Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê 2018-02-26 12:53:59   EFRÎN - Li Kantona Efrînê ku ji 7 eniyan şer bi dijwarî didome, gelê nava bajar jî dest bi amadekariyên parastin û berxwedana nava bajar kirin. Gelên Efrînê ku her kêliyên wan li eniya şer derbas dibe, bê navber amadekariyan dikin. Her çend, ziman, bawerî û rengê wan cuda be jî, hemû ji bo parastina Efrînê dibin yek. Di meşa Efrînê de kalê 85 salî cit li ser piyan rawestiya û got: “Nikarin têkevin Efrinê."    Berxwedan û şerê li Efrinê di roja 38’an de berdewam dike. Gel di enişê şer de ax, gund û warê xwe diparêze. Ji ber gel gund û zeviyên xwe diparêze TSK nikare têkeve nava axa Efrînê. Tevî Konseya Neteweyên Yekbûyî biryara Agirbestê îlan kiriye jî TSK'ê êrîşên li ser Efrînê ranewestandine. Gelê Efrînê li dijî êrîşan bê navber di ber xwe dide û di kozikên şer de cihê xwe digirin. Vîna berxwedana gelê Efrînê û jiyana li nava Efrînê hêjayî dîtinê ye. Tevî 38 rojin bê navber TSK bi tang, top û balafiran Efrînê bombe dike jî gel cih û warên xwe terk nekirine.    BAJAR JI HER TIŞTÎ AGAHDAR E   Gel di bin êrîşên top, SİHA û JET'an de bê navber li ber xwe didin. Hem li eniyên şer li ber xwe didin û hem jî li nava bajar amadekariyên berxwedanek xurt dikin. Gelê Bajar ji sînor  û eniyan agahdar e û ji nêzîk ve dişopînin. Maşîneyên bangê jî bê navber li tax û kolanan digerin û banga meş û mitîngan dikin. Gelen Bakurê Sûriye yên duh gihiştin Efrinê dê îro meşek mezin pêk bînin. Ji bo tevlêbûna meşê amadekarî tên kirin û li kolan û taxan banga meşê tê kirin.    GEÊ EFRÎNÊ ZÛ DEST BI ROJÊ DIKIN   Li Efrînê her dem, roj zû dest pê dike, Çawa berê bi awayekî xweza û asayî jiyan diherikî piştî şer jî dîsa jiyana rojane wisa digerike. Gelê Efrînê hem ji bo jiyana rojane û hem ji bo tevlêbûna mîtîngê amadekariyan dikin. Ji ber ku di rojên dawî dê êrîşên li ser gundan zêde bûye, li nava bajar nifûs zêde bûye. Bajar bêzir zindî bûye û girse zêde bûye. Liv û tevgera jiyana bajar jî li gorî wê tê amadekirin. Li firinan liv û tevger zêde bûye.    RENG CÛDA DENG YEK IN   Piştî gelê Bakurê Sûriye hatin Efrînê li kolanên mezin ên Efrinê girse zêde bû. Girse li kolana herî mezin a Vilyayê kom dibin. Gelê kurd, ereb, êzîdî, suryanî û elewiyên ji bajarên Reqqa, Dêra Zor, Tabqa, Til Hemis, Dêrik, Qamişlo, Kobanê û Şengalê hatin Efrînê, bi reng, bawerî û zimanên cuda hatin cem hev û dengê xwe kirin yek. Her çend reng, nasname û bawerî cuda bin jî dengê tevan yek e. Her ku girse dimeşe tevlêbûna tax û kolanên dertorê jî zêde dibin. Meşên di demek kurd de mezin dibin di nava meşê de nûnerên rêxistina sivîl jî cihê xwe digirin.    Weki her meşê di vê meşê de jî posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye sembola gelan û baweriyan. Jin, zarok û mezin bi yek dingî derdikevin kolanê û tev li meşê dibin. Li seranseri kolanê bi yek dingî dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” berz dikin.    KALÊ 85 SALÎ: NIKARIN TÊKEVIN EFRÎNÊ   Kalê 85 salî Mihemmed Elî Ebdo yê ji gundê Kefersefrê hat û di nava meşê de cihê xwe girt jî, her çend di meşê de zahmetiyê dijî jî tev li meşê bû. Ebdo çawa girse û meşvan dît, gopalê destê xwe bilind kir û nîşaneya serkeftinê rakir û got: “Ez vê axê maç dikim. Ma me mala kê xera kir? Me mala kê şewitand? Çima Erdogan mala me xera dike? Heta ku Erdogan pê li cenazeyê me neke nikare têkeve Efrinê. Nikarin têkevin Efrînê."    LEYLA KOBANÊYÎ DI PÊŞIYÊ DE DIMEŞE   Di pêşiya meşê de Zaroka  8 salî Leyla Mihemmed a ji Kobanê bi pankarta li ser “Erdoğan Is The Killer Of Civilians- Erdogan sivîlan qetil dike" nivîsandiye balê dikişîne ser xwe. Leyla, bi pankartê di pêşiya meşê de cih girtiye û bi dengê berz dirûşmeya “Erdogan zarokan dikuje", "Erdogan mêrê xerab e" û "Em dibistanax we dixwazin" berz dike.    EFRÎNÊ YEKÎTIYA NETEWEYA KURD MEZIN KIR   Piştî êrîşa li ser Efrînê mezin bû, hesta yekîtiya kurd bêtir xurt bû û her kesî berê xwe dan Efrînê. Koma ji 50 endam û rêveberên Partiya Çep a Kurd a li Sûriye ku ji Til Temirê hatin û piştgirî dan berxwedana Efrînê, gelê Efrînê bi tenê nehiştin. Endamê Partiya Çep ê 55 sali Îsmail Hecî Ferhan  got: "Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê hatin. Efrîn axa kurdan e. Êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê neheqiyek gelek mezin e. Ev dagirkerî ye. Em û kurd bi hevre di nava aştiyê de dijîn. Gelê 4 perçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê li ser piyan in. Îro roja yekîtiya neteweya kurd e."    RUHÊ BERXWEDANÊ ZINDÎ YE   Tevgera nava rojê bi meşê bi dawî nabe. Pişti meşê stran tên strîn. Govend tê gerandin. Ji her ziman û baweriyan axaftin tên kirin û stran tên strîn. Ruh didin ruhê berxewdana bajar. Piştî meşê her kes diçe ser karê xwe. Esnaf  diçe ser karê dikanê û welatî diçe mala xwe karê xwe dikin. Gelê ji Bakurê Sûriye hatin ji diçin konên ji bo wan hatine amadekirin.    GEL DI PARASTINÊ DE YE   L her kolana Efrînê parastin ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Hêzên Parastina Jin (HPJ) ve tê parastin. Welatiyê 60 salî Hesen Ehmed ê keça wî di nava YPJ û kurê wî di nava YPG'ê de diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrinê dest pê kir di nava HPC'ê de cihê xwe digire. Kudret Mihemed a 21 salî jî di nava Hezên Parastina Jin (HPJ) de cih digire diyar kir ku ji bo parastina gel ew li vir têdikoşe.    Di saetên şevê de li qada Azadî werî nava rojê zindî ye. Girseya gel li vir qet kêm nabe û her dem zindî û bi tevger e. Li vir qanalên TV zindî weşanê dikin. Kom bi kom tên li vir qadên şer û cîhanê temaşe dikin. Gelek jê şeva xwe li vir derbas dikin.    'KÊ KURD XELAS KIRIN KU ERDOGAN KURDAN XELAS BIKE'    Kalê 70 salî Huseyin Karaguna, jî 20 roj berê ji ber êrîşên top û tangên TSK û OSO ji Gundê Axçelê tevî 14 endamên malbata xwe hatin Efrînê. Karaguna, bertek nîşanî helwesta Erdogan da û got: Heta niha kesî kurd xelas nekirine, Erdogan dê çawa kurdan xelas bike. Erdogan dê xwe li Efrînê xelas bike."    MA / Selami Aslan