Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e

  • rojane
  • 09:17 14 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Naîf Subaşî yê 52 sal in li kuçeyên Sûrê dengbêjiyê dike, aşkera kir ku ewê di jiyana xwe ya mayî de jî êş û hezkirinên kurdan bîne ziman. Subaşi bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Me tu carî di kilamên xwe de Ocalan kêm nekiriye. Em bi deng û gotinên xwe tev li berxwedanê bûn in." 

Çanda dengbêjiyê di dîroka kurdan de wekî dîroka gotin û devkî tê zanîn. Di serdema meya îro de jî ev çand hêj zindibûna xwe diparêze. Dengbêj Naîf Subaşi destnîşan kir ku çanda dengbêjiyê bûye pireya di navbera nivşan de, ew jî êş û kefxweşiyên kurdan bi kilaman tînim ziman. Subaşi di 8 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di sala 1959'an de li gundê Munisî ya navçeya Hezroya Amedê hatiye dinê. Subaşi di sala 1968'an de bi malbata xwe re koçî navçeya Sûrê dike. Di zarokatiya xwe de gelek caran tev li şevbuhêrkên dengbêjan bûye.
 
Subaşi aşkera kir ku dengbêjên herêma Serhedê û dengbêjên Amedê bandoreke mezin li ser wê kirine û di heman demê de bûne sedema demgbêjbûna wî jî. Subaşi da zanîn ku di nava dengbêjan de, herî zêde ji Dengbêj Salihê Beynatê bandor bûye. Subaşi diyar kir ku piştî temenê wî bi pêş ketiye, geşedanên li derûdora wî bandor li wî kirine û ev tişt got: "Êş, keder, kêfxweşî, evîn û koçberiyên ku kurd pêre rû bi rû mane, di kilamên demgbêjan de derketin pêş û heta roja îro hatin."
 
‘DIVÊ DENGBEJ JI DÎWANA GEL KÊM NEBIN’
 
Subaşi anî ziman ku piştî temenê wî bi pêş ketiye, di nava gel de wekî Dengbêjê Munisî hatiye naskirin, di sala 2007'an de Mala Demgbêjan li Amedê tê vekirin, li wir kilaman dibêje. Subaşi diyar kir ku piştî qeyûm Mala Dengbêjan girtiye, wan hunera xwe di dîwanên gel de pêşkêş kirine û bandora dengbêjiyê ya di çanda kurdan de jî wiha vegot: "Çanda dengbêjiyê, ji bo kurdan dîrokek qedîm e. Ji bo kurdan nebe nabe. Ji serdema Şêx Seyîd, heta Gazî Mihemed, Seyîd Riza û heta serdema Abdullah Ocalan, gelek bûyerên ku qewimî ne bi rêya dengbêjiyê xwe gihandiye nivşên îro. Li kîjan herêmê çi qewimî ye, li ku evînek çawa derketiye pêş, lorîn, evîn, helbest hemû di kilamên demgbêjan de gihiştiye roja me."
 
‘DÎLGIRTINA OCALAN BANDOR LI SER DENGBÊJAN KIR’
 
Subaşi bi lêv kir ku roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê kirin û heta niha, gelek bûyer qewimîn e û wiha pê de çû: "Di gel de hêrseke mezin hebû. Wê demê gelek kesan xwe şewitandi. Jinan cilên reş li xwe kirin û şîn girêdan. Dayikan çalakiyên xwe zincîrkirinê pêk anîn. Li her derê cîhanê kurd li ser piyan bûn. Bêguman ev kul û êşên giran bandor li ser hunera dengbêjan jî kir."
 
‘OCALAN QET LI SER ZIMANAN NEKET’
 
Subaşi derbirî ku roja ku Ocalan dest bi têkoşînê kir heta niha, qet ji ser zimanê hunermendên kurd neketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêgezên Ocalan ên wekî aştî, azadî û wekhevî, her dem ji bo gelan bû hêviyek mezin. Heke îro şer ew qas kûr bûbe, ev bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, dibe aştî bê vî welatî. Dê zextên li ser huner û hunermendan jî bi dawî bibe. Bi şer û tunekirinê ev pirsgirêk çareser nabe. Divê her kes bi awayekî azad stranên xwe bêje. Heke aştî pêk bê, dibe ku wê demê dengbêjên kurd jî li dijî êş û kederê, dê kilamên eşq û evînê bêje."

Sernavên din

15/02/2018
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’
11:36 Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:34 'Vê vînê li bajarên şoreşê çi kir, dê li Efrînê jî wisa bike’
11:28 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
11:27 'Çalakiyê rêya me ronî kir'
11:20 ‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’
11:10 Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû
10:50 Malbatên ku komeleya wan hat girtin: Careke din em qetil kirin
10:37 ‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’
09:59 Parêzer Oztuzun: Ocalan ji bo gelan siûd e
09:57 Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da
09:20 ‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
09:12 Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn
09:11 Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin
09:10 Îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyan dikin
09:09 Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin
09:09 Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne?
09:08 Eroglu: Cilên yek tîp wekî zirxê ku mirovan difetisîne
09:08 Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
14/02/2018
23:23 Bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê kirin
22:03 Demîrtaş: Derbeyê jî û kesên parlamento bombe kirin jî hûn dadirizîni
20:20 Endamê Meclisa PAK'e Mehmet Ermîş binçav kirin
19:26 Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin
18:03 Prof.Dr. Baskin Oran xwest doz li Erodgan vebe
17:30 Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir
16:54 Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'
16:42 Mîmar Alev Şahin hat berdan
16:22 Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin
16:03 'Azadiya Ocalan dê aştî û çareseriyê bîne’
15:48 Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir
15:38 Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye
15:10 Îdianameya têkildarî mirina 2 zarokên biçûk hat amadekirin
15:01 'Girtina komeleya me nedîtina hovîtiyê ye’
14:46 ‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’
14:36 Ji ber got ‘Ji şer re na’ hat girtin
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt