Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin 2018-02-12 09:14:47 AMED - Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz ê girtî, bal kişand ser têkoşîna  xwe ya li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya di navbera salên 1987 û 89’an a li girtîgehê li ser wan hat ferzkirin û wiha got: “Ligel hemû ferzkirinan em 4 mehan bi tana atlet, derpê û qondiran rabûn û razan. Me li ber xwe da û emê  cardin li ber xwe bidin.” Hevşaredarê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Seferî Yilmaz, li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya bi KHK’ê hat derxistin nameyek ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û bertek nîşan da. Yilmaz, di nameya xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe ya li dijî pêkanîna cilên yek tîpî ya dinavbera salên 1987 û 89’an û wiha got: “Berî 29 salan me têkoşînek mezin li dijî pêkanîna cilên yek tîpî da. Çi gava ku xwestin cilên yek tîpî li ser me pêk bîn in, emê dîsan jî li ber xwe bidin.    Yilmaz, di nameya şandî de wiha behsa şertên girtîgehê yên wê demê û berxwedana xwe kir:    “Em li benda cilên yek tîpî bû. Hinekan jî cilên taxim digotin. Cilên taxim be jî, cilên yek tîpî be jî, navê wê çi dibe bila bibe ferq tuneye, min li xwe nekirin û  ezê li xwe nekim. Sala 1987’an ji Girtîha Amedê bi 16 kesan re em sewqî Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîr kirin. Dinava  me de 8 jê endamên TÎKKO hebûn. Bêguman rêwîtî bi zor û zehmet  derbas bû. Bi otobuseke xurde em birin. Destên me kelepçekirî, di piyên me de zîncîrên sewqê hebûn. Ez tam ne bawerin, lê em piştî sê rojan gehiştin Eskîşehîrê.    LI HEMBERÎ CILÊN YEK TÎPÎ, ATLET, DERPÊ Û QONDIRE   Wê demê de Eskîşehîr di çapemeniyê de pir cih digirt. Rastiya girtîgehê ji raya giştî re pênase dikirin. Weke li hemû girtîgehan di ketina vê  girtîgehê de jî ‘Lêdana xêr hatinê’ hebû. Çawan ku me gava xwe avêt girtîgehê, bi ser me de girtin. Hîna dest û piyên me girêdayî bûn, ji me re gotin ‘hûnê cilên yek tîpî li xwe bikin. Bêguman me got em li xwe nakin. Ev yek ji bo sedama çend şeqam û pihînan. Ji ber ku binê qondireyên wan textik bûn pir hişk bûn. Ji necarî me dibin atlet û derpê de qondire wergirt. Derpê  û qondire! Hinek ji me avêtin hucreyan û hinek ji me jî kirin blokan. Em hemû belav kirin.   4 MEHAN EM TANA ATLET, DERPÊ Û QONDIREYAN MAN   Beriya me 40 girtî li girtîgehê hebûn, hin ji wan jî komên çep bûn. Girtiyên li wir gava bihîstin em li Amedê hatine û me cilên yek tîpî qebûl nekiriye, dirûşme berz kirin. Piştî du rojan ez dam gel girtiyên siyasî. Hemû heval bi derpiyên dirêj bûn. Derpiyê pexember jêre dibêjin. Lê niha weke derpiyê Şaban tê pênasekirin. Hevala bi kêf û coşek mezin em pêşwazî kirin. Em hinek nezan bûn. Nêzî 4 mehan em bi tana derpê, atlet û qondireyan man. Ligel hemû ferz kirinan me cilên yek tîpî qebûl nekir, li ber xwe dan û serî netewand.   Piştî 16 roj greva birçîbûnê em derbazê odeyên çar kesan kirin. Dûre eşofman dan me. Nêzî salekê me eşofman li xwe kirin. Em qet derneketin hevdîtinê. Piştre jî pantolonên qot dan me. Ji xwe êdî bêyî ku dem derbas bibe her tişt derbas bû. Lê dinava 2 mehan de gelek mafên me ji me hatin dizîn. Ji ber van bêmafiyan me dest bi greva birçîbûnê kir.   SÎRGONA AYDINÊ 2 CAN JI ME GIRTIN   Giştînameya 1’ê Tebaxê ya herî berfireh bû. Me dest bi greva birçîbunê ya 45 rojan kir. Dûre sîrgontiya Aydinê destpê kir. Roja 35’emîn a grevê bû, dest bi îşkenceyên hovane kirin. Ligel rapora gelek hevalên me yên nikarin rêwîtî bikin hebûn jî, di Tebaxa 1989’an de di saetên serê sibê de bi rîngê hatin sîrgon kirin. Di saeta 8’ê şeve de em gehiştini Aydinê. Di rêde pêdiviyên me pêk ne anîn. Di ketina girtîgeha Aydinê de em rastî wehşetekê hatin. Ava şit, jop û lêdan… Me ne zanî em rastî çi hatin. Wê demê hevalên me Mehmet Yalçinkaya û Huseyîn Husnu Eroglu, jiyana xwe ji dest dan û gelek hevalên me jî aqlê xwe winda kirin. Sîrgona Aydinê du can ji me girtin. Îşkenceya wê şeve heya saet 12’ê şevê berdewam kir. Em avêtin hucreyê. Hejmara leşkerî ser me ferz kirin. Ji ber ku me hucre qebûl nekirin, li wir jî dest bi îşkenceyê kirin. Dijûn û fermanên wan wê şeve di hewade difiriyan. Me greva xwe ya birçîbûnê di roja 46’an bi dawî kir. Şekir û xwê ne didan me. Navê wê greva bîrçîbûnê bû, lê di cewherê xwe de rojiya  mirinê bû. Piştî daxwazên me qebûl kirin, em derbasî qawîşan kirin.    BEDELÊ WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê LI XWE NEKIN   Her wiha bîranînek me ya wisan çêbû. Niha jî heman tişt tên rojevê. Wê demê em kêmbûn, lê niha em pirin û mezin bûne. Niha li gelek cihan ên ku xwedî me derdikevin hene. Wê demê jî gel xwedî me derdiket, bêguman wê demê jî li welat gund dihatin şewitandin û talan kirin. Girtîgeh kiribûn rojêve û rojev berevajî kiribûn. Îro jî dîsan heman pêkanîn li ser me ferz dikin. Em ê cardin wan cilan li xwe nekin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê cilên yek tîpî li xwe nekin. Emê li ber xwe bidin.”