Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e

  • rojane
  • 13:35 22 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN - Gundiyên ser sînorên Efrînê yên xwe sipartin gundên dûrî sînor, bertek nîşanî êrîşan dan û gotin:  “Em naçin tu derê. Rojên xweş li benda gelan e.”

 
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 34’an de jî berdewam dikin. Her roja derbas dibe asta berxwedanê ya li dijî  êrîşên li ser Efrînê mezintir dibe. Hêzên QSD’ê li 7 ceperên Efrînê parastinê dikin û bersiv didin êrîşan.  Efrîniyên welatê xwe terk nakin bertek nîşanî êrîşan da û soza bilindkirina berxwedanê dan. 
 
Bi rojane navçeya Cindirêsê bi dijwarî tê topbaran kirin. Gundê Tilifê yê 10 kîlometre dûrî navenda Efrînê ye, yek ji mînakên piştevaniyê yên li Efrînê dide nîşandan. Li gundê Tilifê 60 malbat û 200 kes dijîn. Gundê Tilifê berî 2 salan deriyê xwe ji koçberên Şehba re vekirine û malbatên kurd ên berî 15 rojan ji gundê Baflurê koç kirin hembêz kirine.   
 
‘GER EM LI BERXWE BIDIN DÊ EV BELA JÎ DERBAS BIBE’
 
Adîl Mustafa Henan ê 62 salî ku li gund dijî, ligel malbata xwe ya qerebalix a 16 kesê jî, alîkariyê dide hin malbatên koçber. Henan, diyar kir ku ligel êrîşên li ser Efrînê moralê wan pir bilinde û wiha axivî: “Gelek bela bi ser me de hatin û derbas bûn. Ger em li ber xwe bidin dê ev bela jî derbas bibe. Heya niha moralê me di cih deye. Em li gundê xwe rûdinin û em naçin ciheke din. Teqez em dernakevin. Em bi gundiyan re  dinava piştevaniyê dene. Bi çek û hevalên xwe re, li dijî çeteyên bên em ê şer bikin.” 
 
‘DIXWAZIN ME JI VÊ DERÊ JÎ DERBIXIN’
 
Malbata Hamuş a berî 2 salan ji ber êrîşên OSO ji herêma Şehbayê reviyan û hatin gundê Henan jî, diyar kir ku ew naxwazin ji ber şerê heyî gundê ku nêzî du salane lê dijîn terk bikin. Yek ji endamên Malbatê Fatma Hamuş, anî ziman ku dê Xweda belaya Erdogan li Efrînê bidiyê û wiha axivî: “Em ji şer reviyan û hatin vir. Dixwazin me ji vê derê jî derbixin. Em ji vê derê naçin.” 
 
‘QSD EWLEKARIYA ME DIPARÊZE’
 
Di şerê 34 rojan de nêzî 100 kesan ji gundê Tilifê bi cih bûne. Gundê Tilifê dem bi dem dibe hedefa topan, lê ligel vê yekê jî welatî gund terk nakin. Yek ji malbata Ebbas Rifat Ebbas ê 55 salî yê berî du hefteyan ji gundê Baflûrê hatî gundê Tilîfê jî, anî ziman ku ew naxwazin ji gundên xwe derbikevin û wiha got: “Hêzên QSD’ê gundê me diparên û ji bo ewlekariya canê me, em ji gund derxistin.”
 
‘DIXWAZIN AXA KURDAN DAGIR BIKIN’
 
Keçe Rifat Ebbas Rindê Ebbas jî, da zanîn ku Tirkiye dixwaze axa kurdan dagir bike û wiha bilêv kir: “Em naçin tu derê. Ev komên bûne bela serê Rojhilata Navîn, dê li Efrînê winda bikin û têk biçin. Baweriya me bi vê heye. Rojên xwe li benda hemû gelane.”
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

24/02/2018
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin