Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê

  • rojane
  • 12:53 26 Sibat 2018
  • |
img
EFRÎN - Li Kantona Efrînê ku ji 7 eniyan şer bi dijwarî didome, gelê nava bajar jî dest bi amadekariyên parastin û berxwedana nava bajar kirin. Gelên Efrînê ku her kêliyên wan li eniya şer derbas dibe, bê navber amadekariyan dikin. Her çend, ziman, bawerî û rengê wan cuda be jî, hemû ji bo parastina Efrînê dibin yek. Di meşa Efrînê de kalê 85 salî cit li ser piyan rawestiya û got: “Nikarin têkevin Efrinê." 
 
Berxwedan û şerê li Efrinê di roja 38’an de berdewam dike. Gel di enişê şer de ax, gund û warê xwe diparêze. Ji ber gel gund û zeviyên xwe diparêze TSK nikare têkeve nava axa Efrînê. Tevî Konseya Neteweyên Yekbûyî biryara Agirbestê îlan kiriye jî TSK'ê êrîşên li ser Efrînê ranewestandine. Gelê Efrînê li dijî êrîşan bê navber di ber xwe dide û di kozikên şer de cihê xwe digirin. Vîna berxwedana gelê Efrînê û jiyana li nava Efrînê hêjayî dîtinê ye. Tevî 38 rojin bê navber TSK bi tang, top û balafiran Efrînê bombe dike jî gel cih û warên xwe terk nekirine. 
 
BAJAR JI HER TIŞTÎ AGAHDAR E
 
Gel di bin êrîşên top, SİHA û JET'an de bê navber li ber xwe didin. Hem li eniyên şer li ber xwe didin û hem jî li nava bajar amadekariyên berxwedanek xurt dikin. Gelê Bajar ji sînor  û eniyan agahdar e û ji nêzîk ve dişopînin. Maşîneyên bangê jî bê navber li tax û kolanan digerin û banga meş û mitîngan dikin. Gelen Bakurê Sûriye yên duh gihiştin Efrinê dê îro meşek mezin pêk bînin. Ji bo tevlêbûna meşê amadekarî tên kirin û li kolan û taxan banga meşê tê kirin. 
 
GEÊ EFRÎNÊ ZÛ DEST BI ROJÊ DIKIN
 
Li Efrînê her dem, roj zû dest pê dike, Çawa berê bi awayekî xweza û asayî jiyan diherikî piştî şer jî dîsa jiyana rojane wisa digerike. Gelê Efrînê hem ji bo jiyana rojane û hem ji bo tevlêbûna mîtîngê amadekariyan dikin. Ji ber ku di rojên dawî dê êrîşên li ser gundan zêde bûye, li nava bajar nifûs zêde bûye. Bajar bêzir zindî bûye û girse zêde bûye. Liv û tevgera jiyana bajar jî li gorî wê tê amadekirin. Li firinan liv û tevger zêde bûye. 
 
RENG CÛDA DENG YEK IN
 
Piştî gelê Bakurê Sûriye hatin Efrînê li kolanên mezin ên Efrinê girse zêde bû. Girse li kolana herî mezin a Vilyayê kom dibin. Gelê kurd, ereb, êzîdî, suryanî û elewiyên ji bajarên Reqqa, Dêra Zor, Tabqa, Til Hemis, Dêrik, Qamişlo, Kobanê û Şengalê hatin Efrînê, bi reng, bawerî û zimanên cuda hatin cem hev û dengê xwe kirin yek. Her çend reng, nasname û bawerî cuda bin jî dengê tevan yek e. Her ku girse dimeşe tevlêbûna tax û kolanên dertorê jî zêde dibin. Meşên di demek kurd de mezin dibin di nava meşê de nûnerên rêxistina sivîl jî cihê xwe digirin. 
 
Weki her meşê di vê meşê de jî posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye sembola gelan û baweriyan. Jin, zarok û mezin bi yek dingî derdikevin kolanê û tev li meşê dibin. Li seranseri kolanê bi yek dingî dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” berz dikin. 
 
