Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin 2018-02-14 16:22:43 ÊLIH – Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.  Endamê Baroya Êlihê û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin. Midûriyeta Polîsan a Êlihê xwest Oztuzun biçe îfade bide. Li Miduriyeta Polîsan a Êlihê Oztuzun bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.    Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê Oztuzun dîsa anîn Miduriyeta Polîsan a Êlihê.