Çelîkkan: Divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe 2018-02-16 09:15:34 STENBOL - Hevdîrektorê Navenda Bîr Edalet Heqîqetê Murat Çelîkkan ê xwedî xelata "Parastina Mafên Sivîl a 2018'an" dîtin, da zanîn ku li Tirkiyeyê binpêkirina maf û azadiya sivîlan di astek tirsnak de ye û ev tişt got: "Heke rewşek asayî bê avakirin, ev bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e." Rêxistina mafên mirovan a Swêdê Civil Rights Defendes (Parastina Mafên Sivîlan), di warê parastina mafên mirovan de xebatê dike, ji sala 2013'an vir ve xelata "Parastina Mafên Sivîlan" dide. Rêxistinê îsal Hevdîrektorê Navenda Bîr Edalet Heqîqetê Murat Çelîkkan layîqê xelatê dît. Daxuyaniya ku rêxistinê daye, sedema xelat dayînê wiha şîrove kir: "Xebatên Murat Çelîkkan, tevgerên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, di rewşên herî zehmet de sebat û zexbûna xwe da nîşan. Murat Çelîkkan xetereyên tekakesî da ber çavan, beyî ku biweste ji bo maf û azadiyê xebitî. Di avakirina gelek saziyên mafên mirovan de cih girt. Îro jî semboleke edaletê ye û ji bo parastvanên mafên mirovan dibe mînak."   Çelîkkan ji ber ku tev li kampanyaya "Nobeda Gerînendeyê Weşana Giştî" bûbû û piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Di 14'ê Tebaxa 2017'an de ket girtîgehê. Çelîkkan 68 rojan ji azadiya xwe bê par ma, di 21'ê Cotmeha 2017'an de cezayê wî ket bin salekê û bi şertê "kontrola edlî" serbest hat berdan.   Murat Çelîkkan piştî xelata xwe wergirt, der barê binpêkirinên mafên mirovan, azadiya remanê û OHAL'a li Tirkiyeyê de hin nirxandin kirin.   ‘BI KHK'Ê QADA SIVÎL TENG KIRIN’   Çelîkkan da zanîn ku berê li Tirkiyeyê tevgera civaka sivîl gelekî bi hêz bûye, piştî derbeya 15'ê Tîrmehê, binpêkirinên mafan di asta herî jor de ne.   Çelîkkan destnîşan kir ku di warê azadiya remanê de gelek zext hene û ev jî bandorê il ser mafên sivîlan dike û gelek qadan teng dike. Çelîkkan da zanîn ku bi KHK'an dewlet otorîte dibe û ev tişt got: "Qada sivîl tê tengkirin. Ev qad ne tenê rêxistinên saziyên sivil, komele, weqif, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên din jî digirin nava xwe. Gelek pêkanînên cidî di dewrê de ne."   ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN BI FIKAR IN’   Çelîkkan diyar kir ku di salên dawî de, hem raporên ku Yekitiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û gelek saziyên din der barê Tirkiyeyê de weşandine, bi zelalî tê dîtin ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafê mirovan paşve çûye û wiha got: "Ev binpêkirinên mafan û zextên li ser sivîlan, gelekî cidî ne. Ewropa jî di vî warî de di nava kêmasiyên cidî de ne."   Çelîkkan, got ku ew bi zelalî dibînin ku saziyên Ewropayê yên mudaxaleyê vê krîzê bikin tune ne û wiha axivî: "Ewropa herî zêde dixwaze mafên mirovan biparêze. Lê der barê stratejiya pêşketî de em polîtîkayekê nabînin. Dîsa jî di warê saziyên navneteweyî de em dibînin hin sazî û kesayet bi rêxistinên mafan ên li Tirkiyeyê re têkoşînêdidin." Çelîkkan bal kişand ser parvekirinên medyaya civakî û binçavkirina 700 kesên ji bo van parvekirinan, aşkera kir ku Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve û ev krîz berdewam dike.   ‘DIVÊ HEVKARÎ Û PIŞTGIRÎ XURT BIBE’   Çelîkkan, derbirî ku di vê rewşê de pêwîstî bi saziyên ku ji bo azadiya remanê û mafên sivîlan bixebitin heye û wiha pê de çû: "Em wekî saziyên mafên mirovan di nava karên rêxistinkirina maf û civaka sivîl de ne. Ew mirovê di bin gefan de ne, divê em bi wan re di nava piştgiriyê de bin. Ji bo wê divê rêxistinên ji bo mafên mirovan û demokrasiyê tê dikoşin, piştgiriyên xwe xurt bikin. Têkoşîna hevpar gelekî girîng e." Çelîkkan got ku ev têkoşîneke kolektîf e û wiha axivî: "Xebatên mirovan bi xelatan tacîdar kirin gelekî girîng e. Ji derveyê min gelek mirovên li Tirkiyeyê jî bi rihetî dikaribûn ev xelata bigirtana. Di vê qadêde têkoşînek wiha heye."   EWROPAYÊ EZMÛNEK BAŞ NEDA   Çelîkkan bal kişand ser operasyona Efrînê ya 28 roj li pey xwe hişt û geşedanên di vê çarçoveyê de jî wiha nirxand: "Yek jî sedemên herî girîng ew e, di şer de destpêkê li dijî tunekirina rastiyê derdikevî. Dibe ku sedî sed ez ne xwediyê wan agahiyabim, bi taybetî em dibînin ku li wir sivîl gelekî bi şer bandor dibin. Tirkiye neçar ma 3 milyon koçber qebûl kir. Kes bi dilxwazî naxwaze cihê xwe biterikîne, mala xwe biterikîne. Ez di vî warî de behsa neyîniyan dikim. Bi vê mijarê ve girêdayî dikarim bêjim ku Ewropayê di vir de ezmûneke baş neda. Tişta girîng parastina nirxê Ewropayê ye, an sînorê Ewropayê ye? Divê di demên pêş de vê biryarê bide. Ji ber ku li her derê cîhanê polîtîkaya ewlehiyê di warê demokrasî û mafê mirovan de dibe sedema erozyonê."   ‘JI DERVEYÊ ÇARESERKIRIYA PIRSGIRÊKA KURD RÊBAZEK DIN TUNE’   Çelîkkan, destnîşan kir ku ji bo azadî, mafên mirovan û azadiya remanê bi pêş keve, pêwîstî bi çareserkirina pirgirêka kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta ku ez her dem dibêjim; aştiya herî xirab, ji şerê herî baş çêtir e. Ji bo wê heke pirsgirêka kurd a şer û pevçûne bi pêş dixe neyê çareserkirin, dê di warê aştî û demokrasiyê de tu pêşketin çênebe."   Çelîkkan derbirî ku tecrûbeyên dîrokî jî vê didin nîşan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me bi zelalî dît ku dê pevçûn bi tu awayî çareseriyê neyne û me ev bi dehan cana dît. Tekane tişta ku em bêjin, divê demek ji ya din zûtir, ji bo aştiyê rêbazek bê dîtin û gav bên avêtin."   MA / Necla Demîr