Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike

  • rojane
  • 09:07 19 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Koordînatorê Mafên Penaberan ê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag, diyar kir ku heke bixwazin bi zorê penaberan bişînin, dê mirinên wekî Alan Kurdî zêde bibin û gelekî bi fikarin.

Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan got ku "Em ê Efrînê û Idlibê çareser bikin, em dixwazin xwişk û birayên xwe yên penaber bişînin. Rewşeke me ya ku em 3 milyon û nîv kesî bihewînin tune", Koordînatorê Mafên Penaberan ê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag, aşkera kir ku heke di demeke ku şer dewam dike de penaberan bi zorê bên şandin, dê mirin zêde bin.
 
‘NE PÊKAN E BI ZORÊ BIŞÎNIN’ 
 
Gorendag diyar kir ku 3 milyon û nîv welatiyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê demborî dimînin, Sûriye ji bo penaberan hêj ne cihekî ewle ye û ev tişt got: "Pêkanîna bi zorê şandin hem li dijî hiqûqa navneteweyî ye, hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Dema ev rewş li ber çavan bê girtin, ne pêkan e penaberan bişînin. Lê ev mirovana bixwazin bi dildarî biçin, dikarin biçin. Lê bi zorê şandina wan dijî qanûnê ye. Qanûnên cidî yên li dijî vê hene. Tirkiye îro hevkarê gelek peymanên navneteweyî ye."
 
'DI DEMA PEVÇÛNAN DE MIROV NAYÊN ŞANDIN'
 
Gorendag anî ziman ku di vê demê de ne pêkan e li Sûriyeyê aramî pêk bê, piştî êrîşa li dijî Efrînê re aramiya herêmê hêj kûrtir bûye û wiha pê de çû: "Li Sûriyeyê di navbera koman de hêj şerê çekdarî dewam dike. Di demek ku artêşa Sûriyeyê, dewletên mezin û rêxistinên çekdarî di nav pevçûnan de, 3 milyon û nîv mirov şandin xetereyeke mezin e. Ev yek dê rewşeke wisa ava bike ku ev penaber nikaribin xwe li Tirkiyeyê jî di ewlehiyê de hîs bikin. Tirsa me ew e, wekî salên 2015-2016'an dîsa ber bi Ewropayê ve koçberiyeke mezin rû bide... Di dawiya vê de dê mirinên wekî mirina Alan Kurdî zêde bibin."
 
'DIBE KU BÛYERÊN NEYÊN XWESTIN DERKEVIN'
 
Gorendag bi lêv kir ku li Tirkiyeyê gelek penaber ji derveyê qeydê dixebitin, qasî ku pêwîstî pê heye ji xizmetên cemaweriyê bê par in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê muxalefet û partiyên siyasî di vî warî de berpirsyariyê bidin ser milê xwe. Heke pirsgirêka penaberan di çarçoveya operasyona Efrînê de bê nirxandin, ev yek dê di navbera sûriyeyiyan û gelên Tirkiyeyê de bertekan ava bike. Divê di vê mijarê de bi taybetî ji gotinên wiha dûr bisekinin. Ji ber ku ev mirov li vir bi civakan re dijîn û wer dixwêyê dê demek dirêj jî hev du re bijîn. Lê nîqaşên der barê penaberan de, di çarçoveya 'divê em demek ji ya din zûtir ji wan xilas bin' gelekî şaş e û dê di navbera gelan de sarbûnê çêke."
 
'PLANÊN NE RAST IN'
 
Gorendag, destnîşan kir ku mijareke ku ew baldarbin jî heye û wiha got: "Nêrîna wekî ku 3 milyon û nîv mirov wekî hev e, şaş e. Ji ber ku li her her gund, bajar û navçeyên Sûriyeyê mirov hatine Tirkiyeyê. Ev mirov ji nijad û olên cuda ne. Wekî ku hemû ji komekê ne xelet e. Ji ber ku em qala mifûseke zêde dikin. Planekî wekî dê ew qas mirov li bajarekî kom bik û dê hemû li cihekî bijîn ne rast e. Divê dema Tirkiye û cemiyeta navnetweyî vê nîqaşê dike, hinekî din cidî be. Heke ev bê zelalkirin dê di warê penaberan de jî pêşketinên baş çêbin. Bi rastî jî penaber dixwain li Sûriyeya aram bijîn. Lê di her halî de dê li Tirkiyeyê jî bimînin. Dê di kîşan şertan de û çawa biçin, divê vê jî bi zelalî daynin holê."
 
MA / Bîlal Seçkîn

Sernavên din

20/02/2018
09:27 Berktay: Krîza mêrantiyê heye
09:26 Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike!
09:25 Hunermendên Efrînê: Yê bi wîjdan nejîn nabe hunermend
09:24 Bi koka Ribêsê şîfayê belav dike
09:23 Bavê girtiyê nexweş ê hat derbkirin: Berpirsiyar Wezîrê Dadê ye
09:22 Alpay: Polîtîkaya li ser ziman vegeriya polîtîkaya 12’ê Îlonê
09:21 Îsbata ku DAIŞ’î bi dewleta tirk re êrîşê Efrînê dikin!
09:16 'Em berxwedana derve û hundur bikin yek'
09:16 Ji bo roja ziman bang: Di 21'ê Sibatê de li Taksîmê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN
19/02/2018
21:17 Îdiaya de reya kerwane leşkerî bombe bikin
21:00 Tirkiye di çavdêriya Rûsya de Efrîne topbaran dike!
18:30 Qeyûmê Êlihê navê Ahmet Kaya, Edîp Solmaz û Mehmet Sîncar rakir
18:12 Li Sûrê cîsmek teqîya: 2 zarok birîndar bûn
18:11 25 kes li Erdexanê hatin binçavkirin
17:51 Piştî 61 rojan ji 267 cenazeyan tenê cenazeyek teslîm kirin
16:25 HDP'ê peywirdarkirina nû ya partiyê diyar kir
15:44 Dadgeha Îstînafê 6 sal cezayê parlamenter Ozkan xera kir
15:40 Wê rewşa girtina parlementera HDP'ê Yildirim di 20'ê Adarê de bê nirxandin
15:26 Jinan piştgirî da Coşkun a di rojiya mirinê de ye
15:02 TSK gundên Efrînê bombe dike: 2 welatî mirin 8 welatî birîndar bûn
14:51 Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê
14:35 Li Şirnexê 32 kes hatin berdan
14:27 Gardiyanan girtiyên 'nîzama leşkerî' qebûl nekirin derb kirin
14:16 HDP’iyên hatibûn binçavkirin dê sibê derbixin dozgeriyê
14:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan şandin Rizeyê
14:06 Doza Serêkaniyê dê bibin AYM’ê
13:37 Li girtîgehên Xarpêt û Kirklareliyê girtî tên îşkencekirin
13:17 Ayşe Gokkan hat berdan
13:16 Parêzer: 6 rojin Kemalbay bi awayekî kêfî di bin çavan de ye
13:05 Umut 65 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
12:39 ‘Medya di rewşa şer de zimanê nifrinê pêş dixe û pere qezen dike'
12:21 Ayla Akat Ata hat binçavkirin
12:09 Li Marmarîsê gelek DBP'î hatin binçavkirin
12:03 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan nehat berdan
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin