Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e 2018-02-28 09:25:22 AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, got astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û rêvekirina li ber mirina wan, tê wateya darvekirinê. Bîlîcî, destnîşan kir ku Wezareta Dadê ji darbestên ku ji girtîgehan derdikevin berpirsiyar e.  Herî dawî li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakrana Îzmîrê girtiyê nexweş Celal Şeker ê nexweşîna losemiyê lê peyda bûbû û girtiyê nexweş Nîhat Baymîş ê tedawiya wî nehat kirin mirin. Piştî vê yekê careke din rewşa girtiyên nexweş ket rojevê. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 357 jê li ber mirinê, bi giştî hezar û 25 girtiyên nexweş hene. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest demildest bên berdan.    ‘357 GIRTÎ LI BER MIRINÊ NE'    Bîlîcî diyar kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Bîlîcî bi lêv kir ku jixwe li girtîgehan îzolasyon û tecrîd heye û got: "Li girtîgehan pirgirêkeke herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e. Di girtîgehan de girtiyên nexweş dimirin. Herî dawî Celal Şeker û Nîhat Baymîş mirin. Niha em bi mirina girtiyên nexweş ên din re rû bi rû ne. 357 girtiyên nexweş li ber mirinê ne." Bîlîcî diyar kir ku Wezareta Dadê raporên "nikare di girtîgehê de bimîn" ku nexweşxaneyên dewletê didin girtiyan qebûl nake û raporên ku Saziyên Tiba Edlî didin jî bi her awayî ji zanistbûyînê dûr in. Bîlîcî bi lêv kir ku hin girtiyên li ber mirinê, piştî raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ku Saziya Tiba Edlî didemirine. Bîlîcî destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî û Wezareta Dadê bi awayekî koordîneyî dixebitin û Qanûna Bingehîn bin pê dikin.   'EM MUXATABAN NABÎNIN'   Bilîcî diyar kir ku divê demildest dev ji helwest û seknên neyînî yên li hemberî girtiyên nexweş bê berdan û got: "Divê nêzîkatiya ji bo girtî ne nêzîkatiyeke bîrdozî be. Divê demildest bên berdan. Lê mixabin heta niha me tu encam ji hewldanên xwe negirtine. Bi taybetî jî piştî Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat îlankirin em muxataban nabînin. Amîrên mulkî yên li herêmê nabin muxatab. Li ser vê em serî li darazê didin, lê mixabin vê carê jî em li darazê muxataban nabînin. Wezareta têkildarî vê rewşê nabe muxatab. Yanî îktîdar têkildarî van binpêkirinên mafan bi me re nabe muxatab. Çimkî binpêkirinên mafan ên rû didin, encama kirinên wan in."    ‘WEZARETA DADÊ BERPIRSIYAR E'    Bilîcî, destnîşan kir ku berpirsiyarê mirinên li girtîgehan Wezareta Dadê ye û astengkirina tedawiya girtiyan û rêvekirina li ber mirina wan tê wateya "darvekirin"ê. Bîlîcî got: "Wekî Celal Şeker û Nîhat Baymîş dema neyên tedawîkirin û berdan, ev darvekirin e. Ger bên îşkencekirin û êşê bikişînin, neyên tedawîkirin ev darvekirin e." Bîlîcî diyar kir ku ev helwest sûc e û xwest demidlest dev ji van kirinan bê berdan. Bîlîcî destnîşan kir ku divê li ser asasekî mirovane nêzî girtiyan bibin û ji bo vê yekê bang li raya giştî kir ku, di vî  warî de bi awayekî hesas tev bigere.    Her wiha Bîlîcî bi lêv kir ku divê raporên ku li fakulte û nexweşxaneyên din ji aliyê mirovên zanyar ve tên amadekirin, Wezareta Dadê wan qebûl bike û got: "An jê ji berpirsiyarê mirinên ku ji niha û pê ve pêk bên ew in."    Herî dawî Bîlîcî got der barê rewşa girtiyên ku li ber mirinê ne şik û gumanên wan zêde hene û domand: "Dibe ku ji nişka ve darbest ji girtîgehan derkevin. Em dîsa bang dikin. Bang li hemû xizmên girtiyan dikin, ger nexwşînên xizmên we hebin ji kerema xwe ragihînin me. Em dixwazin em vana qeyd bikin. Divê herkes xwedî li girtiyên nexweş derkeve û em bang li her kesî dikin ku di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de bi hesasiyet tev bigerin."   MA / Selman Keleş