Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin 2018-02-17 10:13:39 CENEVRE – Salih Muslim, diyar kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û got: "Em ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin. Lê bi çekên ku hûn didin wan xwîna me dirijînin. Biryarên Neteweyên Yekbûyî, pîvanên huqûqa navnetewî hene. Nikarin van çekan ji bo qetilkirina zarokan bi kar bînin. Gelo ji bo çi bêdeng in?"  Platforma Piştevaniya Efrînê, li Zanîngeha Cenevreyê der barê geşedanên dawî de konfrensek li dar xist. Di panelê de Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salih Muslim û Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar jî axivîn.    Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar, diyar kir ku dema ew li Sûriyeyê di girtîgehê de bû wî fikr û ramanên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ji nêz ve şopandiye. Derar got: "Min vîneke ku pariyê xwe bi hin kesên din re parve dike û li dijî xedariya rejîmê li ber xwe didin û teqez wê bi ser bikeve dît." Derar got ew misilmanekî bawermend e, lê belê kesên dibêjin ew li Sûriyeyê li ser navê olê şer dikirin, tu eleqeya wan bi olê re tune ye û kesên ku got Erdogan wan afirandiye û li dor versiyonên cuda yên îslamî kom kirine "bêdîn" in. Derar destnîşan kir ku di asasê xwe de li Sûriyeyê şoreş di sala 2014'an de dest pê kiriye û êrîşên li dijî Efrînê wek êrîşên li dijî pergala demokratîk û wekhev pênase kir.    'EM NABÊJIN BI TIRKIYEYÊ RE ŞER BIKIN'   Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salih Muslim jî destnîşan kir ku li Efrînê mirov malên xwe û axa xwe diparêzin. Muslim êrîşa li dijî Efrînê wekî heyfa Reqa û Dêra Zorê şîrove kir got Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike û DAIŞ'ê û komên îslamî yên tundraw bi cih bike.    Muslim destnîşan kir ku ew ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin li hemberî Tirkiyeyê şer bikin, lê belê ew dixwazin li gor ehlaqa huqûqa navnetewî tev bigerin. Muslim got: "Em ji Rojavayê (ya cîhanê) re nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin. Em nabêjin bazirganiyê jî nekin. Lê belê Tirkiye bi çekên ku hûn didin wan xwîna me dirijîne. Biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY), pîvanên huqûqa navnetewî hene. Nikarin van çekan ji bo kuştina sivîlan bi kar bînin. Desteya Ewlehiya NY'yê vê yekê dibêje. Ma kesên li Efrînê tên kuştin ne sivîl in? Li derên din sivîl in, lê kurdên ku li vir dimirin ne sivîl in? Ji bo çi li hemberî vê bêdengiyek heye? Vîzyoneke we ya demokrasiyê û saziyên we yên di vî warî de hene. Tirkiye sivîlan dikuje ji bo çi hûn tiştekî nakin?"    LI KOLOMBIYAYÊ MILYONEK MIROV MIRIN   Di konferansê de Alfredo Camelo yê li ser navê Hewlda Ji bo Kolombiyayê Aştî jî axivî û diyar kir ku li welatê wan mirov ji bo axa xwe û mafên xwe bi salan şer kirine û di vî şerî de milyonek mirov mirine. Camelo balê kişand ser peymana aştiyê ya navbera FARC û hikûmetê de û destnîşan kir ku salek di ser peymanê re derbas bûye lê belê madeyeke di peymanê de jî nehatiye sepandin û gelek rêveber, endam û sempatîzanin FARC hatine kuştin. Camelo destnîşan kir ku li Efrînê jî kurd welatê xwe û axa xwe diparêzin. Camelo got divê her kes bi piştevaniyî nêzî Efrînê bibe.    Piştî axaftinan kesên tev li konferansê bûn, tevî pankartên li ser "Efrînê biparêze" nivîsandî wêne kişandin.    LI BER NY'yê MÎTÎNG    Her wiha nêzî hezar kes jî ji bo NY der barê operasyonên leşkerî yên li hemberî Efrînê tev bigere ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê ku avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li wir e meşiyan mîtîngek li dar xistin.