Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin

  • rojane
  • 10:13 17 Sibat 2018
  • |
img

CENEVRE – Salih Muslim, diyar kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û got: "Em ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin. Lê bi çekên ku hûn didin wan xwîna me dirijînin. Biryarên Neteweyên Yekbûyî, pîvanên huqûqa navnetewî hene. Nikarin van çekan ji bo qetilkirina zarokan bi kar bînin. Gelo ji bo çi bêdeng in?" 

Platforma Piştevaniya Efrînê, li Zanîngeha Cenevreyê der barê geşedanên dawî de konfrensek li dar xist. Di panelê de Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salih Muslim û Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar jî axivîn. 
 
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar, diyar kir ku dema ew li Sûriyeyê di girtîgehê de bû wî fikr û ramanên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji nêz ve şopandiye. Derar got: "Min vîneke ku pariyê xwe bi hin kesên din re parve dike û li dijî xedariya rejîmê li ber xwe didin û teqez wê bi ser bikeve dît." Derar got ew misilmanekî bawermend e, lê belê kesên dibêjin ew li Sûriyeyê li ser navê olê şer dikirin, tu eleqeya wan bi olê re tune ye û kesên ku got Erdogan wan afirandiye û li dor versiyonên cuda yên îslamî kom kirine "bêdîn" in. Derar destnîşan kir ku di asasê xwe de li Sûriyeyê şoreş di sala 2014'an de dest pê kiriye û êrîşên li dijî Efrînê wek êrîşên li dijî pergala demokratîk û wekhev pênase kir. 
 
'EM NABÊJIN BI TIRKIYEYÊ RE ŞER BIKIN'
 
Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salih Muslim jî destnîşan kir ku li Efrînê mirov malên xwe û axa xwe diparêzin. Muslim êrîşa li dijî Efrînê wekî heyfa Reqa û Dêra Zorê şîrove kir got Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike û DAIŞ'ê û komên îslamî yên tundraw bi cih bike. 
 
Muslim destnîşan kir ku ew ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin li hemberî Tirkiyeyê şer bikin, lê belê ew dixwazin li gor ehlaqa huqûqa navnetewî tev bigerin. Muslim got: "Em ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin. Em nabêjin bazirganiyê jî nekin. Lê belê Tirkiye bi çekên ku hûn didin wan xwîna me dirijîne. Biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY), pîvanên huqûqa navnetewî hene. Nikarin van çekan ji bo kuştina sivîlan bi kar bînin. Desteya Ewlehiya NY'yê vê yekê dibêje. Ma kesên li Efrînê tên kuştin ne sivîl in? Li derên din sivîl in, lê kurdên ku li vir dimirin ne sivîl in? Ji bo çi li hemberî vê bêdengiyek heye? Vîzyoneke we ya demokrasiyê û saziyên we yên di vî warî de hene. Tirkiye sivîlan dikuje ji bo çi hûn tiştekî nakin?" 
 
LI KOLOMBIYAYÊ MILYONEK MIROV MIRIN
 
Di konferansê de Alfredo Camelo yê li ser navê Hewlda Ji bo Kolombiyayê Aştî jî axivî û diyar kir ku li welatê wan mirov ji bo axa xwe û mafên xwe bi salan şer kirine û di vî şerî de milyonek mirov mirine. Camelo balê kişand ser peymana aştiyê ya navbera FARC û hikûmetê de û destnîşan kir ku salek di ser peymanê re derbas bûye lê belê madeyeke di peymanê de jî nehatiye sepandin û gelek rêveber, endam û sempatîzanin FARC hatine kuştin. Camelo destnîşan kir ku li Efrînê jî kurd welatê xwe û axa xwe diparêzin. Camelo got divê her kes bi piştevaniyî nêzî Efrînê bibe. 
 
Piştî axaftinan kesên tev li konferansê bûn, tevî pankartên li ser "Efrînê biparêze" nivîsandî wêne kişandin. 
 
LI BER NY'yê MÎTÎNG 
 
Her wiha nêzî hezar kes jî ji bo NY der barê operasyonên leşkerî yên li hemberî Efrînê tev bigere ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê ku avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li wir e meşiyan mîtîngek li dar xistin. 

Sernavên din

17/02/2018
12:59 Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan
12:41 Buldan: Kongre tehamul nekirin
12:23 Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da
12:10 Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin
12:09 Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû
11:49 Li Muglayê 2 HDP’î hatin berdan
11:43 Gokkan 12 rojin di bin çavan de ye: Berçavkê nadin wê
11:41 Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirin
Li Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin
11:40 Ji doza Demîrtaş çend nîşe
11:26 Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin
10:55 25 kes li Erziromê hatin berdan
15 kes li Mûşê hêj di bin çavan dene
10:53 Astengdarê zihnî Tekeş ê ji qata 4'an ket mir
10:48 Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon
10:41 SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî
10:17 Bîlançoya sivîlên li Nexweşxaneya Avrîn: 170 mirî û 460 birîndar
10:13 Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin
09:35 DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin
09:33 Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
09:30 Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e
09:30 Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike
09:29 Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî
09:28 Civaknas Bariş: Heke parastina we tune be de we parçe parçe bikin
09:27 'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’
09:24 14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn
09:24 Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin
09:23 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye
09:22 Biryara bi hincet: Nûçe mirovan aciz dikin
09:21 ‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev
09:21 Hunermend Tunç: Ocalan dê ji her kesî bêtir tevkariya vê erdnîgariyê bike
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN
07:19 Hamzaoglu û Çelebî hatin girtin
16/02/2018
18:06 Ji bo Hamzaoglu û Çelebî daxwaza girtinê
17:40 Demîrtaş nehat berdan
16:18 Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin
15:59 Li wargehê gumana mirina zaroka keç
15:51 Dadgehê cezayê muebetê li bira Ahmet û Mehmet Altan birî
15:47 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat binçavkirin
15:38 Diyanet propagandeya siyasî didomîne
15:11 8 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay birîn
15:10 'Ronîkirina kuştina Elçî bi vînek siyasî pêkan e’
15:05 10 kesên li Geverê dibin çavan de hatin berdan
14:55 Dozger berdewama girtina Demîrtaş xwest
14:47 Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê hat binçavkirin
14:22 Nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik roj bi roj dihele
14:06 Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be
14:03 Rojnameger Denîz Yucel hat berdan
13:45 6 zarok li Êlihê binçav kirin
13:39 Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin
13:26 Dozger rojên binçavkirina Gokkan dirêj kirin
12:47 HDK û HDP’î sewqî edliyê kirin
12:46 Newroz li ku ye?
12:45 Karkerê ji înşeatê ket mir
12:28 Balafir li Îzmirê ket, 2 pîlot mirin
12:23 11 rojin ji ber polîsên cemaetê di bin çavan de ne
12:10 ‘Li Tirkiye ji bo jinên penaber şertên guncav tune'
12:10 Demîrtaş: KCD ne alîgirê tundiyê ye, li dijî tundiyê ye
12:00 Mîhrîcana Fîlmên Japon dest pê dike
11:36 Girtiyên jimartina leşkerî qebûl nekirin hatin derpkirin
11:32 Pêşî kurê xwe yê astengdar kuşt, paşê întihar kir
10:56 Derket holê ku Balci ya winda bûbû hatiye kuştin
10:12 Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne
09:54 Jinên dersimî çirayên xwe ji bo aştiyê vêdixin
09:16 Ozgur Amed: Desthilatdarî bi manşet û manîpulasyonê operasyonê bi rêve dibe
09:15 Çelîkkan: Divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe
09:10 'Di sanayiya parastinê de pergala hewzê ava kirin'
09:09 'Em ê darên xwe nekin qurbana projeyê'
09:08 Gergerlîoglu: Eniya nijadperest Tirkiyeyê paşve dibe
09:08 Karkerên Kod-A'yê: Ne 137 roj, dê hezar û 37 roj bidome...
09:07 Gardiyanên Girtîgeha Tarsusê: Em ê vir vegerênin Efrînê
09:06 Tîcarên sewalan vala diçin û vala vedigerin
09:05 Dadgeha Bilind cezayê 14 siyasetmedarên kurd erê kir
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018'AN
15/02/2018
21:48 Heyeta Ewropaye bi HDP'e re civîn pêk ani
18:01 Malbatên Roboskê: Edalet bi qebûlkirina rastiyan pêk tê
17:23 Gelê Kobanê: Serkeftina Efrînê misogeriya azadiya Ocalan e
17:07 Bi hezaran gelên Qamîşlo 15’ê Sibatê şermezar kirin
17:02 Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne
16:36 Bi hezaran kes tev li mitînga Cindirêsê bûn
16:34 Daxwaza berata akademîsyenan hat redkirin
16:25 Doza Şahîn Oner 5 sal şûnde dest pê kir: Polîsê bersûc tev li danişînê nebû
16:11 Polîsan cezayê pere li dikankaran birîn
16:04 Yek ji damezrînerên ÎHD’ê Çekmecî jiyana xwe ji dest da
15:27 Yên êrîşî avahiya HDP’ê kirin gardiyan û xebatkarên şaredariyê ne
15:20 ‘Li girtîgehên Herêma Marmarayê pirsgirêk pir zêde bûne'
15:07 Çalakgerên 15 Sibatê şermezar kirin: Çareserî rakirina tecrîdê ye
14:59 Ji parêzeran re negotin lê ji AA'yê re gotin
14:26 Polîsan bi ser Weşanxaneya Aramê de girt
13:51 Qeyûmê Şaredariya Silopî ji peywîrê hat girtin
13:46 Dadgehê 'mizansena Sûrê' û doza sereke kir yek
13:42 Cerdevanan bersiva Efrînê dan Wezîr: Ger hûn ferz bikin em ê berdin!
13:33 Rojnameger Mavîoglu berat kir
13:23 Hêjmara parêzerên jin di 10 salan de duqat zêde bûn
13:14 Parêzer Mehdî Oztuzun hat berdan
12:55 Demîrtaş: Em bûn serê gunehan ên pêvajoya çareseriyê
12:50 Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin
12:37 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin
12:16 Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd deklerasyon
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’