Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin

  • rojane
  • 10:23 13 Sibat 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mutlu Çîvîrolgu têkiliyên Tikriyeyê û DYA’yê û êrîşên li dijî Efrînê nirxand. Çîvîroglu diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê wêrekiyê dide DAIŞ’ê û ev yek li DYA’yê bi dengek bilind tê ziman û daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv tên mayîn. 
 
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên wek Artêş Azad a Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Efrînê di roja 25’an de berdewam dikin. Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên dê piştî Efrînê êrîşî Minbiçê bike jî di navbera têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Tirkiyeyê de pêvajoyek zor da destpêkirin. Mutlu Çîvîroglu yê li DYA’yê dijî û demek dirêje geşedanên Bakûrê Sûriyeyê, têkiliyê Tirkiyeyê û DYA’yê nirxand. 
 
‘DYA DIFIKIRE KU ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ ZERARÊ DIDE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê’ 
 
Çîvîroglu destnîşan kir ku DYA ji serê ewil ve li dijî operasyona Efrînê ye û got: “DYA di mijara sedemên operasyonê de qanih nebûye. DYA Efrînê cihe bi ewle û îstîkrar dinirxîne. DYA Efrînê wek cihek bi hezaran mirov ji cihê xwe koç bûne û lê bicih bûne pênase dike. Kurdên li Sûriyeyê dixwazin têkiliyan li gel Tirkiyeyê li pêş bixin. Ji herêmên di bin kontrola YPG’ê de ne heta niha tu êrîşek li dijî Tirkiyeyê rû nedaye. Piştî operasyon dest pê kir behsa avêtina fuzeyan dikin. Tîllerson div ê mijarê de qanih nebû û vê yekê ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglu re got.” 
 
‘DYA DIXWAZE BI RIYÊN DÎPLOMATÎK DAWÎ LI OPERASYONÊ BÎNE’ 
 
Çîvîroglu anî ziman ku Wezareta Karê Derve ya DYA’yê û Pentagon ji bo Tirkiye êrîşên xwe rawestîne û Tirkiye enerjiya xwe li dijî DAIŞ’ê bide gelek caran daxuyanî da û wiha got: “Tirkiye li telqînên DYA’yê guhdar nake. DYA-Tirkiye mutefîkên hev in. Lê di her mijarê de li hev nakin. DYA her tişta dixwaze nikare bi Tirkiyeyê bike. Niha DYA naxwaze têkilî hişk bibin û dixwaze bi riyên dîplomatîk pirsgirêkan çareser bike.” 
 
Çîvîrolgu da zanîn ku koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hat avakirin ji bo Efrînê tu xebatên wan tune ne û wiha dewam kir: “Her çiqas DYA serê koalîsyonê bikişîne jî, DYA û koalîsyon ji hev cuda ne. Tu destwerdanek DYA’ê li dijî Efrînê pêk nehatiye û dixwaze Tirkiye êrîşên xwe rawesîne.” 
 
‘DYA DIXWAZE LI GEL QSD’Ê LI SÛRIYEYÊ MAYÎNDE BIBE’ 
 
Çîvîroglu diyar kir k udi navbera polîtîkayên Sûriyeyê yên DYA û Tirkiyeyê de nakokiyên kûr hene û wiha axivî: “DYA’yê alîkarî da YPG’ê û ji QSD’ê jî encamên girîng bi dest xist. Li gorî daxuyaniyên DYA’yê wiha tê xûyakirin ku DYA dixwaze li Sûriyeyê mayînde bimîne. DYA dixwaze li gel kurdan û QSD’ê mayînde bimîne. Ji ber vê yekê DYA êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê naxwaze. Wek ku hinek dibêjin nîne, rast rast operasyonê destek nakin. Bi riya dîplomatîk jî got ku ew li dijî vê operasyonê ne. Cîhan bi çavê Tirkiyeyê li Efrînê na nêre. Polîtîkaya Sûriyeyê ya DYA’yê bi pêşengiya YPG’ê pêk tê û li ser QSD bi endeks e. DYA çend roj berê jî alîkarî şand. Dixwaze modela li Rojava di siberoja Sûriyeyê de bibîne. Di der barê vê mijarê de daxuyaniyên Wezareta Karê Derve ya DYA’yê hene. Li ser daxwaza Tirkiyeyê têkiliyê xwe bi QSD’ê re dawî nake. Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê qet bi bersiv jî nayên dîtin.” 
 
‘JI BO EFRINÊ BIDIN JIBÎR KIRIN BEHSA MÎNBÎÇÊ DIKIN’
 
Çîvîroglu, da zanîn ku ji bo Efrînê bibin jibîr jirin behsa Mînbiçê dikin û wiha bilêv kir: “Ji bo Efrînê ji rojevê derbixin tim behsa Mînbîçê dikin. Gava Generalê DYA’yê Paul E. Funk çû Mînbîçê peyamên pir eşkere dan Tirkiyeyê. DYA ji Tirkiyê re got neyê vê derê em li virin û ji vir dernakevin. DYA niha li wê derê hem hêzên herêmî perwerde dike û hem jî ji bo avakirina binesaziya bajêr xebatan dimeşîne. Êdî aramî li Mînbîçê hatiye avakirin. DYA bi awayekê vekirî karê dewriyê li ser dike. DYA dê li dijî êrîşeke biçûk a li ser Mînbîcê  jî bêdeng nemîne û bersiv bide. 
 
‘YPG PIR BAŞ LI BER XWE DIDE’
 
Çîvîroglu, destnîşan kir ku operasyona Efrînê 25 roj li pey xwe hiştin û wiha pê de çû: “Li gorî analîstên DYA û YE’yê Tirkiyeyê heya niha nekariya serkeftineke lêşkerî bidest bixin. Tê dîtin ku YPG çiqasî dinava berxwedanek mezin deye. Bandora şer a YPG, hêzên wê yên herêmî û xwe baş amade kirin Tirkiyeyê dixe nava zoriyê. Tirkiye difikirî ku dê di hefteya yekemîn de serkeftinan bi dest bixwe. Lê ne sivîlên wê derê xwe sipartin qampên Tirkiyeyê û ne jî YPG’ê ceperên xwe berdan. YPG bi taktîkî hin caran qadên xwe berdide û cardin lê vedigere. Di raya giştî ya navneteweyî de tê gotin ku YPG karê xwe baş dike û qeybên Tirkiyeyê pir cîdîne.”
 
‘KURD ÊDÎ BI QEHREMANTIYA KOBANÊ TÊN NASÎN’
 
Çîvîroglu, di dewama axafina xwe de wiha got: “Dê berxwedana Efrînê de jî weke ya Kobanê bi ser bikeve. Êdî di qadan navneteweyî de îmaja gelê  kurd bi bilind bûye. Piştî berxwedana dirêj a Kobanê, DYA piştgirî dan YPG’ê. DYA’ya ku berê bi mexdûriyeta komkujiya Helepçe kurd nas dikirin, niha jî kurdan bi qehremantiya Kobanê nas dike. Hin rojnamegerên çûn Efrînê behsa qetilkirinên sivîlan dikin. Manşetên balafirin şer ên sivîlan dikujin serwîs kirin. Her ku berxwedanê dirêj kir, dengên di qada navneteweyî de jî bilindtir bûn.”
 
‘GER ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ NEBÛNE, DÊ NIHA DÊREZOR TEMAM BÛYA’
 
Çîvîroglu, bal kişand ser hatina Tîllerson ê di roja pêncşemê de bê Tirkiyeyê û wiha domand: “Di rojeva Tîllerson de Efrîn û Mînbîç hene. Yaredariyên DYA daxuyanî dan. Operasyona li ser Efrînê, cesaret daye DAIŞ’ên li Dêrezorê. Êdî DAIŞ hatibû ber bi tunebûnê.  Operasyona li ser Efrînê tenê ji bo DAIŞ’ê baş xuya dike. DAIŞ hewl dide xwe komî ser hev bike. DYA vê yekê dibîne. Ger operasyona li ser Efrînê nebûya dê niha Dêrezor bi ser biketa.”
 
‘ÇAWAN DIBE KU OSO XWE WISAN KOM BIKE?’
 
Çîvîroglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek pisporan digotin OSO belav bûye û şervanên xwe di hêzên DAIŞ û El Nusra de winda kirine. Di dîmenên li ser çapemeniyê belav bûne de, tê xuya kirin ku dîz û talanên xwe yên li dijî qadên sivîlan pêk tînin. Mirovên pir û kal digirin û îşkencê li wan dikin. Di dîmenan de dirûşmên cîhatê berz dikin. Ji ber vê yekê OSO ya ku belav bûbû, ne mûmkîne ku wisan xwe kom bike û ev yek di serê mirovan de gumanan çêdike.”
 
MA / Cîhan Olmez

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e