ÊLIH – Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.
Endamê Baroya Êlihê û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin. Midûriyeta Polîsan a Êlihê xwest Oztuzun biçe îfade bide. Li Miduriyeta Polîsan a Êlihê Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê Oztuzun dîsa anîn Miduriyeta Polîsan a Êlihê.