STENBOL – Ji akademîsyenên ku belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kiribûn jê du akademisyen derketin pêşberî dadger. Dadgehê daxwaza wan a beraetê red kir.
Darizandina akademîsyenên belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kirin îro jî dewam kir. Danişîna doza Alk. Doç. Dr. Reyda Ergun a ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kadîr Has li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Ergun û parêzer Merîç Eyuboglu amade bûn. Prz. Eyuboglu xwest Ergun bê beratkirin û vê dosyeyê bi dosyeya li 13’emîn Dadageha Cezayê Giran a Stenbolê re bikin yek.
DAXWAZÊN BERATÊ RED KIRIN
Dozger û dadger daxwaza berat û dosye bibin yek red kirin û danişîn taloqî 19’ê hezîranê kir.
Danişîna Prof. Dr. Meryem Koray a ji Beşa Têkiliyên Navnetewî û Siyasetê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê teqewît bû jî li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger û dadger daxwaza berata Koray red kirin û danişîna wê jî taloqî 27’ê îlonê kirin.