Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke' 2018-02-14 16:54:41 STENBOL – Danişina doza 2 polîsên ji komkujiya 34 ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin, li Stenbolê hat dîtin. Cîgirê Amîrê Buroya Xizmetên Astenkirina Midûriyeta Polîsan a Rihayê Ahmet Oguz Davarci, parastin kir û got: “Midûrê Polîsan ê Navçeyê xwest em Navenda Çandê lêgerin nekin û got 'Di ketinê de nehêlin lêgerîn bikin' û midûr sûcdar kir.  Danişîna doza 2 polîsên ku ji kuştina 34 ciwanên sosyalîst ên Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de pêk hat, tên darizandin li 32'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin. Di danişinê de bersûc Cîgirê Komîser ê Amîrê Buroya Xizmetên Astengikirinê ya Midûriyeta Polisan a Ahmet Oguz Davarci li salonê amade bû. Lê polîs Ali Koçak tev li danişînê nebû.  Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) jî amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan polîsê bersûc Davarci, diyar kir ku dema komkujiya Pirsûsê ew li Rihayê Amîrê Buroya Terorê bû. Davarci anî ziman ku pişti Komkujiya Pirsûsê hefteyek şûnde doz li wî hat vekirin û wiha got: "Min îfade da sermufetişên polîsan. Piştre min tu ceza negirt. Beriya bûyerê hat gotin ku dê 300-400 kes ji bo piştgiriyê bidin Kobanê bên Pirsûsê. Midûriyeta Polîsan li gorî vê yekê em şandin Midûriyeta polisan a Pirsûsê. Der barê min de 3 îdîa hene. Ez bi îdîaya "Beriya teqînê li pêş Navenda Çanda Amara lêgerin nekiriye" têm sucdarkirin. Ev ne erka min e. Karekî Hiyerarşîk e. Li gorî zagonê amîrê jor peywirê parve dike. Ev karê Midûriyeta Polîsan a navçeyê bû. Li darizandina Dadgeha Cezayê Asliye ya Pirsûsê ji ber vê yekê 7 hezar û 500 tl ceza li wî hat birîn.    ‘DÎMEN NEDAN NÎŞANDAN'   Davarci, anî ziman ku wî bi Midûrê TEM'ê yê Rihayê Oykun îlgün û Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalal re hevdîtin kir û wan peywira ‘Tu li ser kolanê li ser kesên şikdar lêkolîn û gerîn bike. Min li ser vê peywirê tenê li ser kolana Navenda Çandê lêgerîn kir. Dema min ev yek kir, li cem min du polîs hebûn. Dema li dîmenên MOBESSE bê nerîn, dê pir aşkere xuya bibe ku di destê min de bêtêl heye û ez karê xwe dikim. Min ji Tanjû Gunduz dê di MOBESSE de kar dike dîmen xwest. Lê wî bi israr dîmen neda min. Midûrê Navçeyê ji min xwest ku li ketina NAvenda Çandê lêgerîn neyê kirin. Got di ketinê de nehêle lêgerin bê kirin. Ger ku me şikdar dit mudaxale bikin.    Davarci, anî ziman ku wekî di ewraqê îdîanameyê de jî cih digire hat gotin ku dê endamê DAÎŞ'ê yê Bombeya zindî Şeyh Abdurrahman Alagoz bê herêma pevçûnê û wiha hat gotin: “Di nivîsa ji mere hat de wiha hat gotin: "Kesên ji bo tev li kampên komên radîkal ên li Herêma pevçûnê bibin, dibe ku bi riyên îlegal derkevin dervê sînor" Dema behsa cihê pevçûnê dikin qala Kilis, Hatay û Dîlokê dikin. Ev kampên rêxistina terorê yên li ser Sînorê Sûriye ne.  Ew kesê hat pirsûsê tenê ji bo çalakiyê çêke hat Pirsûsê. Ev kes ji xwe berê li Navçeya Semsûrê jî ha tiye dîtin. Li Semsûrê tev li rêxistina terorê bûye. Diviya bû herî her tiştî Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Semsûrê ev yek bişopandiya. Ji dîlokê derbasî Rihayê dibe. Di 2 navçeyan re derbas dibe. Ger ku Semsûrê ev yek deşifre nekiriya jî diviya bû Şaxa Îstîxbaratê ya Dîlokê ev yek defişre kiribûya. Di nivîsa ji mere hat de nayê gotin ku dê bombeya zindî çalakiyê pêk bîne. Ev nivîs ji 81 bajaran re hatiye şandin.    Piştî parêziya Davarci, parêzerê muştekî Kazim Bayraktar pirs berpêş kirin. Davarci pirsa Bayraktar a "Îstixbarata der barê Şeyh Abdurrahman Alagoz kengî hat?" wiha bersivand: "Ev ne ewraqê îstixbaratê ye, ewraqê edlî ye. 32 roj berê hat."Her wiha Davarci ji bo pirsa Bayraktar a "Der barê hin kesên din de jî nivîs hatin?" jî wiha got: "Wê demê belkî 50 belkî 100 nivîs dihatin." Bayraktar pirsa "Di nivîsên îstixbaratî yên dihatin de wêneyên kesê navborî hebûn?" kir. Davarci bi lêv kir ku ev girêdayî înîsyatîfa yekeya ku nivîs jê re tê şandin. Her wiha Bayraktar têkildarî Orhan Gonderê ku li Qada Îstasyonê ya 5'ê Hezîranê êrîş pêk anî de jî pirs kirin û got ji bo çi kesên ji Semsûrê ne wêneyên wan nayên xwestin. Davarci diyar kir ku ev peywira Mduuriyetên Şaxên Îstixbarat û Têkoşîna Bi Terorê re ye. Davarci diyar kir ku heke wêneyên êrîşan hebin, îhtimala zevtkirina wan zêde ye û her wiha berê ji ber vî awayî du kes hatine girtin.    Davarci ji bo pirsa ku girteka nirxandina êrîşa ya di 31'ê Cotmeha 2015'an de jî diyar kir ku sererastkirina girteka nrixandinê ne peywira wî ye, ew ji aliyê TEM'a Rihayê ve hatiye amadekirin.    Parêzera muştekî Gulhan Kaya jî, beyanên Davarci yên berê bi bîr xist û pirsa "Di beyana te de tê gotin ku ew kes ji bo çalakiyê roja bûyerê tê Pirsûsê. Tu çawa bi vê agahiyê hesiyayî?"Davarci bi lêv kir ku piştî ew têkildarî bûyerê ketiye weziyeta gumanbar, têkildarî bûyerê lêkolîn kiriye û bi vî awayî hîn bûye. Piştî pirsên parêzeran danişîn bi dawî bû. Wê biryara der barê danişînê de Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pirsûsê bide.    DAXWAZA MALBATAN A JI BO EDALETÊ DIDOME    Piştî danişînê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan. Yasîn Canê ku di Komkujiya Pirsûsêd e bi birîndarî xelas bû daxuyanî xwend. Can diyar kir ku ji bo edaletê ew li ber Edliyeya Çaglayanê ne. Can destnîşan kir ku tê xwestin doz bê jibîrkirin. Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û got ew ê tu carî dev ji daxwaza pêkanîna edaletê bernedin û wan ev daxwaza careke din li Qada Çaglayanê îlan kiriye. Kaya got: "Heke hûn tecawizkaran, kujeran biparzin jî zû an dereng dîsa jî em ê edaletê pêk bînin." Kaya diyar kir ku ku wê kesên tiliya wan di vê yekê de hene teqez hesab bidin û wiha got: "Em li vir dibînin ku, em bi pergal û feraseteke ku sûcdaran, kujeran diparêze re rû bir û ne."