Daxwaza berata akademîsyenan hat redkirin 2018-02-15 16:34:10 STENBOL – Ji akademîsyenên ku belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kiribûn jê du akademisyen derketin pêşberî dadger. Dadgehê daxwaza wan a beraetê red kir.  Darizandina akademîsyenên belavoka “Em ê nebin şîrîkê vî sûcî” îmze kirin îro jî dewam kir. Danişîna doza Alk. Doç. Dr. Reyda Ergun a ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kadîr Has li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Ergun û parêzer Merîç Eyuboglu amade bûn. Prz. Eyuboglu xwest Ergun bê beratkirin û vê dosyeyê bi dosyeya li 13’emîn Dadageha Cezayê Giran a Stenbolê re bikin yek.    DAXWAZÊN BERATÊ RED KIRIN   Dozger û dadger daxwaza berat û dosye bibin yek red kirin û danişîn taloqî 19’ê hezîranê kir.    Danişîna Prof. Dr. Meryem Koray a ji Beşa Têkiliyên Navnetewî û Siyasetê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê teqewît bû jî li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger û dadger daxwaza berata Koray red kirin û danişîna wê jî taloqî 27’ê îlonê kirin.