Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal

  • rojane
  • 12:20 27 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qat bi qat zêde bûn. Girtiyên Bayburtê diyar kirin ku her dem rastî gefên midûrê girtîgehê tên. Girtiyên Wanê diyar kirin ku ji ber daxwazname didin der barê wan de lêpirsîn tê vekirin. Li girtiyên Kiriklarê jî parastina bi hinceta "talûke  ye" hat komkirin. Li Girtîgeha Akhisarê jî girtî di jimartinê de rastî lêdanê tên. 

Li Tirkiye bi îlankirina OHAL'ê re zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Mafên girtiyan ji destê wan tên girtin û girtiyên daxwaza mafên xwe dikin rastî ceza û lêdanê tên. Xizmên girtiyan ên li li Girtîgeha Jinan a Bayburtê girtî ziyaret kirin zextên li ser girtiyan pêş ket parve kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku di hevdîtina vekirî de gardiyan bê navber li ser masa girtî û xizmên wan ku hevdîtin dikin radiwestin û li wan guhdar dikin. Xizmên girtiyan anîn ziman ku piştî şerê li Efrînê zextên li ser girtiyan jî gelek zêde bûye û wiha gotin: “Girtiyan diyar kirin ku piştî Efrînê zextên li ser wan zêde bûne. Zextên ji serdema salên 1980‘an girandir hene. Zextan li wan dikin ku li ser piyan hêjmarê bidin. Yên li dijî vê jimarê derdikevin rastî ceza tên. 
 
GELEK MALBAT BÊYÎ BI XIZMÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKIN VEDIGERIN
 
Xizmên girtiyan diyar kirin ku gelek malbat bêyî bi xizmên xwe yên girtî re hevditin bikin paşve vedigerin. Midûrê girtîgehê dixwazin girtî li gorî fermana wan tev bigerin û dixwazin ligorî nizama leşkerî tev bigerin û gefa "Ez dizanim ez dê çawa wan bînim nîzamê" li girtiyan dixwe. Malbatan diyar kirin ku rayedarên girtîgehê girtiyan yek bi yek bang li odeya xwe dikin û gefan li wan dixwin û dixwazin li ber wan serî bitewinin. Dixwazin wan bikin sîxur. Pirtûk û kargo nadin wan. Şal û şapik nadin wan. Mafê girtiyan ên tenduristiyê ji destê wan girtine. Înfaza wan dişewitîne. Wan bi kelepçe muayine dikin." 
Malbatan anîn ziman ku ku girtî her dem rastî gefan tên û bang li parazvanên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk kirin ku hestiyar tev bigerin. 
 
LI WANÊ GIRTIYÊN DAXWAZNAME NIVÎSANDIN RASTÎ LÊPIRSÎNÊ HATIN
 
 
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyan diyar kirin ku ji ber daxwazname ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Meclîsa Mezin a Tirkiye (TBMM) re daxwazname şandine rastî lêpirînê hatine. Malbatan diyar kirin ku li Wanê di 2 mehen dawî de lêgerina tazî zêde bûye û girtiyên li dijî vê yekê derdikevin rastî îşkenceya fîzîkî tên. Malbatan diyar kirin ku girtiyên rastî zextên lêgerîna tazî hatine ev in: “Îhsan Bulut, Jihat Geylanî, Selman Yelboga, Omer Koç, Rafet Elipek, Vedat Kaplan, Adil Pala, Seyithan Felek û Ahmet Anig.”
 
DESTÛR NADIN BI CAREKÊ BI 2 KURÊ XWE YÊ GIRTÎ RE RÛNÊ'
 
Dayikek girtî jî diyar kir ku di hevdîtinê vekiri de destûr nade ku bi cayekê bi 2 kurê xwe yên li heman girtîgehê girtî re li ser maeyekê rûnê û neçar dimîne ku cuda cuda bi wan re hevdîtin bike. Dayikê destnîşan kir ku yên li dijî van zextan dengê xwe bilind dikin jî rastî cezayê hucre û tecrîdê tên. 
 
Malbatan anîn ziman ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî Îhsan Bulut û Seyithan Felek girtiyên nexweş in û rewşa wan giran in. Malbatan anîn ziman ku daxwazên wan ên dermankirinê nayê bersivandin. 
 
LI KIRIKLARÊ PARASTINA GIRTIYAN TALÛKE HAT DÎTIN
 
Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklara Îzmirê jî hat diyar kirin ku girtiyên siyasî sewqî nava endamên ji doza Cemaeta Fethullah Gulen tên darizandi. Parêzer Şukran Ozturk a bi girtiyan re hevdîtin kir diyar kir ku pêkaninên serdema 12'ê Îlonê li ser girtiyan tê ferzkirin. Ozturk, anî ziman ku polîtikayên "Bidin şerkirin û li hev binin" pêş dixin û wiha got: "Girtiyên fikrên wan cuda dixin nava heman blokê. Girtî şûşên avê tavêjin girtiyên siyasî û wan tacîz dikin." 
 
