Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in

  • rojane
  • 12:06 22 Sibat 2018
  • |
img

AMED- Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Mehmet Temîzyuz, got girtîgehên li Tirkiyeyê ji girtîgeha Camp 1391 ku wekî Gûantanamoya Îsraîlê tê zanîn xerabtir in. 

Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) ku piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) tên derxistin, li girtîgehan kincên yektîpî li girtiyan ferz dikin û her diçe binpêkirinên mafan jî zêdetir dibin. Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Mehmet Temîzyuz binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên derhuqûqî nirxandin. Temîzyuz got li girtiyên li dijî pêkanînên derhuqûqî dertên lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û ji ber ve gelek girtiyên ku cezayên wan qediyaye nayên berdan. Temîzyuz, destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê ji Girtîgeha Camp 1391 ku wekî Gûantanamoya Îsraîlê tê zanîn xerabtir in. 
 
Camp 1391 ji bo ereb û cihûyên ku li dijî rêveberiya dagiriyê ya Îngîltereyê serî radikirin hatibû avakirin û hîn jî li Îsraîlê tê bikaranîn. 
 
'DERBASÎ PERGALA QAFESÊ BÛNE'
 
Temîzyuz, destnîşan kir ku bi vî awayî cezayê ku girtî asîmanan nebînin tê dayîn û çend mînak dan: "Li Girtîgeha Tokatê, di dema hevdîtinên telefonê de, pêşî ji malbatan dixwazin ku tekmîlê bidin. Li Girtîgeha Bolûyê li eywana hevdîtinên alayên tirk ên gelekî mezin hatine daliqandin. Li Girtîgeha Tarsûsê tiraşa por a yektîpiyê li hemû girtiyan tê ferzkirin. Li Girtîgeha Trabzonê ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin. Derbasî pergala qefesê bûne. Ji bo girtî asîmanan nebînin." 
 
PIRTÛK Û RADYO TÊN DESTESERKIRIN 
 
Temîzyuz, destnîşan kir ku pirtûk û radyoyên ku pêşî di kontrola îdareyê re derbas bûne, di avêtina ser qawîşan de tên desteserkirin û ji ber pirtûkan der barê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin. Her wiha Temîzyuz got ku li hin girtîgehan tenê qenaleke televîzyonê weşanê dike û ew jî qenala A Haberê ye. 
 
Temîzyuz destnîşan kir ku demên hevdîtinên vekirî û girtî bi awayekî kêfî tên sînordarkirin. Temîzyuz diyar kir ku berê hevdîtina bi riya telefonê heftê carekê bû niha bûye 15 rojan carekê û hevdîtina vekirî ya ku berê mehê carekê bû niha bûye 2 mehan carekê. Temîzyuz diyar kir ku girtiyan dernaxînin qada hevpar û fealiyetên wan ên hobiyê jî tên qedexekirin. Temîzyuz destnîşan kir ku li hundurê odeyan, hewadariyê û heta li hin girtîgehan kamerayên ku destşo û serşoyê dibînin hatine bicihkirin. Temîzyuz destnîşan kir ku malbatên ji Amedê ji bo xizmên xwe bibînin diçin Edîrneyê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Temîzyuz got: "Jixwe li girtiyan tê kirin, lê bi ser de malbat ji bî muameleyên kêfî re rû bi rû dimînin. Ji ber amûra X-rayê ewqas hatiye hesaskirin ku êdî ji bo zincîra pantolon jî alarm lê dikeve. Li Girtîgeha Bolûyê kincên li cem wan in didin malbatan. Heta kinc neyên li xwekirin  wan naxin hundur." 
 
PIŞTÎ SALEK ŞÛN DE NAME HAT DAYÎN 
 
Temîzyuz got gelek name bi hinceta "propagandaya rêxistinê dihebînin" nadin girtiyan an jî bêyî unsûreke sûcî di wan de hebe cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Temîzyuz destnîşan kir ku nameya ku wî ji birayê xwe yê di Girtîgeha Tekîrdagê de ye şandiye, piştî salekê şûn de radestî birayê wî hatiye kirin. 
 
