8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin

  • rojane
  • 09:15 23 Sibat 2018
  • |
img

AGIRÎ - Şaredariya Bazîdê ya qeyûm tayînî wê kirin, bi hincetên 'Bi şaşî peykerê Ehmedê Xanî hilweşiya', 'Dê di demeke kin de li cihê wê ya nû bê çikandin' 8 mehin gelê Bazidê dixin nava bendewariyan lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Li gorî welatiyên navçeyê, peyker ne bi şaşî bi zanebûn û zilimkarî hatiye rûxandin.

Peykerê fîlozofê kurd Ehmedê Xanî, li Parka Ehmedê Xanî ya li ser Kolana Mezin a Agiriyê ya navçeya Bazîda Agiriyê hatibû çikandin, piştî di 22'yê Hezîrana 2017'an de Qaymeqaym Ulaş Akhan wekî qeyûm tayînê Şaredariya Bazîdê kirin, karê wî yê destpêkê peykerê Xanî bi ekîbên şaredariyê da rûxandin. Piştî bertekên li dijî rûxandina peyker zêde bûn, Ulaş Akhan daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got: "Di 22'yê Hezîrana 2017'an de dema maşîneyên kar li ser Kolana Mezin a Agiriyê peyarê çê dikir, bi qezayê peykerê Ahmed-î Hanî hilweşiya, ekîbên şaredariya me peyekr rakirine. Şaredariya me bi heman şêweyî daxwaz kiriye dê di demek kin de peyker li cihê wê bê çikandin."
 
Lê bi ser rûxandina peyker re 8 meh derbas bû, hêj tu pêşketin tune, di vî warî de gavek jî nehat avêtin.
 
Xebatên li parkê hêj dewam dikin, gelek dar jî bi kokê ve hatine rakirin, avahiya bi textan di nava parkê de hatibû çêkirin jî rakirin, li cihê wê avahiyeke betonî hat çêkirin. Peykerê ku li cihê wê nehat çikandin, welatiyên navçeyê bertekên xwe anîn ziman.
 
‘BILA BES ME BIXAPÎNIN’
 
Şêniyê navçeyê Suleyman Çinar, diyar kir ku Ehmedê Xaî ji bo wan nirxekî mezin e, peykerê wî jî wekî Qesra Îshakpaşa yek jî remzên herî giranbuha ên dîrokî ne. Çinar, da zanîn ku piştî peyker rûxandin, soza ji bo peyker dane, nanîne cih û ev tişt got: "Peyker li cihê wê bi cih bikin dê baş be. Bavê Xanî mirovekî mezin e. Li vir li ser navê wî sond dixwen. Bila bes me bixapînin û di demek nêz de pyeker li cihê wî biçikînin." Suleyman Sari jî rûxandina peyker wekî êrîşeke li dijî nirxên kurdan pênase kir û wiha got: "Ji peykerekê re tehmûl nekin, dê çawa ji nirxên me re tehmûl bikin. Piştî peyker rûxandin, li ser navê Ehmedê xanî li vir mîhrîcan li darxistin. Ji hêlekê ve êrîşî nirxê me dikin, ji hêlekê ve li ser nirxên me mîhrîcanê li dardixin."
 
‘NE BI QEZAYÊ, BI ZILMÊ RAKIRIN’
 
Hamza Sagin ê 80 salî jî bi lêv kir ku Ehmedê Xanî ji bo wan ewliyayekî mezin û mirovekî zinayr e û wiha pê de çû: "Peyker bi qezayê nehat rûxandin. Qeyûm tayîn kirin û bi zilmê rûxandin. Di dema hilbijartinê de her dem behsa Xanî dikin û me dixapînin. Ji hêlekê ve jî êrîşê nirxan dikin. En dixwazin peyker careke din bê çikandin. Dewletê bixwe peyker rûxand."
 
‘KURDAN CEZA DIKIN’
 
Y.A. yê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, derbirî ku kes bawer nake peykerê Xanî bi qezayê rûxiya ye û ev tişt anî ziman: "Di şexsê Xanî de gelên li vir ceza dikin. Wekî gelek bararên din, qeyûm li vir jî peykerê Xanî rûxand. Piştî gel bertek da nîşan, gotin bi qezayê hilweşiya ye. Li ser bertekan gotin ku 'Emê di demek nêz de li cihê wê biçikînin.' Piştî gel ji bîr kir, li cihê wê neçikandin. Ji xwe em naxwazin ev hişmendiya qirêj peyker biçikîne."
 
‘DEST NEDIN NIRXÊN GEL’
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bazîdê Selahattîn Savaş, destnîşan kir ku rûxandina peyker di nava civakê de bertekek zêde çêkiriye û wiha got: "Ew qas dem derbas bû hêj peyker li cihê wê bi cih nekirin. Divê dest nedin nirxên gelan. Em ê bûyerê bişopînin."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

24/02/2018
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin