KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin

  • rojane
  • 11:16 13 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî salvegera 15'e Sibata 1999'an daxuyanî da û diyar kir ku hêzên navdewletî bi 15'ê Sibatê yekîtiya gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn hedef girtin û wiha got: "Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahî şahidiya ew berxwedana dîrokî û bêhempa kir." 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 19'emîn salvegera 15'ê sibata 1999'an daxuyanî da çapemeniyê û 15'ê Sibatê şermezar kir. KCD'ê diyar kir ku hezên navneteweyî xwestin gelên kurd û tirk berdin hev û gelên Rojhilata navîn Hedef girtin. 
 
Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: 
 
"Ev komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevgera azadiyê û ya gelê kurd de pêk hatiye em careke din di salvegera 19'emîn de lanet dikin. Bi hevkarî û tifaqa hêzên emperyalên navneteweyî, paşverû yên heremî û dagirker di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî pêk hat û armanc kirin ku bi vê komployê têkoşîna azadiya gelê kurd bênefes bihêlin û bi hiştina bi pêsengiyê bi temamî ji holê rakin. Komploya navdewletî bi vîna mezin, berxwedana bêhempa, perspektîfa neteweya demokratîk û rêbertiya birêz Ocalan vala hat derxistin. Komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê di aliyekê de xwestin daxwazin gelê kurd ê azadiyê têk bibin û bi vê re gelan bikin neyarê hev. Di serî de yekîtiya gelên kurd û tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn hedef girtin.
 
Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahî şahidiya ew berxwedana dîrokî û bêhempa kir.
Planker û yên pêk anîn di 19’emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê de li Rojhilata Navîn têk diçin û ber bi hilweşînê ve diçin. Têkoşîna azadiyê ya ku Reberê Gelê Kurd birêz Ocalan pêşengiya wê dike bi felsefeya azadiyê û daxwazên jiyana hevpar li erdnigariya Rojhilata Navîn bûye hêviya hemû gelan.
Bi Şoreşa Rojava, Kobanê, Şengal û berxwedana xwerêveberiya bakurê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn hatin paqijkirin. Têkoşîn û berxwedana li hemberî êrîş û hewldana dagirkirina Efrînê tê meşandin û bi vê re berxwedana gelê me yê li dîasporayê ji bo Efrînê daye destpêkirin, bi giştî jî xwedîderketin li Rêberê xwe, tê wateya valaderxistina komploya navdewletî.  Gelên navneteweyî ev komplo dîtine û li cem gelê me cihê xwe girtine. 
Lê belê hêzên emperyalîstên navneteweyî, dagirker-paşverê yên herêmî, dijminatiya li hemberî gelê me, planên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê didomînin. Hewl didin bi hemû cure zext, zordestî, komkujî û qirkirinê bi tifaqên qirêj bidomînin.
 
BI ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ KOMPLOYA NAVDEWLETÎ YA BERFIREH PÊK TÎNIN
 
Piştî referandûma serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê pêk hat, hêzên emperyalîst û dagirkerên herêmî çeteyên terorê yê Heşdî Şabî ku DAIŞ’a şiî ye bi ser  gelê me de şandin, di serî de Kerkuk gelek bajarên kurdan dagirkirin. Herî dawî tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê ya nîjadperest-faşîst ku li ser dijminatiya gelê kurdan hatiye avakirin, hemû sazî û partiyên sîstemê danîn kêleka xwe û di şexsê Efrînê de li hemberî gelê me dest bi êrîşeke topyekûn kirine û hewl didin Efrînê dagir bike. Bi vê re hewl didin komploya navdewletî  berfirehî  pêk bînin.
 
Gel û dostên wê, çawa ku heta niha bi berxwedan û têkoşîna xwe  nîşanî her kesî dan ku dikarin komploya navdewletî vala derxînin, bi berxwedana heybet li hemberî dagirkirina Efrînê hatiye destpêkirin, dikarin ev komploya navdewletî ya ku hatiye nûjenkirin vala derxînin.
 
Derketiye holê ku li seranserê Rojhilata Navîn, bi guherîn û veguherînên mezin re rû bir û ye. Di pêvajoyên ku derfetên mezin ên rizgarî û azadiyê derxistiye holê de gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û pêşeng, sazî û partiyên siyasî yên ku pêşengiya wê dikin li hemberî ev tifaqa qirêj a dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo ev derfetên dîrokî yên derketine holê bi awayekî rast bi kar bînin peywireke dîrokî dikeve ser milên wan.  Ev êrîş û hewldanên dagirkirina Efrînê careke din girîngiya Yekîtiya Neteweyî xistiye rojeva gelê me.  Ji ber vê yekê hemû hêzên kurdistanî xebatên Yekîtiya Neteweyî  wekî stratejîk bigirin û ji bo sazîkirina wê tevbigerin û divê were zanîn ku ev yek ji bom e jiyanî ye.
 
KOMPO VALA HATIYE DERXISTIN, LÊ PLANKER VALA NASEKININ
 
Divê hemû gelên me di wê zanebûnê de bin ku komploya 15'ê Sibatê vala hatiye derxistin, lê belê plankar û pêkanînên vê komployêhê, vala nasekinin, hertim hewldanên komployê nûjen dikin û hewl didin têkoşîna azadiyê tasfiye bikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tê meşandin, êrîşên DAIŞ'ê, komkujiya Parîsê, komkujî û wêrankirina bajarên Kurdistanê, têkbirina şoreşa Rojava û planên dagirkirina xaka Rojava, operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî KCD, HDP, DBP û hwd. komploya navdewletî tê nûjenkirin û bi israr vê didomînin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê li hemberî gelê tirk,hêzên demokrasiyê, akademîsyen, zanyaran û rêxistinen saziyên sivîl-demokratik dest bi êrîş û qirkirinê kirin û tê zanîn ku ev parçeyeke pêvajoya komployê ye. Ji ber ku komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ne tenê li hemberî gelê kurd bû, ev li hemberî gelê tirk e jî.
Li hemberî w komploya bi lanet divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û civaka navneteweyî seferber bibin, li hemberî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê bibin yek û bi avakirina tifaqa demokrasiyê bi ruhê yekitiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî êrîşên komplogeran li ber xwe bidin û tenê rêyek heye û ew jî parastina destkeftiyane. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de li hemberî gelê me pêk hatiye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe, ne mumkune em bêjin komplo bi temamî vala hatiye derxistin. Azadiya Ocalan, di sert û mercên azad de pêşengiya gelê me bike. Ev yek jêneger tekoşîna me ye. Ev mifteya çareserî û aştiyê ye.
 
Em bang li hemû gelan, hêzên demokrasiyê, hemû dostên gelê xwe û civaka navneteweyidikinlar ji bo biratî, demokrasi, yekitî û jiyana hevpar li hemberi komploya 15'ê Sibatê têkoşînê bilintir bikin. Bimre komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê!, Bijî biratî, yekîtî, wekhevî û jiyana hevpar a gelan!" 

Sernavên din

15/02/2018
12:08 Li Denîzlî zilam hevjîn û keça xwe kuşt
11:54 Danişîna Balûken taloq kirin
11:47 'Serê girtiyan li petekan xistin û girtî xwîn divereşin’
11:36 Parêzarên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:34 'Vê vînê li bajarên şoreşê çi kir, dê li Efrînê jî wisa bike’
11:28 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
11:27 'Çalakiyê rêya me ronî kir'
11:20 ‘Hûn bi kurdî baixivin em ê lêpirsînê bidin destpêkirin’
11:10 Qedexeya li ser 178 gundan bi dawî bû
10:50 Malbatên ku komeleya wan hat girtin: Careke din em qetil kirin
10:37 ‘Rojeke giran bû, lê çareserî li wir pêkan e’
09:59 Parêzer Oztuzun: Ocalan ji bo gelan siûd e
09:57 Parlementer Atalan: Qeyûm biryara xirakirina mala şînê ya Êzidiyan da
09:20 ‘Kongreya HDP’ê ders da xêrnexwazan’
09:12 Mexdûrên erdheja Wanê 2 mehin di sermayê de dijîn
09:11 Derhênerê fîlmê Zer: Ji hunerê ditirsin
09:10 Îşkenceya derûnî û fîzîkî li girtiyan dikin
09:09 Karkerên Akkîmê 200 roj in li mafê xwe digerin
09:09 Efrînîyan Erdogan hişyar kir: 300 hezar koçberên li Efrînê kî ne?
09:08 Eroglu: Cilên yek tîp wekî zirxê ku mirovan difetisîne
09:08 Ata: Ocalan komplo pûç kir, lê niha bi êrîşa li dijî Efrînê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2018'AN
14/02/2018
23:23 Bi çekê êrîşî avahiya HDP'ê kirin
22:03 Demîrtaş: Derbeyê jî û kesên parlamento bombe kirin jî hûn dadirizîni
20:20 Endamê Meclisa PAK'e Mehmet Ermîş binçav kirin
19:26 Îdiaya li Girtîgeha Osmaniyeyê îşkence li girtiyan dikin
18:03 Prof.Dr. Baskin Oran xwest doz li Erodgan vebe
17:30 Dadgehê dîsa daxwaza girtina bersûcên doza mirina Kaceroglû red kir
16:54 Polîsê ji doza Pirsûsê tê darizandin: Midûr got ‘Di ketinê de lêgerîn neke'
16:42 Mîmar Alev Şahin hat berdan
16:22 Parêzerê Ocalan, Mehdî Oztuzun hat binçavkirin
16:03 'Azadiya Ocalan dê aştî û çareseriyê bîne’
15:48 Kemalbay di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kir
15:38 Rageşiya di navbera DYA-AKP'ê de zêde dibe: Dema biryarê ye
15:10 Îdianameya têkildarî mirina 2 zarokên biçûk hat amadekirin
15:01 'Girtina komeleya me nedîtina hovîtiyê ye’
14:46 ‘Nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan’
14:36 Ji ber got ‘Ji şer re na’ hat girtin
14:00 Dê rêveberên HDK’ê û pêkhateyên wê înê derbixin edliyê
13:21 Dadger biryar da ku leşkerê Hazar a 85 salî kuşt bigrin
13:11 Dayika 5 caran Ocalan li Helebê dît, qala Ocalan kir
12:50 Ocalan: 3’yemîn Şerê Cîhanê bi komploya li dijî min re dest pê kir
12:49 Demîrtaş piştî 460 rojan parastin kir
12:16 Girtiyên hejmara ser piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:06 Efrînî: Em ê bostek axa xwe jî nedin
11:08 Gelek kes têkildarî 15’ê Sibatê hatin binçavkirin
11:01 Walîtiya Amedê 176 gund qedexe kir
10:46 Tenê destûr da 20 kesan ku danişîna Demîrtaş bişopînin
10:28 TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne
10:12 6 rojin tu agahî ji rojnamevanê îranî Shoashargh nayên girtin
09:59 Li Îzmîrê mirineke gumanbar
09:43 Palandoken: Ji bo cezayekê giran bê dayîn em tê dikoşin
09:36 ‘Efrîn Gazze ye'
09:17 Subaşi: Gotinên dengbêjiyê bixwe berxwedan e
09:15 Wezareta Karên Hundir: Kuştina Zekî Acar li gorî huqûqê ye
09:12 Melda Onur: Dixwazin ser sûcê Aladagê bigirin
09:12 Ji bo fatîheyekê 5 TL didin!
09:11 Hem li mal, hem li zeviyê û hem li bazarê dixebite
09:10 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:09 Partiya Komunîst a Fransayê: Heta niha me çewisandinên wisa nedîtibûn
09:09 ‘Sîxuriyê’ li ser xebatkara rojnameyê ferz dikin
09:08 Dozger ji ber rexneyê doz li Tuncel vekir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBAT 2018'AN
13/02/2018
22:06 Maşîneya leşkerî li mînîbûsa karkeran qeliband: 4 kes mirin
19:36 Di bombebarana Efrînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
18:39 Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
18:37 Rojnameger Çagdaş Erdogan tahliye bû
18:10 Li 4 'Meşvanên Aştiyê' ceza birîn
17:13 Serlêdana ji bo hevdîna bi Ocalan re cara 730'emîn red kirin
17:02 Serpil Kemalbay binçav kirin
16:45 Ciwanên Tebqayê Efrîn silav kir
16:15 Di bombebarana TSK'ê ya li ser Efrînê de 2 jin hatin kuştin
16:15 'Gelê Hatayê ji şer bêzar bûye’
16:07 18 hezar û 507 mafên mirovan li bajarê kurdan îhlal bûn
15:58 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 15'ê Sibatê de dikevin grevê
15:51 Polîsan 7 saetan li avahiyên HDP û DBP’ê lêgirin kirin
15:17 Hejmara binçavkirinan derket 17’an
14:52 Belavkarê Ozgurlukçu Demokrasî hat berdan
14:50 Polîsan bi ser mala Serpîl Kemalbay de girt
14:49 Li Hejmara 1 a Girtîgeha Şakranê girtî jehrî bûn
14:37 Li Efrînê mala dîrokî ya Betal Axa Kînc hat rûxandin
14:35 HDP: Vîna aştiyê hatiye binçavkirin
13:51 Di doza Demîrtaş de biryara yekkirina dozê
13:50 'Em li virin bila Erdogan vala vala xwe mijûl neke’
13:49 Îro jî 15 akademîsyen hatin darizandin
13:30 Jinên Efrînî daketin qadan: Em li vir in
13:22 Di doza Dînk de, bi hinceta 'Bylock' bi kar neanîne 2 kes hatin berdan
13:08 ‘Berxwedanê gelek plan pûç kir'
13:04 Jinên edeneyî: Em ê bibin şopdarê bûyera îstîsmarê
13:03 Dozger xwest 25 sal ceza li wekîla HDP'ê Beştaşê bê birîn
12:39 ‘Hafîfe Temel bi salan îşkence dît’
12:28 Polîsan malbata di mala şînê de binçav kirin, berdan
12:24 'Dîroka Mirina Avê' êdî li ser înternetê jî wê bê temaşekirin
12:22 Mamedoglu: Piştî em bên ser peywirê emê navê kurdî dîsa daliqînin
12:21 Amedî: Şerê li dijî Efrînê ji bo qoltix û qesrê ye
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:12 Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê: Biryara girtina Komeleyê dê me bêtir geş bike
11:52 Şaredarê CHP'ê piştî piştgirî da Efrînê beraet kir
11:51 27 dibistanên Efrînê kirin hedef, 13 xwendekar kuştin
11:47 Polîsan li Meletiyê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt