Li Sûrê cîsmek teqîya: 2 zarok birîndar bûn 2018-02-19 18:12:40   AMED – Li navçeya Sûrê ya Amedê cîsmek teqîya. Di teqîna cismê nediyar de 2 zarok birîndar bûn.    Li navçeya Sûrê ya Amedê dema zarokan li kolanê dilîst cîsmê ku li erdê dîtin bi destê wan de teqîya. Di teqina cîsmê nediyar de 2 zarok birîndar bûn. Li tenişta Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf a taxa Fatih Paşa, zarokên li kolanê dilîstin cîsmê li erdê dîtin di destê wan de teqîya. Di teqînê de zarokek ji milê xwe û zarokek jî ji pişta xwe birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.