Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e 2018-02-14 09:17:55 AMED - Naîf Subaşî yê 52 sal in li kuçeyên Sûrê dengbêjiyê dike, aşkera kir ku ewê di jiyana xwe ya mayî de jî êş û hezkirinên kurdan bîne ziman. Subaşi bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Me tu carî di kilamên xwe de Ocalan kêm nekiriye. Em bi deng û gotinên xwe tev li berxwedanê bûn in."  Çanda dengbêjiyê di dîroka kurdan de wekî dîroka gotin û devkî tê zanîn. Di serdema meya îro de jî ev çand hêj zindibûna xwe diparêze. Dengbêj Naîf Subaşi destnîşan kir ku çanda dengbêjiyê bûye pireya di navbera nivşan de, ew jî êş û kefxweşiyên kurdan bi kilaman tînim ziman. Subaşi di 8 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di sala 1959'an de li gundê Munisî ya navçeya Hezroya Amedê hatiye dinê. Subaşi di sala 1968'an de bi malbata xwe re koçî navçeya Sûrê dike. Di zarokatiya xwe de gelek caran tev li şevbuhêrkên dengbêjan bûye.   Subaşi aşkera kir ku dengbêjên herêma Serhedê û dengbêjên Amedê bandoreke mezin li ser wê kirine û di heman demê de bûne sedema demgbêjbûna wî jî. Subaşi da zanîn ku di nava dengbêjan de, herî zêde ji Dengbêj Salihê Beynatê bandor bûye. Subaşi diyar kir ku piştî temenê wî bi pêş ketiye, geşedanên li derûdora wî bandor li wî kirine û ev tişt got: "Êş, keder, kêfxweşî, evîn û koçberiyên ku kurd pêre rû bi rû mane, di kilamên demgbêjan de derketin pêş û heta roja îro hatin."   ‘DIVÊ DENGBEJ JI DÎWANA GEL KÊM NEBIN’   Subaşi anî ziman ku piştî temenê wî bi pêş ketiye, di nava gel de wekî Dengbêjê Munisî hatiye naskirin, di sala 2007'an de Mala Demgbêjan li Amedê tê vekirin, li wir kilaman dibêje. Subaşi diyar kir ku piştî qeyûm Mala Dengbêjan girtiye, wan hunera xwe di dîwanên gel de pêşkêş kirine û bandora dengbêjiyê ya di çanda kurdan de jî wiha vegot: "Çanda dengbêjiyê, ji bo kurdan dîrokek qedîm e. Ji bo kurdan nebe nabe. Ji serdema Şêx Seyîd, heta Gazî Mihemed, Seyîd Riza û heta serdema Abdullah Ocalan, gelek bûyerên ku qewimî ne bi rêya dengbêjiyê xwe gihandiye nivşên îro. Li kîjan herêmê çi qewimî ye, li ku evînek çawa derketiye pêş, lorîn, evîn, helbest hemû di kilamên demgbêjan de gihiştiye roja me."   ‘DÎLGIRTINA OCALAN BANDOR LI SER DENGBÊJAN KIR’   Subaşi bi lêv kir ku roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê kirin û heta niha, gelek bûyer qewimîn e û wiha pê de çû: "Di gel de hêrseke mezin hebû. Wê demê gelek kesan xwe şewitandi. Jinan cilên reş li xwe kirin û şîn girêdan. Dayikan çalakiyên xwe zincîrkirinê pêk anîn. Li her derê cîhanê kurd li ser piyan bûn. Bêguman ev kul û êşên giran bandor li ser hunera dengbêjan jî kir."   ‘OCALAN QET LI SER ZIMANAN NEKET’   Subaşi derbirî ku roja ku Ocalan dest bi têkoşînê kir heta niha, qet ji ser zimanê hunermendên kurd neketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêgezên Ocalan ên wekî aştî, azadî û wekhevî, her dem ji bo gelan bû hêviyek mezin. Heke îro şer ew qas kûr bûbe, ev bi tecrîda li ser Ocalan ve girêdayî ye. Heke ev pirsgirêk çareser bibe, dibe aştî bê vî welatî. Dê zextên li ser huner û hunermendan jî bi dawî bibe. Bi şer û tunekirinê ev pirsgirêk çareser nabe. Divê her kes bi awayekî azad stranên xwe bêje. Heke aştî pêk bê, dibe ku wê demê dengbêjên kurd jî li dijî êş û kederê, dê kilamên eşq û evînê bêje."