Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin 2018-02-13 10:23:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mutlu Çîvîrolgu têkiliyên Tikriyeyê û DYA’yê û êrîşên li dijî Efrînê nirxand. Çîvîroglu diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê wêrekiyê dide DAIŞ’ê û ev yek li DYA’yê bi dengek bilind tê ziman û daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv tên mayîn.    Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên wek Artêş Azad a Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Efrînê di roja 25’an de berdewam dikin. Daxuyaniyên Tirkiyeyê yên dê piştî Efrînê êrîşî Minbiçê bike jî di navbera têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Tirkiyeyê de pêvajoyek zor da destpêkirin. Mutlu Çîvîroglu yê li DYA’yê dijî û demek dirêje geşedanên Bakûrê Sûriyeyê, têkiliyê Tirkiyeyê û DYA’yê nirxand.    ‘DYA DIFIKIRE KU ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ ZERARÊ DIDE TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê’    Çîvîroglu destnîşan kir ku DYA ji serê ewil ve li dijî operasyona Efrînê ye û got: “DYA di mijara sedemên operasyonê de qanih nebûye. DYA Efrînê cihe bi ewle û îstîkrar dinirxîne. DYA Efrînê wek cihek bi hezaran mirov ji cihê xwe koç bûne û lê bicih bûne pênase dike. Kurdên li Sûriyeyê dixwazin têkiliyan li gel Tirkiyeyê li pêş bixin. Ji herêmên di bin kontrola YPG’ê de ne heta niha tu êrîşek li dijî Tirkiyeyê rû nedaye. Piştî operasyon dest pê kir behsa avêtina fuzeyan dikin. Tîllerson div ê mijarê de qanih nebû û vê yekê ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglu re got.”    ‘DYA DIXWAZE BI RIYÊN DÎPLOMATÎK DAWÎ LI OPERASYONÊ BÎNE’    Çîvîroglu anî ziman ku Wezareta Karê Derve ya DYA’yê û Pentagon ji bo Tirkiye êrîşên xwe rawestîne û Tirkiye enerjiya xwe li dijî DAIŞ’ê bide gelek caran daxuyanî da û wiha got: “Tirkiye li telqînên DYA’yê guhdar nake. DYA-Tirkiye mutefîkên hev in. Lê di her mijarê de li hev nakin. DYA her tişta dixwaze nikare bi Tirkiyeyê bike. Niha DYA naxwaze têkilî hişk bibin û dixwaze bi riyên dîplomatîk pirsgirêkan çareser bike.”    Çîvîrolgu da zanîn ku koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hat avakirin ji bo Efrînê tu xebatên wan tune ne û wiha dewam kir: “Her çiqas DYA serê koalîsyonê bikişîne jî, DYA û koalîsyon ji hev cuda ne. Tu destwerdanek DYA’ê li dijî Efrînê pêk nehatiye û dixwaze Tirkiye êrîşên xwe rawesîne.”    ‘DYA DIXWAZE LI GEL QSD’Ê LI SÛRIYEYÊ MAYÎNDE BIBE’    Çîvîroglu diyar kir k udi navbera polîtîkayên Sûriyeyê yên DYA û Tirkiyeyê de nakokiyên kûr hene û wiha axivî: “DYA’yê alîkarî da YPG’ê û ji QSD’ê jî encamên girîng bi dest xist. Li gorî daxuyaniyên DYA’yê wiha tê xûyakirin ku DYA dixwaze li Sûriyeyê mayînde bimîne. DYA dixwaze li gel kurdan û QSD’ê mayînde bimîne. Ji ber vê yekê DYA êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê naxwaze. Wek ku hinek dibêjin nîne, rast rast operasyonê destek nakin. Bi riya dîplomatîk jî got ku ew li dijî vê operasyonê ne. Cîhan bi çavê Tirkiyeyê li Efrînê na nêre. Polîtîkaya Sûriyeyê ya DYA’yê bi pêşengiya YPG’ê pêk tê û li ser QSD bi endeks e. DYA çend roj berê jî alîkarî şand. Dixwaze modela li Rojava di siberoja Sûriyeyê de bibîne. Di der barê vê mijarê de daxuyaniyên Wezareta Karê Derve ya DYA’yê hene. Li ser daxwaza Tirkiyeyê têkiliyê xwe bi QSD’ê re dawî nake. Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê qet bi bersiv jî nayên dîtin.”    ‘JI BO EFRINÊ BIDIN JIBÎR KIRIN BEHSA MÎNBÎÇÊ DIKIN’   Çîvîroglu, da zanîn ku ji bo Efrînê bibin jibîr jirin behsa Mînbiçê dikin û wiha bilêv kir: “Ji bo Efrînê ji rojevê derbixin tim behsa Mînbîçê dikin. Gava Generalê DYA’yê Paul E. Funk çû Mînbîçê peyamên pir eşkere dan Tirkiyeyê. DYA ji Tirkiyê re got neyê vê derê em li virin û ji vir dernakevin. DYA niha li wê derê hem hêzên herêmî perwerde dike û hem jî ji bo avakirina binesaziya bajêr xebatan dimeşîne. Êdî aramî li Mînbîçê hatiye avakirin. DYA bi awayekê vekirî karê dewriyê li ser dike. DYA dê li dijî êrîşeke biçûk a li ser Mînbîcê  jî bêdeng nemîne û bersiv bide.    ‘YPG PIR BAŞ LI BER XWE DIDE’   Çîvîroglu, destnîşan kir ku operasyona Efrînê 25 roj li pey xwe hiştin û wiha pê de çû: “Li gorî analîstên DYA û YE’yê Tirkiyeyê heya niha nekariya serkeftineke lêşkerî bidest bixin. Tê dîtin ku YPG çiqasî dinava berxwedanek mezin deye. Bandora şer a YPG, hêzên wê yên herêmî û xwe baş amade kirin Tirkiyeyê dixe nava zoriyê. Tirkiye difikirî ku dê di hefteya yekemîn de serkeftinan bi dest bixwe. Lê ne sivîlên wê derê xwe sipartin qampên Tirkiyeyê û ne jî YPG’ê ceperên xwe berdan. YPG bi taktîkî hin caran qadên xwe berdide û cardin lê vedigere. Di raya giştî ya navneteweyî de tê gotin ku YPG karê xwe baş dike û qeybên Tirkiyeyê pir cîdîne.”   ‘KURD ÊDÎ BI QEHREMANTIYA KOBANÊ TÊN NASÎN’   Çîvîroglu, di dewama axafina xwe de wiha got: “Dê berxwedana Efrînê de jî weke ya Kobanê bi ser bikeve. Êdî di qadan navneteweyî de îmaja gelê  kurd bi bilind bûye. Piştî berxwedana dirêj a Kobanê, DYA piştgirî dan YPG’ê. DYA’ya ku berê bi mexdûriyeta komkujiya Helepçe kurd nas dikirin, niha jî kurdan bi qehremantiya Kobanê nas dike. Hin rojnamegerên çûn Efrînê behsa qetilkirinên sivîlan dikin. Manşetên balafirin şer ên sivîlan dikujin serwîs kirin. Her ku berxwedanê dirêj kir, dengên di qada navneteweyî de jî bilindtir bûn.”   ‘GER ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ NEBÛNE, DÊ NIHA DÊREZOR TEMAM BÛYA’   Çîvîroglu, bal kişand ser hatina Tîllerson ê di roja pêncşemê de bê Tirkiyeyê û wiha domand: “Di rojeva Tîllerson de Efrîn û Mînbîç hene. Yaredariyên DYA daxuyanî dan. Operasyona li ser Efrînê, cesaret daye DAIŞ’ên li Dêrezorê. Êdî DAIŞ hatibû ber bi tunebûnê.  Operasyona li ser Efrînê tenê ji bo DAIŞ’ê baş xuya dike. DAIŞ hewl dide xwe komî ser hev bike. DYA vê yekê dibîne. Ger operasyona li ser Efrînê nebûya dê niha Dêrezor bi ser biketa.”   ‘ÇAWAN DIBE KU OSO XWE WISAN KOM BIKE?’   Çîvîroglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek pisporan digotin OSO belav bûye û şervanên xwe di hêzên DAIŞ û El Nusra de winda kirine. Di dîmenên li ser çapemeniyê belav bûne de, tê xuya kirin ku dîz û talanên xwe yên li dijî qadên sivîlan pêk tînin. Mirovên pir û kal digirin û îşkencê li wan dikin. Di dîmenan de dirûşmên cîhatê berz dikin. Ji ber vê yekê OSO ya ku belav bûbû, ne mûmkîne ku wisan xwe kom bike û ev yek di serê mirovan de gumanan çêdike.”   MA / Cîhan Olmez