PARASTINÊN GIRTIYAN TALÛKE DIBÎNIN
 
Ozturk, diyar kir ku girtî her dem rastî tahrîk û gefên devkî tên û wiha got: "Di serdegirtina odeyên girtiyan de hemû nivisên wan tên desteserkirin. Parastinên girtiyan, pirtûk, çîrok û hemû nivîsên girtiyan desteser dikin. Parastina ku girtiyan nivîsandiye bi hinceta"Ewlehiyê dixe talûkeyê" desteser dikin. 
Bi hincetên pûç cezayê dîsîplînê li wan dibirin. Lijneya Çavdêriyê hatiye avakirin û belasebeb cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Nameyên ku girtî ji Wezareta Dadê re dişînin jî desteser dikin. Nameyên ku girtî ji wezaretê re dişînin wekî “Naveroka rêxistinî heye" cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Pirtûk û kovaran teqez nadin giriyan. Girtî her dem rastî taciza devkî tên û girtiyan sor dikin. Girtiyan diyar kirin ku ger ev pêkanîn bidomin dê dest bi çalakiya sloganan û çalakiya lêdana deriyan bikin. Ozturk, anî ziman ku ev pêkanînên li ser girtiyan dimeşînin hemû li dijî hiqûq û zagonên neteweyî û navneteweyî ye. 
 
‘NURULLAH SEMO DI BIN TECRÎDÊ DE RASTÎ LÊDANÊ HAT
 
Ozturk, destnîşan kir ku Nûrullah Semo yê ji kuştina Berpirsiyarê Zanîngeha Ege ya Ocaxên Ulkuyan Fırat Yilmaz Çakiroglu li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklarê girtî tê darizandin, di bin hucreyê de tê girtin û wiha got: "Bi hinceta 'Ewlehiyê' dibin tecrîdê de tê girtin. Wî tenê derdixin hewşê. Di dema lêgerînê de Semo derp dikin. Semo bi fermana Wezareta Dadê di bin tecrîdê de tê girtin. Girtî diyar dikin ku ewlehiya Semo tune ye. 
 
'LI AKHÎSARÊ GARDIYAN DI HER JIMARÊ DE GIRTIYAN DERP DIKIN'
 
Girtiyên nexweş Huseyîn Sari û Hasan Şaşmaz û girtiyên din Ridvan Çelîk, Reber Îldem û Nîdaî Tezer ên mehek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê hatin kirin rastî lêdana gardiyanan hatibûn. Parêzer Meral Kaban ku bi girtîyan re hevdîtin kir agahî dan Ajansa Mezopotamya diyar kir ku ji ber girtî li ser piyan hêjmarê nadin rastî lêdanê hatine. Prz. Meral Kaban, anî ziman ku nêzî 30 girtî li dîwaran dane û derp kirine. Kaban, anî ziman ku 5 girtiyên ji Bolû sewqî Akhisarê kirin, di bin navê lêgerînê de ew derp kirine û ji roja ewil ku ew anîne vê girtîgehê jimara li ser piyan li ser wan ferz kirine. Kaban, anî ziman ku girtiyan ji roja ewil de hêjmara li ser piyan red kirine. Kaban, anî ziman ku gritî ji serê sibê heta êvarî rastî lêdanê tên û wan li dîwaran didin û bi erdê re kaş dikin û rojê 2 caran jimartina li ser piyan li ser wan ferz dikin. 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DERP KIRIN
 
Prz. Kaban, destnîşan kir ku girtiyan tevî hemû zextên li ser wan tê kirin dîsa jimartina li ser piyan red kirine û wiha got: "Girtiyê nexweş Hasan Şaşmaz jî bi awayekî dijwar derp kirine. Ji ber ku Şaşmaz jî jimartina li ser piyan qebûl nekir ew li diwar dane. Ji ber ew li dîwar dan hundirê wî xwîn bû. Lê dîsa ranekirin nexweşwaneyê. Her dem li girtiyan didin û îşkence li wan dikin. Wan dikin wekî gokê û li dîwaran didin."
 
EWLEHIYA CANÊ ME TUNE
 
Prz. Kaban, anî ziman ku girtî Çelik, İldem û Tezer  dest bi gireva birçîbûnê kirine û wiha got: "Girtî ji odeya wan derxistin û ew birin odeyek din a 7 kesên din lê dibînin. Di ziyaretê de min dît ku destûr nadin girtî bi hevre bi axivin û silavê bidin hev. Di navbera odeyan de tecrîd heye. Girtiyan diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune û ew bi xwe jî bûye şahidê vê yekê. Dîsa ji bo înfaza Huseyin Sari yê nexweş bê taloqkirin min serî li Wezareta Dadê da, lê bi hinceta rapor hêj li Girtîgeha tîpa F a Boluyê winda kirine, disa dixwazin ji nuve raporê derxin û dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê jî her dem pirsgirêkan derdixin." 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'