AMED – Li navçeya Sûrê ya Amedê cîsmek teqîya. Di teqîna cismê nediyar de 2 zarok birîndar bûn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê dema zarokan li kolanê dilîst cîsmê ku li erdê dîtin bi destê wan de teqîya. Di teqina cîsmê nediyar de 2 zarok birîndar bûn. Li tenişta Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf a taxa Fatih Paşa, zarokên li kolanê dilîstin cîsmê li erdê dîtin di destê wan de teqîya. Di teqînê de zarokek ji milê xwe û zarokek jî ji pişta xwe birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.