Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'

  • rojane
  • 16:54 14 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Danişina doza 2 polîsên ji komkujiya 34 ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin, li Stenbolê hat dîtin. Cîgirê Amîrê Buroya Xizmetên Astenkirina Midûriyeta Polîsan a Rihayê Ahmet Oguz Davarci, parastin kir û got: “Midûrê Polîsan ê Navçeyê xwest em Navenda Çandê lêgerin nekin û got 'Di ketinê de nehêlin lêgerîn bikin' û midûr sûcdar kir. 

Danişîna doza 2 polîsên ku ji kuştina 34 ciwanên sosyalîst ên Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de pêk hat, tên darizandin li 32'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Di danişinê de bersûc Cîgirê Komîser ê Amîrê Buroya Xizmetên Astengikirinê ya Midûriyeta Polisan a Ahmet Oguz Davarci li salonê amade bû. Lê polîs Ali Koçak tev li danişînê nebû.  Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan polîsê bersûc Davarci, diyar kir ku dema komkujiya Pirsûsê ew li Rihayê Amîrê Buroya Terorê bû. Davarci anî ziman ku pişti Komkujiya Pirsûsê hefteyek şûnde doz li wî hat vekirin û wiha got: "Min îfade da sermufetişên polîsan. Piştre min tu ceza negirt. Beriya bûyerê hat gotin ku dê 300-400 kes ji bo piştgiriyê bidin Kobanê bên Pirsûsê. Midûriyeta Polîsan li gorî vê yekê em şandin Midûriyeta polisan a Pirsûsê. Der barê min de 3 îdîa hene. Ez bi îdîaya "Beriya teqînê li pêş Navenda Çanda Amara lêgerin nekiriye" têm sucdarkirin. Ev ne erka min e. Karekî Hiyerarşîk e. Li gorî zagonê amîrê jor peywirê parve dike. Ev karê Midûriyeta Polîsan a navçeyê bû. Li darizandina Dadgeha Cezayê Asliye ya Pirsûsê ji ber vê yekê 7 hezar û 500 tl ceza li wî hat birîn. 
 
‘DÎMEN NEDAN NÎŞANDAN'
 
Davarci, anî ziman ku wî bi Midûrê TEM'ê yê Rihayê Oykun îlgün û Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalal re hevdîtin kir û wan peywira ‘Tu li ser kolanê li ser kesên şikdar lêkolîn û gerîn bike. Min li ser vê peywirê tenê li ser kolana Navenda Çandê lêgerîn kir. Dema min ev yek kir, li cem min du polîs hebûn. Dema li dîmenên MOBESSE bê nerîn, dê pir aşkere xuya bibe ku di destê min de bêtêl heye û ez karê xwe dikim. Min ji Tanjû Gunduz dê di MOBESSE de kar dike dîmen xwest. Lê wî bi israr dîmen neda min. Midûrê Navçeyê ji min xwest ku li ketina NAvenda Çandê lêgerîn neyê kirin. Got di ketinê de nehêle lêgerin bê kirin. Ger ku me şikdar dit mudaxale bikin. 
 
Davarci, anî ziman ku wekî di ewraqê îdîanameyê de jî cih digire hat gotin ku dê endamê DAÎŞ'ê yê Bombeya zindî Şeyh Abdurrahman Alagoz bê herêma pevçûnê û wiha hat gotin: “Di nivîsa ji mere hat de wiha hat gotin: "Kesên ji bo tev li kampên komên radîkal ên li Herêma pevçûnê bibin, dibe ku bi riyên îlegal derkevin dervê sînor" Dema behsa cihê pevçûnê dikin qala Kilis, Hatay û Dîlokê dikin. Ev kampên rêxistina terorê yên li ser Sînorê Sûriye ne. 
Ew kesê hat pirsûsê tenê ji bo çalakiyê çêke hat Pirsûsê. Ev kes ji xwe berê li Navçeya Semsûrê jî ha tiye dîtin. Li Semsûrê tev li rêxistina terorê bûye. Diviya bû herî her tiştî Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Semsûrê ev yek bişopandiya. Ji dîlokê derbasî Rihayê dibe. Di 2 navçeyan re derbas dibe. Ger ku Semsûrê ev yek deşifre nekiriya jî diviya bû Şaxa Îstîxbaratê ya Dîlokê ev yek defişre kiribûya. Di nivîsa ji mere hat de nayê gotin ku dê bombeya zindî çalakiyê pêk bîne. Ev nivîs ji 81 bajaran re hatiye şandin. 
 
Piştî parêziya Davarci, parêzerê muştekî Kazim Bayraktar pirs berpêş kirin. Davarci pirsa Bayraktar a "Îstixbarata der barê Şeyh Abdurrahman Alagoz kengî hat?" wiha bersivand: "Ev ne ewraqê îstixbaratê ye, ewraqê edlî ye. 32 roj berê hat."Her wiha Davarci ji bo pirsa Bayraktar a "Der barê hin kesên din de jî nivîs hatin?" jî wiha got: "Wê demê belkî 50 belkî 100 nivîs dihatin." Bayraktar pirsa "Di nivîsên îstixbaratî yên dihatin de wêneyên kesê navborî hebûn?" kir. Davarci bi lêv kir ku ev girêdayî înîsyatîfa yekeya ku nivîs jê re tê şandin. Her wiha Bayraktar têkildarî Orhan Gonderê ku li Qada Îstasyonê ya 5'ê Hezîranê êrîş pêk anî de jî pirs kirin û got ji bo çi kesên ji Semsûrê ne wêneyên wan nayên xwestin. Davarci diyar kir ku ev peywira Mduuriyetên Şaxên Îstixbarat û Têkoşîna Bi Terorê re ye. Davarci diyar kir ku heke wêneyên êrîşan hebin, îhtimala zevtkirina wan zêde ye û her wiha berê ji ber vî awayî du kes hatine girtin. 
 
Davarci ji bo pirsa ku girteka nirxandina êrîşa ya di 31'ê Cotmeha 2015'an de jî diyar kir ku sererastkirina girteka nrixandinê ne peywira wî ye, ew ji aliyê TEM'a Rihayê ve hatiye amadekirin. 
 
Parêzera muştekî Gulhan Kaya jî, beyanên Davarci yên berê bi bîr xist û pirsa "Di beyana te de tê gotin ku ew kes ji bo çalakiyê roja bûyerê tê Pirsûsê. Tu çawa bi vê agahiyê hesiyayî?"Davarci bi lêv kir ku piştî ew têkildarî bûyerê ketiye weziyeta gumanbar, têkildarî bûyerê lêkolîn kiriye û bi vî awayî hîn bûye. Piştî pirsên parêzeran danişîn bi dawî bû. Wê biryara der barê danişînê de Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pirsûsê bide. 
 
DAXWAZA MALBATAN A JI BO EDALETÊ DIDOME 
 
Piştî danişînê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan. Yasîn Canê ku di Komkujiya Pirsûsêd e bi birîndarî xelas bû daxuyanî xwend. Can diyar kir ku ji bo edaletê ew li ber Edliyeya Çaglayanê ne. Can destnîşan kir ku tê xwestin doz bê jibîrkirin. Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û got ew ê tu carî dev ji daxwaza pêkanîna edaletê bernedin û wan ev daxwaza careke din li Qada Çaglayanê îlan kiriye. Kaya got: "Heke hûn tecawizkaran, kujeran biparzin jî zû an dereng dîsa jî em ê edaletê pêk bînin." Kaya diyar kir ku ku wê kesên tiliya wan di vê yekê de hene teqez hesab bidin û wiha got: "Em li vir dibînin ku, em bi pergal û feraseteke ku sûcdaran, kujeran diparêze re rû bir û ne."
 
 

Sernavên din

15/02/2018
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’
11:36 Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:34 'Vê vînê li bajarên şoreşê çi kir, dê li Efrînê jî wisa bike’
11:28 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
11:27 'Çalakiyê rêya me ronî kir'
11:20 ‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’
11:10 Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû
10:50 Malbatên ku komeleya wan hat girtin: Careke din em qetil kirin
10:37 ‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’
09:59 Parêzer Oztuzun: Ocalan ji bo gelan siûd e
09:57 Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da
09:20 ‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
09:12 Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn
09:11 Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin
09:10 Îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyan dikin
09:09 Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin
09:09 Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne?
09:08 Eroglu: Cilên yek tîp wekî zirxê ku mirovan difetisîne
09:08 Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
14/02/2018
23:23 Bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê kirin
22:03 Demîrtaş: Derbeyê jî û kesên parlamento bombe kirin jî hûn dadirizîni
20:20 Endamê Meclisa PAK'e Mehmet Ermîş binçav kirin
19:26 Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin
18:03 Prof.Dr. Baskin Oran xwest doz li Erodgan vebe
17:30 Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir
16:54 Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'
16:42 Mîmar Alev Şahin hat berdan
16:22 Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin
16:03 'Azadiya Ocalan dê aştî û çareseriyê bîne’
15:48 Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir
15:38 Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye
15:10 Îdianameya têkildarî mirina 2 zarokên biçûk hat amadekirin
15:01 'Girtina komeleya me nedîtina hovîtiyê ye’
14:46 ‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’
14:36 Ji ber got ‘Ji şer re na’ hat girtin
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt