Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin

  • rojane
  • 09:14 12 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê girtî, bal kişand ser têkoşîna  xwe ya li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya di navbera salên 1987 û 89’an a li girtîgehê li ser wan hat ferzkirin û wiha got: “Ligel hemû ferzkirinan em 4 mehan bi tana atlet, derpê û qondiran rabûn û razan. Me li ber xwe da û emê  cardin li ber xwe bidin.”

Hevşaredarê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Seferî Yilmaz, li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya bi KHK’ê hat derxistin nameyek ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û bertek nîşan da. Yilmaz, di nameya xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe ya li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya dinavbera salên 1987 û 89’an û wiha got: “Berî 29 salan me têkoşînek mezin li dijî pêkanîna cilên yek tîpî da. Çi gava ku xwestin cilên yek tîpî li ser me pêk bîn in, emê dîsan jî li ber xwe bidin. 
 
Yilmaz, di nameya şandî de wiha behsa şertên girtîgehê yên wê demê û berxwedana xwe kir: 
 
“Em li benda cilên yek tîpî bû. Hinekan jî cilên taxim digotin. Cilên taxim be jî, cilên yek tîpî be jî, navê wê çi dibe bila bibe ferq tuneye, min li xwe nekirin û  ezê li xwe nekim. Sala 1987’an ji Girtîha Amedê bi 16 kesan re em sewqî Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîr kirin. Dinava  me de 8 jê endamên TÎKKO hebûn. Bêguman rêwîtî bi zor û zehmet  derbas bû. Bi otobuseke xurde em birin. Destên me kelepçekirî, di piyên me de zîncîrên sewqê hebûn. Ez tam ne bawerin, lê em piştî sê rojan gehiştin Eskîşehîrê. 
 
LI HEMBERÎ CILÊN YEK TÎPÎ, ATLET, DERPÊ Û QONDIRE
 
Wê demê de Eskîşehîr di çapemeniyê de pir cih digirt. Rastiya girtîgehê ji raya giştî re pênase dikirin. Weke li hemû girtîgehan di ketina vê  girtîgehê de jî ‘Lêdana xêr hatinê’ hebû. Çawan ku me gava xwe avêt girtîgehê, bi ser me de girtin. Hîna dest û piyên me girêdayî bûn, ji me re gotin ‘hûnê cilên yek tîpî li xwe bikin. Bêguman me got em li xwe nakin. Ev yek ji bo sedama çend şeqam û pihînan. Ji ber ku binê qondireyên wan textik bûn pir hişk bûn. Ji necarî me dibin atlet û derpê de qondire wergirt. Derpê  û qondire! Hinek ji me avêtin hucreyan û hinek ji me jî kirin blokan. Em hemû belav kirin.
 
4 MEHAN EM TANA ATLET, DERPÊ Û QONDIREYAN MAN
 
Beriya me 40 girtî li girtîgehê hebûn, hin ji wan jî komên çep bûn. Girtiyên li wir gava bihîstin em li Amedê hatine û me cilên yek tîpî qebûl nekiriye, dirûşme berz kirin. Piştî du rojan ez dam gel girtiyên siyasî. Hemû heval bi derpiyên dirêj bûn. Derpiyê pexember jêre dibêjin. Lê niha weke derpiyê Şaban tê pênasekirin. Hevala bi kêf û coşek mezin em pêşwazî kirin. Em hinek nezan bûn. Nêzî 4 mehan em bi tana derpê, atlet û qondireyan man. Ligel hemû ferz kirinan me cilên yek tîpî qebûl nekir, li ber xwe dan û serî netewand.  
Piştî 16 roj greva birçîbûnê em derbazê odeyên çar kesan kirin. Dûre eşofman dan me. Nêzî salekê me eşofman li xwe kirin. Em qet derneketin hevdîtinê. Piştre jî pantolonên qot dan me. Ji xwe êdî bêyî ku dem derbas bibe her tişt derbas bû. Lê dinava 2 mehan de gelek mafên me ji me hatin dizîn. Ji ber van bêmafiyan me dest bi greva birçîbûnê kir.
 
SÎRGONA AYDINÊ 2 CAN JI ME GIRTIN
 
Giştînameya 1’ê Tebaxê ya herî berfireh bû. Me dest bi greva birçîbunê ya 45 rojan kir. Dûre sîrgontiya Aydinê destpê kir. Roja 35’emîn a grevê bû, dest bi îşkenceyên hovane kirin. Ligel rapora gelek hevalên me yên nikarin rêwîtî bikin hebûn jî, di Tebaxa 1989’an de di saetên serê sibê de bi rîngê hatin sîrgon kirin. Di saeta 8’ê şeve de em gehiştini Aydinê. Di rêde pêdiviyên me pêk ne anîn. Di ketina girtîgeha Aydinê de em rastî wehşetekê hatin. Ava şit, jop û lêdan… Me ne zanî em rastî çi hatin. Wê demê hevalên me Mehmet Yalçinkaya û Huseyîn Husnu Eroglu, jiyana xwe ji dest dan û gelek hevalên me jî aqlê xwe winda kirin. Sîrgona Aydinê du can ji me girtin. Îşkenceya wê şeve heya saet 12’ê şevê berdewam kir. Em avêtin hucreyê. Hejmara leşkerî ser me ferz kirin. Ji ber ku me hucre qebûl nekirin, li wir jî dest bi îşkenceyê kirin. Dijûn û fermanên wan wê şeve di hewade difiriyan. Me greva xwe ya birçîbûnê di roja 46’an bi dawî kir. Şekir û xwê ne didan me. Navê wê greva bîrçîbûnê bû, lê di cewherê xwe de rojiya  mirinê bû. Piştî daxwazên me qebûl kirin, em derbasî qawîşan kirin. 
 
BEDELÊ WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI XWE NEKIN
 
Her wiha bîranînek me ya wisan çêbû. Niha jî heman tişt tên rojevê. Wê demê em kêmbûn, lê niha em pirin û mezin bûne. Niha li gelek cihan ên ku xwedî me derdikevin hene. Wê demê jî gel xwedî me derdiket, bêguman wê demê jî li welat gund dihatin şewitandin û talan kirin. Girtîgeh kiribûn rojêve û rojev berevajî kiribûn. Îro jî dîsan heman pêkanîn li ser me ferz dikin. Em ê cardin wan cilan li xwe nekin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê cilên yek tîpî li xwe nekin. Emê li ber xwe bidin.” 

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e