KALÊ 85 SALÎ: NIKARIN TÊKEVIN EFRÎNÊ
 
Kalê 85 salî Mihemmed Elî Ebdo yê ji gundê Kefersefrê hat û di nava meşê de cihê xwe girt jî, her çend di meşê de zahmetiyê dijî jî tev li meşê bû. Ebdo çawa girse û meşvan dît, gopalê destê xwe bilind kir û nîşaneya serkeftinê rakir û got: “Ez vê axê maç dikim. Ma me mala kê xera kir? Me mala kê şewitand? Çima Erdogan mala me xera dike? Heta ku Erdogan pê li cenazeyê me neke nikare têkeve Efrinê. Nikarin têkevin Efrînê." 
 
LEYLA KOBANÊYÎ DI PÊŞIYÊ DE DIMEŞE
 
Di pêşiya meşê de Zaroka  8 salî Leyla Mihemmed a ji Kobanê bi pankarta li ser “Erdoğan Is The Killer Of Civilians- Erdogan sivîlan qetil dike" nivîsandiye balê dikişîne ser xwe. Leyla, bi pankartê di pêşiya meşê de cih girtiye û bi dengê berz dirûşmeya “Erdogan zarokan dikuje", "Erdogan mêrê xerab e" û "Em dibistanax we dixwazin" berz dike. 
 
EFRÎNÊ YEKÎTIYA NETEWEYA KURD MEZIN KIR
 
Piştî êrîşa li ser Efrînê mezin bû, hesta yekîtiya kurd bêtir xurt bû û her kesî berê xwe dan Efrînê. Koma ji 50 endam û rêveberên Partiya Çep a Kurd a li Sûriye ku ji Til Temirê hatin û piştgirî dan berxwedana Efrînê, gelê Efrînê bi tenê nehiştin. Endamê Partiya Çep ê 55 sali Îsmail Hecî Ferhan  got: "Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê hatin. Efrîn axa kurdan e. Êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê neheqiyek gelek mezin e. Ev dagirkerî ye. Em û kurd bi hevre di nava aştiyê de dijîn. Gelê 4 perçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê li ser piyan in. Îro roja yekîtiya neteweya kurd e." 
 
RUHÊ BERXWEDANÊ ZINDÎ YE
 
Tevgera nava rojê bi meşê bi dawî nabe. Pişti meşê stran tên strîn. Govend tê gerandin. Ji her ziman û baweriyan axaftin tên kirin û stran tên strîn. Ruh didin ruhê berxewdana bajar. Piştî meşê her kes diçe ser karê xwe. Esnaf  diçe ser karê dikanê û welatî diçe mala xwe karê xwe dikin. Gelê ji Bakurê Sûriye hatin ji diçin konên ji bo wan hatine amadekirin. 
 
GEL DI PARASTINÊ DE YE
 
L her kolana Efrînê parastin ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Hêzên Parastina Jin (HPJ) ve tê parastin. Welatiyê 60 salî Hesen Ehmed ê keça wî di nava YPJ û kurê wî di nava YPG'ê de diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrinê dest pê kir di nava HPC'ê de cihê xwe digire. Kudret Mihemed a 21 salî jî di nava Hezên Parastina Jin (HPJ) de cih digire diyar kir ku ji bo parastina gel ew li vir têdikoşe. 
 
Di saetên şevê de li qada Azadî werî nava rojê zindî ye. Girseya gel li vir qet kêm nabe û her dem zindî û bi tevger e. Li vir qanalên TV zindî weşanê dikin. Kom bi kom tên li vir qadên şer û cîhanê temaşe dikin. Gelek jê şeva xwe li vir derbas dikin. 
 
'KÊ KURD XELAS KIRIN KU ERDOGAN KURDAN XELAS BIKE' 
 
Kalê 70 salî Huseyin Karaguna, jî 20 roj berê ji ber êrîşên top û tangên TSK û OSO ji Gundê Axçelê tevî 14 endamên malbata xwe hatin Efrînê. Karaguna, bertek nîşanî helwesta Erdogan da û got: Heta niha kesî kurd xelas nekirine, Erdogan dê çawa kurdan xelas bike. Erdogan dê xwe li Efrînê xelas bike." 
 
MA / Selami Aslan
 

Sernavên din

27/02/2018
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn