Çelîkkan: Divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe

  • rojane
  • 09:15 16 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Hevdîrektorê Navenda Bîr Edalet Heqîqetê Murat Çelîkkan ê xwedî xelata "Parastina Mafên Sivîl a 2018'an" dîtin, da zanîn ku li Tirkiyeyê binpêkirina maf û azadiya sivîlan di astek tirsnak de ye û ev tişt got: "Heke rewşek asayî bê avakirin, ev bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e."

Rêxistina mafên mirovan a Swêdê Civil Rights Defendes (Parastina Mafên Sivîlan), di warê parastina mafên mirovan de xebatê dike, ji sala 2013'an vir ve xelata "Parastina Mafên Sivîlan" dide. Rêxistinê îsal Hevdîrektorê Navenda Bîr Edalet Heqîqetê Murat Çelîkkan layîqê xelatê dît. Daxuyaniya ku rêxistinê daye, sedema xelat dayînê wiha şîrove kir: "Xebatên Murat Çelîkkan, tevgerên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, di rewşên herî zehmet de sebat û zexbûna xwe da nîşan. Murat Çelîkkan xetereyên tekakesî da ber çavan, beyî ku biweste ji bo maf û azadiyê xebitî. Di avakirina gelek saziyên mafên mirovan de cih girt. Îro jî semboleke edaletê ye û ji bo parastvanên mafên mirovan dibe mînak."
 
Çelîkkan ji ber ku tev li kampanyaya "Nobeda Gerînendeyê Weşana Giştî" bûbû û piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Di 14'ê Tebaxa 2017'an de ket girtîgehê. Çelîkkan 68 rojan ji azadiya xwe bê par ma, di 21'ê Cotmeha 2017'an de cezayê wî ket bin salekê û bi şertê "kontrola edlî" serbest hat berdan.
 
Murat Çelîkkan piştî xelata xwe wergirt, der barê binpêkirinên mafên mirovan, azadiya remanê û OHAL'a li Tirkiyeyê de hin nirxandin kirin.
 
‘BI KHK'Ê QADA SIVÎL TENG KIRIN’
 
Çelîkkan da zanîn ku berê li Tirkiyeyê tevgera civaka sivîl gelekî bi hêz bûye, piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne.
 
Çelîkkan destnîşan kir ku di warê azadiya remanê de gelek zext hene û ev jî bandorê il ser mafên sivîlan dike û gelek qadan teng dike. Çelîkkan da zanîn ku bi KHK'an dewlet otorîte dibe û ev tişt got: "Qada sivîl tê tengkirin. Ev qad ne tenê rêxistinên saziyên sivil, komele, weqif, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên din jî digirin nava xwe. Gelek pêkanînên cidî di dewrê de ne."
 
‘BINPÊKIRINÊN MAFAN BI FIKAR IN’
 
Çelîkkan diyar kir ku di salên dawî de, hem raporên ku Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û gelek saziyên din der barê Tirkiyeyê de weşandine, bi zelalî tê dîtin ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafê mirovan paşve çûye û wiha got: "Ev binpêkirinên mafan û zextên li ser sivîlan, gelekî cidî ne. Ewropa jî di vî warî de di nava kêmasiyên cidî de ne."
 
Çelîkkan, got ku ew bi zelalî dibînin ku saziyên Ewropayê yên mudaxaleyê vê krîzê bikin tune ne û wiha axivî: "Ewropa herî zêde dixwaze mafên mirovan biparêze. Lê der barê stratejiya pêşketî de em polîtîkayekê nabînin. Dîsa jî di warê saziyên navneteweyî de em dibînin hin sazî û kesayet bi rêxistinên mafan ên li Tirkiyeyê re têkoşînêdidin." Çelîkkan bal kişand ser parvekirinên medyaya civakî û binçavkirina 700 kesên ji bo van parvekirinan, aşkera kir ku Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve û ev krîz berdewam dike.
 
‘DIVÊ HEVKARÎ Û PIŞTGIRÎ XURT BIBE’
 
Çelîkkan, derbirî ku di vê rewşê de pêwîstî bi saziyên ku ji bo azadiya remanê û mafên sivîlan bixebitin heye û wiha pê de çû: "Em wekî saziyên mafên mirovan di nava karên rêxistinkirina maf û civaka sivîl de ne. Ew mirovê di bin gefan de ne, divê em bi wan re di nava piştgiriyê de bin. Ji bo wê divê rêxistinên ji bo mafên mirovan û demokrasiyê tê dikoşin, piştgiriyên xwe xurt bikin. Têkoşîna hevpar gelekî girîng e." Çelîkkan got ku ev têkoşîneke kolektîf e û wiha axivî: "Xebatên mirovan bi xelatan tacîdar kirin gelekî girîng e. Ji derveyê min gelek mirovên li Tirkiyeyê jî bi rihetî dikaribûn ev xelata bigirtana. Di vê qadêde têkoşînek wiha heye."
 
EWROPAYÊ EZMÛNEK BAŞ NEDA
 
Çelîkkan bal kişand ser operasyona Efrînê ya 28 roj li pey xwe hişt û geşedanên di vê çarçoveyê de jî wiha nirxand: "Yek jî sedemên herî girîng ew e, di şer de destpêkê li dijî tunekirina rastiyê derdikevî. Dibe ku sedî sed ez ne xwediyê wan agahiyabim, bi taybetî em dibînin ku li wir sivîl gelekî bi şer bandor dibin. Tirkiye neçar ma 3 milyon koçber qebûl kir. Kes bi dilxwazî naxwaze cihê xwe biterikîne, mala xwe biterikîne. Ez di vî warî de behsa neyîniyan dikim. Bi vê mijarê ve girêdayî dikarim bêjim ku Ewropayê di vir de ezmûneke baş neda. Tişta girîng parastina nirxê Ewropayê ye, an sînorê Ewropayê ye? Divê di demên pêş de vê biryarê bide. Ji ber ku li her derê cîhanê polîtîkaya ewlehiyê di warê demokrasî û mafê mirovan de dibe sedema erozyonê."
 
‘JI DERVEYÊ ÇARESERKIRIYA PIRSGIRÊKA KURD RÊBAZEK DIN TUNE’
 
Çelîkkan, destnîşan kir ku ji bo azadî, mafên mirovan û azadiya remanê bi pêş keve, pêwîstî bi çareserkirina pirgirêka kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta ku ez her dem dibêjim; aştiya herî xirab, ji şerê herî baş çêtir e. Ji bo wê heke pirsgirêka kurd a şer û pevçûne bi pêş dixe neyê çareserkirin, dê di warê aştî û demokrasiyê de tu pêşketin çênebe."
 
Çelîkkan derbirî ku tecrûbeyên dîrokî jî vê didin nîşan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me bi zelalî dît ku dê pevçûn bi tu awayî çareseriyê neyne û me ev bi dehan cana dît. Tekane tişta ku em bêjin, divê demek ji ya din zûtir, ji bo aştiyê rêbazek bê dîtin û gav bên avêtin."
 
MA / Necla Demîr

Sernavên din

17/02/2018
12:59 Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan
12:41 Buldan: Kongre tehamul nekirin
12:23 Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da
12:10 Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin
12:09 Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû
11:49 Li Muglayê 2 HDP’î hatin berdan
11:43 Gokkan 12 rojin di bin çavan de ye: Berçavkê nadin wê
11:41 Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirin
Li Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin
11:40 Ji doza Demîrtaş çend nîşe
11:26 Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin
10:55 25 kes li Erziromê hatin berdan
15 kes li Mûşê hêj di bin çavan dene
10:53 Astengdarê zihnî Tekeş ê ji qata 4'an ket mir
10:48 Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon
10:41 SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî
10:17 Bîlançoya sivîlên li Nexweşxaneya Avrîn: 170 mirî û 460 birîndar
10:13 Muslim: Em nabêjin bi Tirkiyeyê re şer bikin, lê bi çekên we sivîl tên kuştin
09:35 DEDEF: Bila gelê Dersimê li axa xwe xwedî derkevin
09:33 Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
09:30 Dikandarên jin: Pir zore, lê bawerî girîng e
09:30 Ji bo zarokên di şer de mexdûrê bûne muzîkjeniyê dike
09:29 Ocaxa kevir zerarê dide gund û pira dîrokî
09:28 Civaknas Bariş: Heke parastina we tune be de we parçe parçe bikin
09:27 'Ew pêvajoya keça min hiş be qediya’
09:24 14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn
09:24 Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin
09:23 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye
09:22 Biryara bi hincet: Nûçe mirovan aciz dikin
09:21 ‘Gorunmez Kadin’ û zaraveyekî li ber tunebûnê gihand hev
09:21 Hunermend Tunç: Ocalan dê ji her kesî bêtir tevkariya vê erdnîgariyê bike
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN
07:19 Hamzaoglu û Çelebî hatin girtin
16/02/2018
18:06 Ji bo Hamzaoglu û Çelebî daxwaza girtinê
17:40 Demîrtaş nehat berdan
16:18 Jin ji bo Hêlîn Palandoken li ber edliyê kom bûn: Emê hesab bipirsin
15:59 Li wargehê gumana mirina zaroka keç
15:51 Dadgehê cezayê muebetê li bira Ahmet û Mehmet Altan birî
15:47 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat binçavkirin
15:38 Diyanet propagandeya siyasî didomîne
15:11 8 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay birîn
15:10 'Ronîkirina kuştina Elçî bi vînek siyasî pêkan e’
15:05 10 kesên li Geverê dibin çavan de hatin berdan
14:55 Dozger berdewama girtina Demîrtaş xwest
14:47 Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê hat binçavkirin
14:22 Nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik roj bi roj dihele
14:06 Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be
14:03 Rojnameger Denîz Yucel hat berdan
13:45 6 zarok li Êlihê binçav kirin
13:39 Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin
13:26 Dozger rojên binçavkirina Gokkan dirêj kirin
12:47 HDK û HDP’î sewqî edliyê kirin
12:46 Newroz li ku ye?
12:45 Karkerê ji înşeatê ket mir
12:28 Balafir li Îzmirê ket, 2 pîlot mirin
12:23 11 rojin ji ber polîsên cemaetê di bin çavan de ne
12:10 ‘Li Tirkiye ji bo jinên penaber şertên guncav tune'
12:10 Demîrtaş: KCD ne alîgirê tundiyê ye, li dijî tundiyê ye
12:00 Mîhrîcana Fîlmên Japon dest pê dike
11:36 Girtiyên jimartina leşkerî qebûl nekirin hatin derpkirin
11:32 Pêşî kurê xwe yê astengdar kuşt, paşê întihar kir
10:56 Derket holê ku Balci ya winda bûbû hatiye kuştin
10:12 Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne
09:54 Jinên dersimî çirayên xwe ji bo aştiyê vêdixin
09:16 Ozgur Amed: Desthilatdarî bi manşet û manîpulasyonê operasyonê bi rêve dibe
09:15 Çelîkkan: Divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe
09:10 'Di sanayiya parastinê de pergala hewzê ava kirin'
09:09 'Em ê darên xwe nekin qurbana projeyê'
09:08 Gergerlîoglu: Eniya nijadperest Tirkiyeyê paşve dibe
09:08 Karkerên Kod-A'yê: Ne 137 roj, dê hezar û 37 roj bidome...
09:07 Gardiyanên Girtîgeha Tarsusê: Em ê vir vegerênin Efrînê
09:06 Tîcarên sewalan vala diçin û vala vedigerin
09:05 Dadgeha Bilind cezayê 14 siyasetmedarên kurd erê kir
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018'AN
15/02/2018
21:48 Heyeta Ewropaye bi HDP'e re civîn pêk ani
18:01 Malbatên Roboskê: Edalet bi qebûlkirina rastiyan pêk tê
17:23 Gelê Kobanê: Serkeftina Efrînê misogeriya azadiya Ocalan e
17:07 Bi hezaran gelên Qamîşlo 15’ê Sibatê şermezar kirin
17:02 Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne
16:36 Bi hezaran kes tev li mitînga Cindirêsê bûn
16:34 Daxwaza berata akademîsyenan hat redkirin
16:25 Doza Şahîn Oner 5 sal şûnde dest pê kir: Polîsê bersûc tev li danişînê nebû
16:11 Polîsan cezayê pere li dikankaran birîn
16:04 Yek ji damezrînerên ÎHD’ê Çekmecî jiyana xwe ji dest da
15:27 Yên êrîşî avahiya HDP’ê kirin gardiyan û xebatkarên şaredariyê ne
15:20 ‘Li girtîgehên Herêma Marmarayê pirsgirêk pir zêde bûne'
15:07 Çalakgerên 15 Sibatê şermezar kirin: Çareserî rakirina tecrîdê ye
14:59 Ji parêzeran re negotin lê ji AA'yê re gotin
14:26 Polîsan bi ser Weşanxaneya Aramê de girt
13:51 Qeyûmê Şaredariya Silopî ji peywîrê hat girtin
13:46 Dadgehê 'mizansena Sûrê' û doza sereke kir yek
13:42 Cerdevanan bersiva Efrînê dan Wezîr: Ger hûn ferz bikin em ê berdin!
13:33 Rojnameger Mavîoglu berat kir
13:23 Hêjmara parêzerên jin di 10 salan de duqat zêde bûn
13:14 Parêzer Mehdî Oztuzun hat berdan
12:55 Demîrtaş: Em bûn serê gunehan ên pêvajoya çareseriyê
12:50 Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin
12:37 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin
12:16 Ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd deklerasyon
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’