Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e 2018-02-22 13:35:41 EFRÎN - Gundiyên ser sînorên Efrînê yên xwe sipartin gundên dûrî sînor, bertek nîşanî êrîşan dan û gotin:  “Em naçin tu derê. Rojên xweş li benda gelan e.”   Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 34’an de jî berdewam dikin. Her roja derbas dibe asta berxwedanê ya li dijî  êrîşên li ser Efrînê mezintir dibe. Hêzên QSD’ê li 7 ceperên Efrînê parastinê dikin û bersiv didin êrîşan.  Efrîniyên welatê xwe terk nakin bertek nîşanî êrîşan da û soza bilindkirina berxwedanê dan.    Bi rojane navçeya Cindirêsê bi dijwarî tê topbaran kirin. Gundê Tilifê yê 10 kîlometre dûrî navenda Efrînê ye, yek ji mînakên piştevaniyê yên li Efrînê dide nîşandan. Li gundê Tilifê 60 malbat û 200 kes dijîn. Gundê Tilifê berî 2 salan deriyê xwe ji koçberên Şehba re vekirine û malbatên kurd ên berî 15 rojan ji gundê Baflurê koç kirin hembêz kirine.      ‘GER EM LI BERXWE BIDIN DÊ EV BELA JÎ DERBAS BIBE’   Adîl Mustafa Henan ê 62 salî ku li gund dijî, ligel malbata xwe ya qerebalix a 16 kesê jî, alîkariyê dide hin malbatên koçber. Henan, diyar kir ku ligel êrîşên li ser Efrînê moralê wan pir bilinde û wiha axivî: “Gelek bela bi ser me de hatin û derbas bûn. Ger em li ber xwe bidin dê ev bela jî derbas bibe. Heya niha moralê me di cih deye. Em li gundê xwe rûdinin û em naçin ciheke din. Teqez em dernakevin. Em bi gundiyan re  dinava piştevaniyê dene. Bi çek û hevalên xwe re, li dijî çeteyên bên em ê şer bikin.”    ‘DIXWAZIN ME JI VÊ DERÊ JÎ DERBIXIN’   Malbata Hamuş a berî 2 salan ji ber êrîşên OSO ji herêma Şehbayê reviyan û hatin gundê Henan jî, diyar kir ku ew naxwazin ji ber şerê heyî gundê ku nêzî du salane lê dijîn terk bikin. Yek ji endamên Malbatê Fatma Hamuş, anî ziman ku dê Xweda belaya Erdogan li Efrînê bidiyê û wiha axivî: “Em ji şer reviyan û hatin vir. Dixwazin me ji vê derê jî derbixin. Em ji vê derê naçin.”    ‘QSD EWLEKARIYA ME DIPARÊZE’   Di şerê 34 rojan de nêzî 100 kesan ji gundê Tilifê bi cih bûne. Gundê Tilifê dem bi dem dibe hedefa topan, lê ligel vê yekê jî welatî gund terk nakin. Yek ji malbata Ebbas Rifat Ebbas ê 55 salî yê berî du hefteyan ji gundê Baflûrê hatî gundê Tilîfê jî, anî ziman ku ew naxwazin ji gundên xwe derbikevin û wiha got: “Hêzên QSD’ê gundê me diparên û ji bo ewlekariya canê me, em ji gund derxistin.”   ‘DIXWAZIN AXA KURDAN DAGIR BIKIN’   Keçe Rifat Ebbas Rindê Ebbas jî, da zanîn ku Tirkiye dixwaze axa kurdan dagir bike û wiha bilêv kir: “Em naçin tu derê. Ev komên bûne bela serê Rojhilata Navîn, dê li Efrînê winda bikin û têk biçin. Baweriya me bi vê heye. Rojên xwe li benda hemû gelane.”   MA / Selamî Aslan