Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya

  • rojane
  • 12:53 26 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE– Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylû ku bi hewesa wê PKK'ê biqedîne hat ser kar got "Em ê di Adarê de PKK'ê biqedînin", "Piştî Nîsanê wê kes navê PKK'ê bi lêv neke" bêyî ku bigihîje mexseda xwe, navê wî li lîsteya kesên dev ji peywirê berdan hat zêdekirin. 

Axaftina xatirxwestinê ya Wezîrê Karên Hundur Sulyeman Soylû ku sond xwaribû wê PKK'ê biqedîne, di rojevê de ye. 
 
SEDEMA BÊDENGIYA SOYLÛ DIYAR BÛ 
 
Soylûyê ku tê diyarkirin di navbera wî û Wezîrê Enerjiyê Beraat Albayrak de munaqeşe hene û ji ber van munaqeşeyan demeke li holê naxuyê, herî dawî li Trabzonê xîtabî ciwanên AKP'î kir. Soylû di axaftina xwe de, îşaret kir ku wê dev ji peywirê berde û got: "Dema tengasiya we bê dîtin, vekişin. Vekişandin jî erdem e. Gavavêtina bi paş ve jî erdem e. Ez neferekî Recep Tayyip Erdogan im. Li ku dibe bila be, lê ez ê tim wekî neferekî Recep Tayyip Erdogan tev bigerim. Dixwazim hûn heqê xwe helal bikin." 
 
Gotina Soylû ya "Ez neferê Erdogan im, li ku dibe bila ez ê tim wekî neferekî Erdogan tev bigerim", wekî ji bilî Wezareta Karên Hundur li cihekî din doza peywirê dike hat şîrovekirin. 
 
Soylû di dema Serokwezîrtiya Çîllerê ku ji bo PKK'ê gotibû "Ya wê biqede ya wê biqede" de, di nav Baskên Ciwanan de dest bi siyasetê kiribû. Paşê riya xwe bi Mehmet Agar re domand û herî dawî jî bû Serokê Giştî yê Partiya Demokratîkê (DP). Heta ku Soylû tev li AKP'ê nebûbû bi awayekî tund rexne li Erdogan dikirin. Lê belê bi stratejiyekê, muxalifên xwe yên nikaribû ji holê rabike wekî nimûneya Serokê Giştî yê Partiya ANAVATAN'ê Erkan Mûmcû û Serokê Giştî yê HAS PARTIY'ê Nûma Kûrtûlmûş, Serokê Giştî yê DP'ê Soylû jî bi mewkiyekê bêdeng kir. 
 
Soylûyê ku bi hedefa dê PKK'ê biqedîne hat ser kar, navê wî li lîsteya yên çûyînê hat zêdekirin. Ji roja ku PKK hatiye avakirin heta niha 36 kes bûne Wezîrê Karên Hundur. Soylû yê 36'emîn e. Her wiha ji roja ku PKK ava bûye heta niha 24 hikûmet, 14 Serokwezîr, 14 Serfermandarên Giştî û 7 Serokomar kar kirine. Hema bêje armanca hemûyan jî qedandina serhildana kurdan bû. 
 
Daxuyaniyên Soylû yên di navbera 2016-2017'an de ku ji bo siyaseta kurd gotine ev in: 
 
14'ê Mijdara 2016'an Stenbol: "Bila zanibin ku wê mehek jî di ser re derbas nebe, wê zivistan ji bo wan nebaş derba sbibe. Wê li vî welatî êdî navê PKK'ê neyê bilêvkirin." 
 
29'ê Mijdara 2016'an-Enqere: "Em bi terorê re mmicadele nakin, em îro terorê tasfiye dikin." 
 
3'ê Kanûna 2016'an-Amed: "Bi atybetî jî em di serdemeke ku terorê tasfiye dikin de ne." 
 
8'ê Kanûna 2016'an-Wan: "Ez îro rojên baş bi awayekî zelal dibêjim. Piştî Nîsanê wê tiştekî ku nikarin texmîn bikin were serê wan." 
 
14'ê Kanûna 2016'an-Colemêrg: "Em ê di meha Sibat, Adarê de teknolojiyeke wisa derxînin ku newêribin ji şikeftan jî derkevin." 
 
17'ê Kanûna 2016'an-Qeyserî: "Xwedî şahid e, em ê wan biqedînin, biqedînin û biqedînin." 
 
25'ê Kanûna 2016'an-Sêrt: "Li vir ez ji Qandîlê re jî û ji kesên pê ve dibêjim; hûn ê negihîjin biharê." 
 
22'yê Çileya 2017'an-Trabzon: "Serê me bilind e û ev kêliyên dawî yên rêxistinên terorê ne." 
 
2'yê Adara 2017'an-Dersim: "Biryara Serokomarê me, biryardariya serokwezîrê me û hikûmeta me, wêrekiya hêzên me yên ewlehiyê û bi baweriya gelê me em ê qira rêxistina terorîê bînin." 
 
4'ê Adara 2017'an-Mûgla: "Em ê li vî welatî navê PKK'ê biqedînin û paqij bikin." 
 
10'ê Adara 2017'an-Aydin: "Baş zanibin em ê koka we bînin (PKK). Polîtîkaya hikûmeta me, fermana serokomarê me, serokwezîrê me ye." 
 
20'ê Adara 2017-Enqere: "Niha deqên dawî yên rêxistina terorê ye. Bawer bikin em ê dirêj nekin." 
 
24'ê Adara 2017'an-Hatayê: "Dikarim bêjim ku bi awayekî topyekûn me nû dest pê kiriye. Wê li vî welatî kes navê PKK'ê bi lêv neke." 
 
26'ê Adara 2017'an-Trabzon Şalpazari: "Çi dibêjin bila bibêjin, xwazî bila Rojava li pitş wan be, xwazî bila muhîmatên xwe li her derî bi cih bikin, lê dixwazim hûn baş zanibin ku em ê li vê xakê PKK'ê paqij bikin." 
 
28'ê Adara 2017'an-Mêrsîn Erdemlî: "Me soza namûsê daye vî gelî. Baş zanibin wê li vî welatî careke din navê PKK'ê neyê bilêvkirin." 
 
4'ê Nîsana 2017'an-Manîsa Salihlî: "Hîn me nû dest pê kiriye. Sonda me heye, em ê PKK'ê ji vê xakê paqij bikin." 
 
10'ê Nîsana 2017'an-SÎnop: "DIxwazim hûn baş zanibin ku wê êdî kes li vî welatî navê PKK'ê bi lêv neke." 
 
13'ê Nîsana 2017'an-Agirî Panos: "Qet meraqan nekin, bi awayekî zelal dibêjim. Ger em vê PKK'ya ku çav berdaye biratî, yekîtî û dewlemeniya vî welatî em namerd bin." 
 
MA / Kenan Kırkaya

Sernavên din

27/02/2018
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn