Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min

  • rojane
  • 10:17 27 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Dayika nexweşê pençeşêra Losemî Nihat Baymîş ê jiyana xwe ji dest da, Mihriban Baymiş, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: “Heb jî nedan kurê min. Berpirsiyarê mirina kurê min hikûmet e." 

Nîhat Baymiş ê li girtîgehê bi nexweşîna losemî ket û piştî hat berdan jî ji ber ku nehat dermankirin duh (di 26'ê Sibatê de) li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle jiyana xwe ji dest da. Baymiş li Girtîgeha Hejmara 4’an a Tîpa T a Şakranê dima û li vir bi nexweşîna losemiyê (penceşêra xwînê) ket. Di 9'ê Hezîrana 2017'an de piştî cezayê wî qediya hat berdan. Lê piştî hat berdan jî ji ber nexweşiyê malbatê ew li nexweşxaneya Dîcleyê razandin û duh jiyana xwe ji dest da. Malbata Baymiş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê defin kir. Malbatê bang li hemû parazvanên mafên mirovan û kesên eleqeder kir û xwest ji bo darbestên din ji girtîgehan dernekevin hestiyar tev bigerin. 
 
'HEB JÎ NEDAN KURÊ MIN'
 
Dayika Nîhat Baymiş Mihriban Baymiş, diyar kir ku dema kurê wê nexweş bû heb nedan kurê wê û wiha got: “Kurê min li girtîgehê nexweş ket. Dema li berve bû pir saxlem bû. Dema nû hat girtin û ez bi telefonê pêre di axivîm digot ez baş im. Piştî hat girtin 2 sal şûnde got 'Dayê ez nexweş ketim' Dema min pirsî û got 'Te dibin nexweşxaneyê' wî jî got 'Dayê hebekê jî nadin me' û bersîv dan min. Piştî nexweş ket, çi çara ez lê geriyam got 'Dayê ez nexweşim, lê min nabin nexweşxaneyê' Di demên dawî de digot 'Dayê ez xwîn verdişim. Ez bi pençeşêra xwînê ketime' Tenê carekê du caran birin nexweşxaneyê. Wekî din ew nebirin nexweşxaneyê."
 
‘BILA NÎHATÊN DIN NEMIRIN'
 
Baymiş, anî ziman ku kurê wê ji ber ku nehat dermankirin û sersar nêzîkî nexweşiya wî bûn li girtîgehê nexweşiya wî giran bû û piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ez dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila êdî Nîhatên din nemirin. Bila bes darbest ji girtîgehan derkevin. Hemû zarokên me ne û hevalen Nîhat in. Bila li derve bên dermankirin. Nihat piştî hat berdan tenê 6 mehan li nava me ma û jiyana xwe ji dest da. Hikûmet van kesan dikuje. Zarokên me saxlem hatin girtin nexweş derketin. Zarokên me li girtîgehê bi nexweşiyên pençeşêrê dikevin û dimirin. Berpirsiyarê van mirinan hikûmet e. Nihat digot 'Dayê hebekê jî nadin min'. Bila êdî Nihatên din nemirin." 
 
'BILA DARBEST DERNEKEVIN'
 
Xwişka Nîhat, Birgul Bahçelî jî bertek nîşanî rayedarên hikûmetê da û wiha got: "Bila girtiyên nexweş bên berdan û emrê xwe yê mayî bi malbata xwe re derbas bikin. Divê hemû girtiyên nexweşên giran bên berdan. Ji xwe li girtîgehê nayên dermankirin. Bila wan berdin û malbat xizmeta wan bikin û tedawî bikin. Bila wîcdanê malbatan rehet be. Nihat xistin halê mirinê û piştre berdan. Qet nebe Nihat li derve û li cem me jiyana xwe ji dest da. Me ew bir bijîşk û em pê eleqeder bûn. Çi ji destê me hat me kir. Bila êdi cenaze û darbest ji girtîgehê dernekevin.b 
 
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE' 
 
Bahçelî, anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê dewlet e û wiha bi dawî kir: "EV sûcê mirovahiyê ye. Yek bi yek mirovên me li girtîgehê dikujin û xwe tatmîn dikin. Kijan girtiyê nexweş berê nexweş bû? Hemû piştî hatin girtin nexweş ketin. Rayedarên girtîgehê dibêjin 'Ev terorîst in' û girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê." 
 
RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ: VAN MIROVAN SÛCÊ TERORÊ KIRINE DAXWAZÊN WAN ÊN NEXWEŞIYÊ NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Bahçelî, herî dawî destnîşan kir ku rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê ji wê re gotiye “Van mirovan sûcê terorê kirine. Tewez daxwazên wan ên nexweşxaneyê nayên pêşwazîkirin. Nîhat bi meh û salan nexweş ma. Bi dehan caran ji bo biçe nexweşxaneyê serî li rayedaran dan. Lê Nîhat nebirin nexweşxaneyê. Nîhat ji min re got dozger û rayedarên girtîgehê kîndar in. Tevî ku li Nexweşxaneya Dewlete ya Yeşilyurtê teşhîsa pençeşêrê danîn û xwestin bi rêk û pêk bê dermankirin jî rayedaran ev yek nekir." 
 
MA / Selman Keleş – Lezgin Akdeniz 

Sernavên din

02/03/2018
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'