Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike 2018-02-19 09:07:24 STENBOL - Koordînatorê Mafên Penaberan ê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag, diyar kir ku heke bixwazin bi zorê penaberan bişînin, dê mirinên wekî Alan Kurdî zêde bibin û gelekî bi fikarin. Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan got ku "Em ê Efrînê û Idlibê çareser bikin, em dixwazin xwişk û birayên xwe yên penaber bişînin. Rewşeke me ya ku em 3 milyon û nîv kesî bihewînin tune", Koordînatorê Mafên Penaberan ê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag, aşkera kir ku heke di demeke ku şer dewam dike de penaberan bi zorê bên şandin, dê mirin zêde bin.   ‘NE PÊKAN E BI ZORÊ BIŞÎNIN’    Gorendag diyar kir ku 3 milyon û nîv welatiyên Sûriyeyê li Tirkiyeyê demborî dimînin, Sûriye ji bo penaberan hêj ne cihekî ewle ye û ev tişt got: "Pêkanîna bi zorê şandin hem li dijî hiqûqa navneteweyî ye, hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Dema ev rewş li ber çavan bê girtin, ne pêkan e penaberan bişînin. Lê ev mirovana bixwazin bi dildarî biçin, dikarin biçin. Lê bi zorê şandina wan dijî qanûnê ye. Qanûnên cidî yên li dijî vê hene. Tirkiye îro hevkarê gelek peymanên navneteweyî ye."   'DI DEMA PEVÇÛNAN DE MIROV NAYÊN ŞANDIN'   Gorendag anî ziman ku di vê demê de ne pêkan e li Sûriyeyê aramî pêk bê, piştî êrîşa li dijî Efrînê re aramiya herêmê hêj kûrtir bûye û wiha pê de çû: "Li Sûriyeyê di navbera koman de hêj şerê çekdarî dewam dike. Di demek ku artêşa Sûriyeyê, dewletên mezin û rêxistinên çekdarî di nav pevçûnan de, 3 milyon û nîv mirov şandin xetereyeke mezin e. Ev yek dê rewşeke wisa ava bike ku ev penaber nikaribin xwe li Tirkiyeyê jî di ewlehiyê de hîs bikin. Tirsa me ew e, wekî salên 2015-2016'an dîsa ber bi Ewropayê ve koçberiyeke mezin rû bide... Di dawiya vê de dê mirinên wekî mirina Alan Kurdî zêde bibin."   'DIBE KU BÛYERÊN NEYÊN XWESTIN DERKEVIN'   Gorendag bi lêv kir ku li Tirkiyeyê gelek penaber ji derveyê qeydê dixebitin, qasî ku pêwîstî pê heye ji xizmetên cemaweriyê bê par in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê muxalefet û partiyên siyasî di vî warî de berpirsyariyê bidin ser milê xwe. Heke pirsgirêka penaberan di çarçoveya operasyona Efrînê de bê nirxandin, ev yek dê di navbera sûriyeyiyan û gelên Tirkiyeyê de bertekan ava bike. Divê di vê mijarê de bi taybetî ji gotinên wiha dûr bisekinin. Ji ber ku ev mirov li vir bi civakan re dijîn û wer dixwêyê dê demek dirêj jî hev du re bijîn. Lê nîqaşên der barê penaberan de, di çarçoveya 'divê em demek ji ya din zûtir ji wan xilas bin' gelekî şaş e û dê di navbera gelan de sarbûnê çêke."   'PLANÊN NE RAST IN'   Gorendag, destnîşan kir ku mijareke ku ew baldarbin jî heye û wiha got: "Nêrîna wekî ku 3 milyon û nîv mirov wekî hev e, şaş e. Ji ber ku li her her gund, bajar û navçeyên Sûriyeyê mirov hatine Tirkiyeyê. Ev mirov ji nijad û olên cuda ne. Wekî ku hemû ji komekê ne xelet e. Ji ber ku em qala mifûseke zêde dikin. Planekî wekî dê ew qas mirov li bajarekî kom bik û dê hemû li cihekî bijîn ne rast e. Divê dema Tirkiye û cemiyeta navnetweyî vê nîqaşê dike, hinekî din cidî be. Heke ev bê zelalkirin dê di warê penaberan de jî pêşketinên baş çêbin. Bi rastî jî penaber dixwain li Sûriyeya aram bijîn. Lê di her halî de dê li Tirkiyeyê jî bimînin. Dê di kîşan şertan de û çawa biçin, divê vê jî bi zelalî daynin holê."   MA / Bîlal Seçkîn