Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal 2018-02-27 12:20:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qat bi qat zêde bûn. Girtiyên Bayburtê diyar kirin ku her dem rastî gefên midûrê girtîgehê tên. Girtiyên Wanê diyar kirin ku ji ber daxwazname didin der barê wan de lêpirsîn tê vekirin. Li girtiyên Kiriklarê jî parastina bi hinceta "talûke  ye" hat komkirin. Li Girtîgeha Akhisarê jî girtî di jimartinê de rastî lêdanê tên.  Li Tirkiye bi îlankirina OHAL'ê re zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Mafên girtiyan ji destê wan tên girtin û girtiyên daxwaza mafên xwe dikin rastî ceza û lêdanê tên. Xizmên girtiyan ên li li Girtîgeha Jinan a Bayburtê girtî ziyaret kirin zextên li ser girtiyan pêş ket parve kirin. Xizmên girtiyan diyar kirin ku di hevdîtina vekirî de gardiyan bê navber li ser masa girtî û xizmên wan ku hevdîtin dikin radiwestin û li wan guhdar dikin. Xizmên girtiyan anîn ziman ku piştî şerê li Efrînê zextên li ser girtiyan jî gelek zêde bûye û wiha gotin: “Girtiyan diyar kirin ku piştî Efrînê zextên li ser wan zêde bûne. Zextên ji serdema salên 1980‘an girandir hene. Zextan li wan dikin ku li ser piyan hêjmarê bidin. Yên li dijî vê jimarê derdikevin rastî ceza tên.    GELEK MALBAT BÊYÎ BI XIZMÊN XWE RE HEVDÎTIN BIKIN VEDIGERIN   Xizmên girtiyan diyar kirin ku gelek malbat bêyî bi xizmên xwe yên girtî re hevditin bikin paşve vedigerin. Midûrê girtîgehê dixwazin girtî li gorî fermana wan tev bigerin û dixwazin ligorî nizama leşkerî tev bigerin û gefa "Ez dizanim ez dê çawa wan bînim nîzamê" li girtiyan dixwe. Malbatan diyar kirin ku rayedarên girtîgehê girtiyan yek bi yek bang li odeya xwe dikin û gefan li wan dixwin û dixwazin li ber wan serî bitewinin. Dixwazin wan bikin sîxur. Pirtûk û kargo nadin wan. Şal û şapik nadin wan. Mafê girtiyan ên tenduristiyê ji destê wan girtine. Înfaza wan dişewitîne. Wan bi kelepçe muayine dikin."  Malbatan anîn ziman ku ku girtî her dem rastî gefan tên û bang li parazvanên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk kirin ku hestiyar tev bigerin.    LI WANÊ GIRTIYÊN DAXWAZNAME NIVÎSANDIN RASTÎ LÊPIRSÎNÊ HATIN     Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyan diyar kirin ku ji ber daxwazname ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Meclîsa Mezin a Tirkiye (TBMM) re daxwazname şandine rastî lêpirînê hatine. Malbatan diyar kirin ku li Wanê di 2 mehen dawî de lêgerina tazî zêde bûye û girtiyên li dijî vê yekê derdikevin rastî îşkenceya fîzîkî tên. Malbatan diyar kirin ku girtiyên rastî zextên lêgerîna tazî hatine ev in: “Îhsan Bulut, Jihat Geylanî, Selman Yelboga, Omer Koç, Rafet Elipek, Vedat Kaplan, Adil Pala, Seyithan Felek û Ahmet Anig.”   DESTÛR NADIN BI CAREKÊ BI 2 KURÊ XWE YÊ GIRTÎ RE RÛNÊ'   Dayikek girtî jî diyar kir ku di hevdîtinê vekiri de destûr nade ku bi cayekê bi 2 kurê xwe yên li heman girtîgehê girtî re li ser maeyekê rûnê û neçar dimîne ku cuda cuda bi wan re hevdîtin bike. Dayikê destnîşan kir ku yên li dijî van zextan dengê xwe bilind dikin jî rastî cezayê hucre û tecrîdê tên.    Malbatan anîn ziman ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî Îhsan Bulut û Seyithan Felek girtiyên nexweş in û rewşa wan giran in. Malbatan anîn ziman ku daxwazên wan ên dermankirinê nayê bersivandin.    LI KIRIKLARÊ PARASTINA GIRTIYAN TALÛKE HAT DÎTIN   Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklara Îzmirê jî hat diyar kirin ku girtiyên siyasî sewqî nava endamên ji doza Cemaeta Fethullah Gulen tên darizandi. Parêzer Şukran Ozturk a bi girtiyan re hevdîtin kir diyar kir ku pêkaninên serdema 12'ê Îlonê li ser girtiyan tê ferzkirin. Ozturk, anî ziman ku polîtikayên "Bidin şerkirin û li hev binin" pêş dixin û wiha got: "Girtiyên fikrên wan cuda dixin nava heman blokê. Girtî şûşên avê tavêjin girtiyên siyasî û wan tacîz dikin."    PARASTINÊN GIRTIYAN TALÛKE DIBÎNIN   Ozturk, diyar kir ku girtî her dem rastî tahrîk û gefên devkî tên û wiha got: "Di serdegirtina odeyên girtiyan de hemû nivisên wan tên desteserkirin. Parastinên girtiyan, pirtûk, çîrok û hemû nivîsên girtiyan desteser dikin. Parastina ku girtiyan nivîsandiye bi hinceta"Ewlehiyê dixe talûkeyê" desteser dikin.  Bi hincetên pûç cezayê dîsîplînê li wan dibirin. Lijneya Çavdêriyê hatiye avakirin û belasebeb cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Nameyên ku girtî ji Wezareta Dadê re dişînin jî desteser dikin. Nameyên ku girtî ji wezaretê re dişînin wekî “Naveroka rêxistinî heye" cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Pirtûk û kovaran teqez nadin giriyan. Girtî her dem rastî taciza devkî tên û girtiyan sor dikin. Girtiyan diyar kirin ku ger ev pêkanîn bidomin dê dest bi çalakiya sloganan û çalakiya lêdana deriyan bikin. Ozturk, anî ziman ku ev pêkanînên li ser girtiyan dimeşînin hemû li dijî hiqûq û zagonên neteweyî û navneteweyî ye.    ‘NURULLAH SEMO DI BIN TECRÎDÊ DE RASTÎ LÊDANÊ HAT   Ozturk, destnîşan kir ku Nûrullah Semo yê ji kuştina Berpirsiyarê Zanîngeha Ege ya Ocaxên Ulkuyan Fırat Yilmaz Çakiroglu li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kiriklarê girtî tê darizandin, di bin hucreyê de tê girtin û wiha got: "Bi hinceta 'Ewlehiyê' dibin tecrîdê de tê girtin. Wî tenê derdixin hewşê. Di dema lêgerînê de Semo derp dikin. Semo bi fermana Wezareta Dadê di bin tecrîdê de tê girtin. Girtî diyar dikin ku ewlehiya Semo tune ye.    'LI AKHÎSARÊ GARDIYAN DI HER JIMARÊ DE GIRTIYAN DERP DIKIN'   Girtiyên nexweş Huseyîn Sari û Hasan Şaşmaz û girtiyên din Ridvan Çelîk, Reber Îldem û Nîdaî Tezer ên mehek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê hatin kirin rastî lêdana gardiyanan hatibûn. Parêzer Meral Kaban ku bi girtîyan re hevdîtin kir agahî dan Ajansa Mezopotamya diyar kir ku ji ber girtî li ser piyan hêjmarê nadin rastî lêdanê hatine. Prz. Meral Kaban, anî ziman ku nêzî 30 girtî li dîwaran dane û derp kirine. Kaban, anî ziman ku 5 girtiyên ji Bolû sewqî Akhisarê kirin, di bin navê lêgerînê de ew derp kirine û ji roja ewil ku ew anîne vê girtîgehê jimara li ser piyan li ser wan ferz kirine. Kaban, anî ziman ku girtiyan ji roja ewil de hêjmara li ser piyan red kirine. Kaban, anî ziman ku gritî ji serê sibê heta êvarî rastî lêdanê tên û wan li dîwaran didin û bi erdê re kaş dikin û rojê 2 caran jimartina li ser piyan li ser wan ferz dikin.    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DERP KIRIN   Prz. Kaban, destnîşan kir ku girtiyan tevî hemû zextên li ser wan tê kirin dîsa jimartina li ser piyan red kirine û wiha got: "Girtiyê nexweş Hasan Şaşmaz jî bi awayekî dijwar derp kirine. Ji ber ku Şaşmaz jî jimartina li ser piyan qebûl nekir ew li diwar dane. Ji ber ew li dîwar dan hundirê wî xwîn bû. Lê dîsa ranekirin nexweşwaneyê. Her dem li girtiyan didin û îşkence li wan dikin. Wan dikin wekî gokê û li dîwaran didin."   EWLEHIYA CANÊ ME TUNE   Prz. Kaban, anî ziman ku girtî Çelik, İldem û Tezer  dest bi gireva birçîbûnê kirine û wiha got: "Girtî ji odeya wan derxistin û ew birin odeyek din a 7 kesên din lê dibînin. Di ziyaretê de min dît ku destûr nadin girtî bi hevre bi axivin û silavê bidin hev. Di navbera odeyan de tecrîd heye. Girtiyan diyar kirin ku ewlehiya canê wan tune û ew bi xwe jî bûye şahidê vê yekê. Dîsa ji bo înfaza Huseyin Sari yê nexweş bê taloqkirin min serî li Wezareta Dadê da, lê bi hinceta rapor hêj li Girtîgeha tîpa F a Boluyê winda kirine, disa dixwazin ji nuve raporê derxin û dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê jî her dem pirsgirêkan derdixin."