8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin 2018-02-23 09:15:09 AGIRÎ - Şaredariya Bazîdê ya qeyûm tayînî wê kirin, bi hincetên 'Bi şaşî peykerê Ehmedê Xanî hilweşiya', 'Dê di demeke kin de li cihê wê ya nû bê çikandin' 8 mehin gelê Bazidê dixin nava bendewariyan lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Li gorî welatiyên navçeyê, peyker ne bi şaşî bi zanebûn û zilimkarî hatiye rûxandin. Peykerê fîlozofê kurd Ehmedê Xanî, li Parka Ehmedê Xanî ya li ser Kolana Mezin a Agiriyê ya navçeya Bazîda Agiriyê hatibû çikandin, piştî di 22'yê Hezîrana 2017'an de Qaymeqaym Ulaş Akhan wekî qeyûm tayînê Şaredariya Bazîdê kirin, karê wî yê destpêkê peykerê Xanî bi ekîbên şaredariyê da rûxandin. Piştî bertekên li dijî rûxandina peyker zêde bûn, Ulaş Akhan daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got: "Di 22'yê Hezîrana 2017'an de dema maşîneyên kar li ser Kolana Mezin a Agiriyê peyarê çê dikir, bi qezayê peykerê Ahmed-î Hanî hilweşiya, ekîbên şaredariya me peyekr rakirine. Şaredariya me bi heman şêweyî daxwaz kiriye dê di demek kin de peyker li cihê wê bê çikandin."   Lê bi ser rûxandina peyker re 8 meh derbas bû, hêj tu pêşketin tune, di vî warî de gavek jî nehat avêtin.   Xebatên li parkê hêj dewam dikin, gelek dar jî bi kokê ve hatine rakirin, avahiya bi textan di nava parkê de hatibû çêkirin jî rakirin, li cihê wê avahiyeke betonî hat çêkirin. Peykerê ku li cihê wê nehat çikandin, welatiyên navçeyê bertekên xwe anîn ziman.   ‘BILA BES ME BIXAPÎNIN’   Şêniyê navçeyê Suleyman Çinar, diyar kir ku Ehmedê Xaî ji bo wan nirxekî mezin e, peykerê wî jî wekî Qesra Îshakpaşa yek jî remzên herî giranbuha ên dîrokî ne. Çinar, da zanîn ku piştî peyker rûxandin, soza ji bo peyker dane, nanîne cih û ev tişt got: "Peyker li cihê wê bi cih bikin dê baş be. Bavê Xanî mirovekî mezin e. Li vir li ser navê wî sond dixwen. Bila bes me bixapînin û di demek nêz de pyeker li cihê wî biçikînin." Suleyman Sari jî rûxandina peyker wekî êrîşeke li dijî nirxên kurdan pênase kir û wiha got: "Ji peykerekê re tehmûl nekin, dê çawa ji nirxên me re tehmûl bikin. Piştî peyker rûxandin, li ser navê Ehmedê xanî li vir mîhrîcan li darxistin. Ji hêlekê ve êrîşî nirxê me dikin, ji hêlekê ve li ser nirxên me mîhrîcanê li dardixin."   ‘NE BI QEZAYÊ, BI ZILMÊ RAKIRIN’   Hamza Sagin ê 80 salî jî bi lêv kir ku Ehmedê Xanî ji bo wan ewliyayekî mezin û mirovekî zinayr e û wiha pê de çû: "Peyker bi qezayê nehat rûxandin. Qeyûm tayîn kirin û bi zilmê rûxandin. Di dema hilbijartinê de her dem behsa Xanî dikin û me dixapînin. Ji hêlekê ve jî êrîşê nirxan dikin. En dixwazin peyker careke din bê çikandin. Dewletê bixwe peyker rûxand."   ‘KURDAN CEZA DIKIN’   Y.A. yê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, derbirî ku kes bawer nake peykerê Xanî bi qezayê rûxiya ye û ev tişt anî ziman: "Di şexsê Xanî de gelên li vir ceza dikin. Wekî gelek bararên din, qeyûm li vir jî peykerê Xanî rûxand. Piştî gel bertek da nîşan, gotin bi qezayê hilweşiya ye. Li ser bertekan gotin ku 'Emê di demek nêz de li cihê wê biçikînin.' Piştî gel ji bîr kir, li cihê wê neçikandin. Ji xwe em naxwazin ev hişmendiya qirêj peyker biçikîne."   ‘DEST NEDIN NIRXÊN GEL’   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bazîdê Selahattîn Savaş, destnîşan kir ku rûxandina peyker di nava civakê de bertekek zêde çêkiriye û wiha got: "Ew qas dem derbas bû hêj peyker li cihê wê bi cih nekirin. Divê dest nedin nirxên gelan. Em ê bûyerê bişopînin."   MA / Mujdat Can