Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya 2018-02-26 12:53:09 ENQERE– Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylû ku bi hewesa wê PKK'ê biqedîne hat ser kar got "Em ê di Adarê de PKK'ê biqedînin", "Piştî Nîsanê wê kes navê PKK'ê bi lêv neke" bêyî ku bigihîje mexseda xwe, navê wî li lîsteya kesên dev ji peywirê berdan hat zêdekirin.  Axaftina xatirxwestinê ya Wezîrê Karên Hundur Sulyeman Soylû ku sond xwaribû wê PKK'ê biqedîne, di rojevê de ye.    SEDEMA BÊDENGIYA SOYLÛ DIYAR BÛ    Soylûyê ku tê diyarkirin di navbera wî û Wezîrê Enerjiyê Beraat Albayrak de munaqeşe hene û ji ber van munaqeşeyan demeke li holê naxuyê, herî dawî li Trabzonê xîtabî ciwanên AKP'î kir. Soylû di axaftina xwe de, îşaret kir ku wê dev ji peywirê berde û got: "Dema tengasiya we bê dîtin, vekişin. Vekişandin jî erdem e. Gavavêtina bi paş ve jî erdem e. Ez neferekî Recep Tayyip Erdogan im. Li ku dibe bila be, lê ez ê tim wekî neferekî Recep Tayyip Erdogan tev bigerim. Dixwazim hûn heqê xwe helal bikin."    Gotina Soylû ya "Ez neferê Erdogan im, li ku dibe bila ez ê tim wekî neferekî Erdogan tev bigerim", wekî ji bilî Wezareta Karên Hundur li cihekî din doza peywirê dike hat şîrovekirin.    Soylû di dema Serokwezîrtiya Çîllerê ku ji bo PKK'ê gotibû "Ya wê biqede ya wê biqede" de, di nav Baskên Ciwanan de dest bi siyasetê kiribû. Paşê riya xwe bi Mehmet Agar re domand û herî dawî jî bû Serokê Giştî yê Partiya Demokratîkê (DP). Heta ku Soylû tev li AKP'ê nebûbû bi awayekî tund rexne li Erdogan dikirin. Lê belê bi stratejiyekê, muxalifên xwe yên nikaribû ji holê rabike wekî nimûneya Serokê Giştî yê Partiya ANAVATAN'ê Erkan Mûmcû û Serokê Giştî yê HAS PARTIY'ê Nûma Kûrtûlmûş, Serokê Giştî yê DP'ê Soylû jî bi mewkiyekê bêdeng kir.    Soylûyê ku bi hedefa dê PKK'ê biqedîne hat ser kar, navê wî li lîsteya yên çûyînê hat zêdekirin. Ji roja ku PKK hatiye avakirin heta niha 36 kes bûne Wezîrê Karên Hundur. Soylû yê 36'emîn e. Her wiha ji roja ku PKK ava bûye heta niha 24 hikûmet, 14 Serokwezîr, 14 Serfermandarên Giştî û 7 Serokomar kar kirine. Hema bêje armanca hemûyan jî qedandina serhildana kurdan bû.    Daxuyaniyên Soylû yên di navbera 2016-2017'an de ku ji bo siyaseta kurd gotine ev in:    14'ê Mijdara 2016'an Stenbol: "Bila zanibin ku wê mehek jî di ser re derbas nebe, wê zivistan ji bo wan nebaş derba sbibe. Wê li vî welatî êdî navê PKK'ê neyê bilêvkirin."    29'ê Mijdara 2016'an-Enqere: "Em bi terorê re mmicadele nakin, em îro terorê tasfiye dikin."    3'ê Kanûna 2016'an-Amed: "Bi atybetî jî em di serdemeke ku terorê tasfiye dikin de ne."    8'ê Kanûna 2016'an-Wan: "Ez îro rojên baş bi awayekî zelal dibêjim. Piştî Nîsanê wê tiştekî ku nikarin texmîn bikin were serê wan."    14'ê Kanûna 2016'an-Colemêrg: "Em ê di meha Sibat, Adarê de teknolojiyeke wisa derxînin ku newêribin ji şikeftan jî derkevin."    17'ê Kanûna 2016'an-Qeyserî: "Xwedî şahid e, em ê wan biqedînin, biqedînin û biqedînin."    25'ê Kanûna 2016'an-Sêrt: "Li vir ez ji Qandîlê re jî û ji kesên pê ve dibêjim; hûn ê negihîjin biharê."    22'yê Çileya 2017'an-Trabzon: "Serê me bilind e û ev kêliyên dawî yên rêxistinên terorê ne."    2'yê Adara 2017'an-Dersim: "Biryara Serokomarê me, biryardariya serokwezîrê me û hikûmeta me, wêrekiya hêzên me yên ewlehiyê û bi baweriya gelê me em ê qira rêxistina terorîê bînin."    4'ê Adara 2017'an-Mûgla: "Em ê li vî welatî navê PKK'ê biqedînin û paqij bikin."    10'ê Adara 2017'an-Aydin: "Baş zanibin em ê koka we bînin (PKK). Polîtîkaya hikûmeta me, fermana serokomarê me, serokwezîrê me ye."    20'ê Adara 2017-Enqere: "Niha deqên dawî yên rêxistina terorê ye. Bawer bikin em ê dirêj nekin."    24'ê Adara 2017'an-Hatayê: "Dikarim bêjim ku bi awayekî topyekûn me nû dest pê kiriye. Wê li vî welatî kes navê PKK'ê bi lêv neke."    26'ê Adara 2017'an-Trabzon Şalpazari: "Çi dibêjin bila bibêjin, xwazî bila Rojava li pitş wan be, xwazî bila muhîmatên xwe li her derî bi cih bikin, lê dixwazim hûn baş zanibin ku em ê li vê xakê PKK'ê paqij bikin."    28'ê Adara 2017'an-Mêrsîn Erdemlî: "Me soza namûsê daye vî gelî. Baş zanibin wê li vî welatî careke din navê PKK'ê neyê bilêvkirin."    4'ê Nîsana 2017'an-Manîsa Salihlî: "Hîn me nû dest pê kiriye. Sonda me heye, em ê PKK'ê ji vê xakê paqij bikin."    10'ê Nîsana 2017'an-SÎnop: "DIxwazim hûn baş zanibin ku wê êdî kes li vî welatî navê PKK'ê bi lêv neke."    13'ê Nîsana 2017'an-Agirî Panos: "Qet meraqan nekin, bi awayekî zelal dibêjim. Ger em vê PKK'ya ku çav berdaye biratî, yekîtî û dewlemeniya vî welatî em namerd bin."    MA / Kenan Kırkaya