KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin 2018-02-13 11:16:43 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî salvegera 15'e Sibata 1999'an daxuyanî da û diyar kir ku hêzên navdewletî bi 15'ê Sibatê yekîtiya gelê kurd, tirk û gelên Rojhilata Navîn hedef girtin û wiha got: "Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahî şahidiya ew berxwedana dîrokî û bêhempa kir."  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 19'emîn salvegera 15'ê sibata 1999'an daxuyanî da çapemeniyê û 15'ê Sibatê şermezar kir. KCD'ê diyar kir ku hezên navneteweyî xwestin gelên kurd û tirk berdin hev û gelên Rojhilata navîn Hedef girtin.    Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Ev komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî tevgera azadiyê û ya gelê kurd de pêk hatiye em careke din di salvegera 19'emîn de lanet dikin. Bi hevkarî û tifaqa hêzên emperyalên navneteweyî, paşverû yên heremî û dagirker di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî pêk hat û armanc kirin ku bi vê komployê têkoşîna azadiya gelê kurd bênefes bihêlin û bi hiştina bi pêsengiyê bi temamî ji holê rakin. Komploya navdewletî bi vîna mezin, berxwedana bêhempa, perspektîfa neteweya demokratîk û rêbertiya birêz Ocalan vala hat derxistin. Komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê di aliyekê de xwestin daxwazin gelê kurd ê azadiyê têk bibin û bi vê re gelan bikin neyarê hev. Di serî de yekîtiya gelên kurd û tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn hedef girtin.   Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahî şahidiya ew berxwedana dîrokî û bêhempa kir. Planker û yên pêk anîn di 19’emîn salvegera komploya 15'ê Sibatê de li Rojhilata Navîn têk diçin û ber bi hilweşînê ve diçin. Têkoşîna azadiyê ya ku Reberê Gelê Kurd birêz Ocalan pêşengiya wê dike bi felsefeya azadiyê û daxwazên jiyana hevpar li erdnigariya Rojhilata Navîn bûye hêviya hemû gelan. Bi Şoreşa Rojava, Kobanê, Şengal û berxwedana xwerêveberiya bakurê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn hatin paqijkirin. Têkoşîn û berxwedana li hemberî êrîş û hewldana dagirkirina Efrînê tê meşandin û bi vê re berxwedana gelê me yê li dîasporayê ji bo Efrînê daye destpêkirin, bi giştî jî xwedîderketin li Rêberê xwe, tê wateya valaderxistina komploya navdewletî.  Gelên navneteweyî ev komplo dîtine û li cem gelê me cihê xwe girtine.  Lê belê hêzên emperyalîstên navneteweyî, dagirker-paşverê yên herêmî, dijminatiya li hemberî gelê me, planên xwe yên tunekirin û tunehesibandinê didomînin. Hewl didin bi hemû cure zext, zordestî, komkujî û qirkirinê bi tifaqên qirêj bidomînin.   BI ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ KOMPLOYA NAVDEWLETÎ YA BERFIREH PÊK TÎNIN   Piştî referandûma serxwebûnê ya li başûrê Kurdistanê pêk hat, hêzên emperyalîst û dagirkerên herêmî çeteyên terorê yê Heşdî Şabî ku DAIŞ’a şiî ye bi ser  gelê me de şandin, di serî de Kerkuk gelek bajarên kurdan dagirkirin. Herî dawî tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê ya nîjadperest-faşîst ku li ser dijminatiya gelê kurdan hatiye avakirin, hemû sazî û partiyên sîstemê danîn kêleka xwe û di şexsê Efrînê de li hemberî gelê me dest bi êrîşeke topyekûn kirine û hewl didin Efrînê dagir bike. Bi vê re hewl didin komploya navdewletî  berfirehî  pêk bînin.   Gel û dostên wê, çawa ku heta niha bi berxwedan û têkoşîna xwe  nîşanî her kesî dan ku dikarin komploya navdewletî vala derxînin, bi berxwedana heybet li hemberî dagirkirina Efrînê hatiye destpêkirin, dikarin ev komploya navdewletî ya ku hatiye nûjenkirin vala derxînin.   Derketiye holê ku li seranserê Rojhilata Navîn, bi guherîn û veguherînên mezin re rû bir û ye. Di pêvajoyên ku derfetên mezin ên rizgarî û azadiyê derxistiye holê de gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn û pêşeng, sazî û partiyên siyasî yên ku pêşengiya wê dikin li hemberî ev tifaqa qirêj a dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo ev derfetên dîrokî yên derketine holê bi awayekî rast bi kar bînin peywireke dîrokî dikeve ser milên wan.  Ev êrîş û hewldanên dagirkirina Efrînê careke din girîngiya Yekîtiya Neteweyî xistiye rojeva gelê me.  Ji ber vê yekê hemû hêzên kurdistanî xebatên Yekîtiya Neteweyî  wekî stratejîk bigirin û ji bo sazîkirina wê tevbigerin û divê were zanîn ku ev yek ji bom e jiyanî ye.   KOMPO VALA HATIYE DERXISTIN, LÊ PLANKER VALA NASEKININ   Divê hemû gelên me di wê zanebûnê de bin ku komploya 15'ê Sibatê vala hatiye derxistin, lê belê plankar û pêkanînên vê komployêhê, vala nasekinin, hertim hewldanên komployê nûjen dikin û hewl didin têkoşîna azadiyê tasfiye bikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tê meşandin, êrîşên DAIŞ'ê, komkujiya Parîsê, komkujî û wêrankirina bajarên Kurdistanê, têkbirina şoreşa Rojava û planên dagirkirina xaka Rojava, operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî KCD, HDP, DBP û hwd. komploya navdewletî tê nûjenkirin û bi israr vê didomînin. Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê li hemberî gelê tirk,hêzên demokrasiyê, akademîsyen, zanyaran û rêxistinen saziyên sivîl-demokratik dest bi êrîş û qirkirinê kirin û tê zanîn ku ev parçeyeke pêvajoya komployê ye. Ji ber ku komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ne tenê li hemberî gelê kurd bû, ev li hemberî gelê tirk e jî. Li hemberî w komploya bi lanet divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û civaka navneteweyî seferber bibin, li hemberî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê bibin yek û bi avakirina tifaqa demokrasiyê bi ruhê yekitiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî êrîşên komplogeran li ber xwe bidin û tenê rêyek heye û ew jî parastina destkeftiyane. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de li hemberî gelê me pêk hatiye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe, ne mumkune em bêjin komplo bi temamî vala hatiye derxistin. Azadiya Ocalan, di sert û mercên azad de pêşengiya gelê me bike. Ev yek jêneger tekoşîna me ye. Ev mifteya çareserî û aştiyê ye.   Em bang li hemû gelan, hêzên demokrasiyê, hemû dostên gelê xwe û civaka navneteweyidikinlar ji bo biratî, demokrasi, yekitî û jiyana hevpar li hemberi komploya 15'ê Sibatê têkoşînê bilintir bikin. Bimre komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê!, Bijî biratî, yekîtî, wekhevî û jiyana hevpar a gelan!"