NIFÛSA GIRTÎGEHAN 2 QAT CEZAEVLERİNİN NÜFUSU 2 KAT ARTTI
 
Temîzyuz, destnîşan kir ku welat veguheriye girtîgeheke nîvekirî û di salên dawî de nifûsa girtîgehan du qat zêdetir bûye. Temîzyuz diyar kir ku li girtîgehên Amed, Sêrt û Rihayê hejmara girtiyan zêdeyî kapasîteyê ye û heta li hin girtîgehan kapasîte du qat zêde bûye. Temîzyuz bi lêv kir ku ji ber vê yekê gelek pirsgirêk rû didin. Temîzyuz got zivistanê li gelek girtîgehan pirsgirêka ava germ çê dibe û pêdiviya ava germ heftê bi rojek du rojan û çend saetan hatiye sînordarkirin û ev yek rê li ber nexweşînan vedike. 
 
'YEK TÎP BÊRÛMETIYÊ FERZ DIKE’ 
 
Temîzyuz li ser anîna bi darê zorê ya cilên yek tîp jî rawestiya û got: “Me li gelek girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Girtî biryara xwe dane û dibêjin ku ew ê cilên yektîpî li xwe nekin. Dixwazin rûmeta girtiyan bişkênin. Dixwazin girtiyan biçûk bixînin û ev jî cureyek îşkenceyê ye. Ji zextên li ser girtiyan tê fêmkirin ku amadekariya cilên yektîpiyê dikin. Êdî girtî pir aşkera diyar dikin ku ew ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin." 
 
'HEMÛ MUAMELEYÊN XERAB LI DIJÎ GIRTIYAN TÊN KIRIN’ 
 
Temzîyuz têkildarî girtiyên nexweş jî ev tişt gotin: “Dibêjin ku li girtîgehan ji ber nexweşiyê mirin çê nabe. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Dadê di 8 salên dawî de 2 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dane. Serê bijîşkekî/ê 850-900 girtî dikeve. Her dem dermankirin tê taloqkirin. Girtî demeke dirêj li benda dermankirinê ya li revîr û nexweşxaneyan dimînin. Dema girtiyan dibin kontrolê jî ya tên derpkirin an jî muayena kelepçekirî li ser wan ferz dikin. Hemû muameleyên nebaş li ser girtiyan tên kirin.” 
 
'DADGER Û DOZGER HENEKÊN XWE DIKIN’ 
 
Temîzyuz da zanîn ku beriya herêmên pîlot bên diyarkirin, hn mueyîde tên sepandin û girtiyên li dijî pîlotiyê derdikevin jî bo cezayê mueyîdeyî re rû bi rû dimînin û girtiyên li dijî vê li ber xwe didin jî tên sewqkirin. Temîzyuz diyar kir ku dadger û dozger li dijî girtiyan bi awayekî necidî tev digerin û helwesta dadger û dozgeran ew e ku wekî henekên xwe bi girtiyan bikin. 
 
‘ZAROKÊN DIWELIDIN TÊN CEZAKIRIN’ 
 
Temîzyuz bal kişand ser rewşa zarokên girtî jî û wiha got: “Zarokên nû çê dibin li gel dayikên wan diavêjin girtîgehan. Zarokên nû çavê xwe li jiyanê vedikin tên cezakirin. Girtîgeh ne li gorî xwedîkirina zarokan e. Ji bo vê rewşê jî mixabin tu lêgerînên çareseriyê nînin.” 
 
'DI RÊZA 7’AN DE YE’ 
 
Temîzyuz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û got li cîhanê Tirkiye di warê binpêkirina mafê mirovan de di rêza 7’emîn de ye. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz
 

Sernavên din

24/02/2018
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin