinên li girtîgehan Wezareta Dadê ye û astengkirina tedawiya girtiyan û rêvekirina li ber mirina wan tê wateya "darvekirin"ê. Bîlîcî got: "Wekî Celal Şeker û Nîhat Baymîş dema neyên tedawîkirin û berdan, ev darvekirin e. Ger bên îşkencekirin û êşê bikişînin, neyên tedawîkirin ev darvekirin e." Bîlîcî diyar kir ku ev helwest sûc e û xwest demidlest dev ji van kirinan bê berdan. Bîlîcî destnîşan kir ku divê li ser asasekî mirovane nêzî girtiyan bibin û ji bo vê yekê bang li raya giştî kir ku, di vî  warî de bi awayekî hesas tev bigere. 
 
Her wiha Bîlîcî bi lêv kir ku divê raporên ku li fakulte û nexweşxaneyên din ji aliyê mirovên zanyar ve tên amadekirin, Wezareta Dadê wan qebûl bike û got: "An jê ji berpirsiyarê mirinên ku ji niha û pê ve pêk bên ew in." 
 
Herî dawî Bîlîcî got der barê rewşa girtiyên ku li ber mirinê ne şik û gumanên wan zêde hene û domand: "Dibe ku ji nişka ve darbest ji girtîgehan derkevin. Em dîsa bang dikin. Bang li hemû xizmên girtiyan dikin, ger nexwşînên xizmên we hebin ji kerema xwe ragihînin me. Em dixwazin em vana qeyd bikin. Divê herkes xwedî li girtiyên nexweş derkeve û em bang li her kesî dikin ku di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bi hesasiyet tev bigerin."
 
MA / Selman Keleş

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'