Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in 2018-02-22 12:06:16 AMED- Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Mehmet Temîzyuz, got girtîgehên li Tirkiyeyê ji girtîgeha Camp 1391 ku wekî Gûantanamoya Îsraîlê tê zanîn xerabtir in.  Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê (KHK) ku piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) tên derxistin, li girtîgehan kincên yektîpî li girtiyan ferz dikin û her diçe binpêkirinên mafan jî zêdetir dibin. Berdevkê Înîsyatîfa Piştevaniya Girtiyan Mehmet Temîzyuz binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêkanînên derhuqûqî nirxandin. Temîzyuz got li girtiyên li dijî pêkanînên derhuqûqî dertên lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û ji ber ve gelek girtiyên ku cezayên wan qediyaye nayên berdan. Temîzyuz, destnîşan kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê ji Girtîgeha Camp 1391 ku wekî Gûantanamoya Îsraîlê tê zanîn xerabtir in.    Camp 1391 ji bo ereb û cihûyên ku li dijî rêveberiya dagiriyê ya Îngîltereyê serî radikirin hatibû avakirin û hîn jî li Îsraîlê tê bikaranîn.    'DERBASÎ PERGALA QAFESÊ BÛNE'   Temîzyuz, destnîşan kir ku bi vî awayî cezayê ku girtî asîmanan nebînin tê dayîn û çend mînak dan: "Li Girtîgeha Tokatê, di dema hevdîtinên telefonê de, pêşî ji malbatan dixwazin ku tekmîlê bidin. Li Girtîgeha Bolûyê li eywana hevdîtinên alayên tirk ên gelekî mezin hatine daliqandin. Li Girtîgeha Tarsûsê tiraşa por a yektîpiyê li hemû girtiyan tê ferzkirin. Li Girtîgeha Trabzonê ser hewadariyan bi têlan hatiye girtin. Derbasî pergala qefesê bûne. Ji bo girtî asîmanan nebînin."    PIRTÛK Û RADYO TÊN DESTESERKIRIN    Temîzyuz, destnîşan kir ku pirtûk û radyoyên ku pêşî di kontrola îdareyê re derbas bûne, di avêtina ser qawîşan de tên desteserkirin û ji ber pirtûkan der barê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin. Her wiha Temîzyuz got ku li hin girtîgehan tenê qenaleke televîzyonê weşanê dike û ew jî qenala A Haberê ye.    Temîzyuz destnîşan kir ku demên hevdîtinên vekirî û girtî bi awayekî kêfî tên sînordarkirin. Temîzyuz diyar kir ku berê hevdîtina bi riya telefonê heftê carekê bû niha bûye 15 rojan carekê û hevdîtina vekirî ya ku berê mehê carekê bû niha bûye 2 mehan carekê. Temîzyuz diyar kir ku girtiyan dernaxînin qada hevpar û fealiyetên wan ên hobiyê jî tên qedexekirin. Temîzyuz destnîşan kir ku li hundurê odeyan, hewadariyê û heta li hin girtîgehan kamerayên ku destşo û serşoyê dibînin hatine bicihkirin. Temîzyuz destnîşan kir ku malbatên ji Amedê ji bo xizmên xwe bibînin diçin Edîrneyê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Temîzyuz got: "Jixwe li girtiyan tê kirin, lê bi ser de malbat ji bî muameleyên kêfî re rû bi rû dimînin. Ji ber amûra X-rayê ewqas hatiye hesaskirin ku êdî ji bo zincîra pantolon jî alarm lê dikeve. Li Girtîgeha Bolûyê kincên li cem wan in didin malbatan. Heta kinc neyên li xwekirin  wan naxin hundur."    PIŞTÎ SALEK ŞÛN DE NAME HAT DAYÎN    Temîzyuz got gelek name bi hinceta "propagandaya rêxistinê dihebînin" nadin girtiyan an jî bêyî unsûreke sûcî di wan de hebe cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Temîzyuz destnîşan kir ku nameya ku wî ji birayê xwe yê di Girtîgeha Tekîrdagê de ye şandiye, piştî salekê şûn de radestî birayê wî hatiye kirin.    NIFÛSA GIRTÎGEHAN 2 QAT CEZAEVLERİNİN NÜFUSU 2 KAT ARTTI   Temîzyuz, destnîşan kir ku welat veguheriye girtîgeheke nîvekirî û di salên dawî de nifûsa girtîgehan du qat zêdetir bûye. Temîzyuz diyar kir ku li girtîgehên Amed, Sêrt û Rihayê hejmara girtiyan zêdeyî kapasîteyê ye û heta li hin girtîgehan kapasîte du qat zêde bûye. Temîzyuz bi lêv kir ku ji ber vê yekê gelek pirsgirêk rû didin. Temîzyuz got zivistanê li gelek girtîgehan pirsgirêka ava germ çê dibe û pêdiviya ava germ heftê bi rojek du rojan û çend saetan hatiye sînordarkirin û ev yek rê li ber nexweşînan vedike.    'YEK TÎP BÊRÛMETIYÊ FERZ DIKE’    Temîzyuz li ser anîna bi darê zorê ya cilên yek tîp jî rawestiya û got: “Me li gelek girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Girtî biryara xwe dane û dibêjin ku ew ê cilên yektîpî li xwe nekin. Dixwazin rûmeta girtiyan bişkênin. Dixwazin girtiyan biçûk bixînin û ev jî cureyek îşkenceyê ye. Ji zextên li ser girtiyan tê fêmkirin ku amadekariya cilên yektîpiyê dikin. Êdî girtî pir aşkera diyar dikin ku ew ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin."    'HEMÛ MUAMELEYÊN XERAB LI DIJÎ GIRTIYAN TÊN KIRIN’    Temzîyuz têkildarî girtiyên nexweş jî ev tişt gotin: “Dibêjin ku li girtîgehan ji ber nexweşiyê mirin çê nabe. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Dadê di 8 salên dawî de 2 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dane. Serê bijîşkekî/ê 850-900 girtî dikeve. Her dem dermankirin tê taloqkirin. Girtî demeke dirêj li benda dermankirinê ya li revîr û nexweşxaneyan dimînin. Dema girtiyan dibin kontrolê jî ya tên derpkirin an jî muayena kelepçekirî li ser wan ferz dikin. Hemû muameleyên nebaş li ser girtiyan tên kirin.”    'DADGER Û DOZGER HENEKÊN XWE DIKIN’    Temîzyuz da zanîn ku beriya herêmên pîlot bên diyarkirin, hn mueyîde tên sepandin û girtiyên li dijî pîlotiyê derdikevin jî bo cezayê mueyîdeyî re rû bi rû dimînin û girtiyên li dijî vê li ber xwe didin jî tên sewqkirin. Temîzyuz diyar kir ku dadger û dozger li dijî girtiyan bi awayekî necidî tev digerin û helwesta dadger û dozgeran ew e ku wekî henekên xwe bi girtiyan bikin.    ‘ZAROKÊN DIWELIDIN TÊN CEZAKIRIN’    Temîzyuz bal kişand ser rewşa zarokên girtî jî û wiha got: “Zarokên nû çê dibin li gel dayikên wan diavêjin girtîgehan. Zarokên nû çavê xwe li jiyanê vedikin tên cezakirin. Girtîgeh ne li gorî xwedîkirina zarokan e. Ji bo vê rewşê jî mixabin tu lêgerînên çareseriyê nînin.”    'DI RÊZA 7’AN DE YE’    Temîzyuz bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê û got li cîhanê Tirkiye di warê binpêkirina mafê mirovan de di rêza 7’emîn de ye.    MA / Lezgîn Akdenîz