Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min 2018-02-27 10:17:59 AMED - Dayika nexweşê pençeşêra Losemî Nihat Baymîş ê jiyana xwe ji dest da, Mihriban Baymiş, bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: “Heb jî nedan kurê min. Berpirsiyarê mirina kurê min hikûmet e."  Nîhat Baymiş ê li girtîgehê bi nexweşîna losemî ket û piştî hat berdan jî ji ber ku nehat dermankirin duh (di 26'ê Sibatê de) li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle jiyana xwe ji dest da. Baymiş li Girtîgeha Hejmara 4’an a Tîpa T a Şakranê dima û li vir bi nexweşîna losemiyê (penceşêra xwînê) ket. Di 9'ê Hezîrana 2017'an de piştî cezayê wî qediya hat berdan. Lê piştî hat berdan jî ji ber nexweşiyê malbatê ew li nexweşxaneya Dîcleyê razandin û duh jiyana xwe ji dest da. Malbata Baymiş cenaze ji morga nexweşxaneyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê defin kir. Malbatê bang li hemû parazvanên mafên mirovan û kesên eleqeder kir û xwest ji bo darbestên din ji girtîgehan dernekevin hestiyar tev bigerin.    'HEB JÎ NEDAN KURÊ MIN'   Dayika Nîhat Baymiş Mihriban Baymiş, diyar kir ku dema kurê wê nexweş bû heb nedan kurê wê û wiha got: “Kurê min li girtîgehê nexweş ket. Dema li berve bû pir saxlem bû. Dema nû hat girtin û ez bi telefonê pêre di axivîm digot ez baş im. Piştî hat girtin 2 sal şûnde got 'Dayê ez nexweş ketim' Dema min pirsî û got 'Te dibin nexweşxaneyê' wî jî got 'Dayê hebekê jî nadin me' û bersîv dan min. Piştî nexweş ket, çi çara ez lê geriyam got 'Dayê ez nexweşim, lê min nabin nexweşxaneyê' Di demên dawî de digot 'Dayê ez xwîn verdişim. Ez bi pençeşêra xwînê ketime' Tenê carekê du caran birin nexweşxaneyê. Wekî din ew nebirin nexweşxaneyê."   ‘BILA NÎHATÊN DIN NEMIRIN'   Baymiş, anî ziman ku kurê wê ji ber ku nehat dermankirin û sersar nêzîkî nexweşiya wî bûn li girtîgehê nexweşiya wî giran bû û piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ez dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bila êdî Nîhatên din nemirin. Bila bes darbest ji girtîgehan derkevin. Hemû zarokên me ne û hevalen Nîhat in. Bila li derve bên dermankirin. Nihat piştî hat berdan tenê 6 mehan li nava me ma û jiyana xwe ji dest da. Hikûmet van kesan dikuje. Zarokên me saxlem hatin girtin nexweş derketin. Zarokên me li girtîgehê bi nexweşiyên pençeşêrê dikevin û dimirin. Berpirsiyarê van mirinan hikûmet e. Nihat digot 'Dayê hebekê jî nadin min'. Bila êdî Nihatên din nemirin."    'BILA DARBEST DERNEKEVIN'   Xwişka Nîhat, Birgul Bahçelî jî bertek nîşanî rayedarên hikûmetê da û wiha got: "Bila girtiyên nexweş bên berdan û emrê xwe yê mayî bi malbata xwe re derbas bikin. Divê hemû girtiyên nexweşên giran bên berdan. Ji xwe li girtîgehê nayên dermankirin. Bila wan berdin û malbat xizmeta wan bikin û tedawî bikin. Bila wîcdanê malbatan rehet be. Nihat xistin halê mirinê û piştre berdan. Qet nebe Nihat li derve û li cem me jiyana xwe ji dest da. Me ew bir bijîşk û em pê eleqeder bûn. Çi ji destê me hat me kir. Bila êdi cenaze û darbest ji girtîgehê dernekevin.b    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Bahçelî, anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê dewlet e û wiha bi dawî kir: "EV sûcê mirovahiyê ye. Yek bi yek mirovên me li girtîgehê dikujin û xwe tatmîn dikin. Kijan girtiyê nexweş berê nexweş bû? Hemû piştî hatin girtin nexweş ketin. Rayedarên girtîgehê dibêjin 'Ev terorîst in' û girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê."    RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ: VAN MIROVAN SÛCÊ TERORÊ KIRINE DAXWAZÊN WAN ÊN NEXWEŞIYÊ NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN   Bahçelî, herî dawî destnîşan kir ku rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 4 a Şakranê ji wê re gotiye “Van mirovan sûcê terorê kirine. Tewez daxwazên wan ên nexweşxaneyê nayên pêşwazîkirin. Nîhat bi meh û salan nexweş ma. Bi dehan caran ji bo biçe nexweşxaneyê serî li rayedaran dan. Lê Nîhat nebirin nexweşxaneyê. Nîhat ji min re got dozger û rayedarên girtîgehê kîndar in. Tevî ku li Nexweşxaneya Dewlete ya Yeşilyurtê teşhîsa pençeşêrê danîn û xwestin bi rêk û pêk bê dermankirin jî rayedaran ev yek nekir."    MA / Selman Keleş – Lezgin Akdeniz