ENQERE - ÇGD 40’emîn salvegera avakirina xwe pîroz kir û got: “Berî 40 salan me bi karekterekê şoreşger/muxalîf dest bi xebatên xwe kir. Ji wê demê heya îro êrîşîn li ser çapemeniyê berdewam dikin.”
Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) 40’emîn salvegera avakirina xwe pîroz kir û ev peyam da: “Berî 40 salan, em komek rojnameger û nûnerên sendîkayan weke ‘hovîtiya bayê’ dest bi rêya dûr û dirêj kir. Xwediyên wesfandina ‘hovîtiya bayê’ serokê me yê giştî Alattîn Orhan, lijneya rêvebir, rojnamegerên ciwan û sosyalîstin.”
ÇGD’ê diyar kir ku 40 salin tekoşîna xwe ya rojnamegertiyê berdewam dikin û wiha got: “Îro jî li dijî sansûr, êrîş, ji kar derxistin, tundî û gefên li girtîgehan em şerê hebûnê didin. Em li dijî şer aştiyê, li dijî dîktatoriyê demokrasiyê û li dijî emparyalîzmê serbixwetiyê diparêzin. Di van 40 salên dawî de em hemû hustayên xwe yên me winda kirin bibîr tînin û spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin.”
ÇGD’ê di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ji bo parastina rojnamegertiyê tekane rê têkoşîna birêxistin kiriye. Werin em dest bidin destên hev û paşaroja xwe ya birûmet mezintir bikin.”