Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir

  • rojane
  • 10:44 11 Sibat 2018
  • |
img
EFRÎN - Gundên ku li ser sînor di bin êrîşên TSK û OSO'yê de ne, ji neçarî koçî navenda Efrînê kirin û komunan ji van malbatan re hembêza xwe vekir. Komînan heta niha ji 200 maltaban re malovanî kir. Malbatan got ku "Êdî em efrînî ne" û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
 
Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê OSO'yê 23 roj in li dijî Efrînê dewam dikin, beşa herî zêde ji êrîşan bandor dibe welatiyên sivîl in. Heta niha bi dehan mirovên sivîl di êrîşa top û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirovan gundên xwe terk kirin û li navenda Efrînê bi cih bûn. Bi hezaran mirovên ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wan ji bajarên wekî Heleb, Idlib û deverên din koçber bûbûn û li gundên Efrînê bi cih bûbûn, careke din bi êrîşa TSK'ê û OSO'yê re ji cih û warên xwe koçber bûn.
 
PIŞTGIRIYA KOMUNAN
 
Welatiyên li ser sînor ji ber êrîşên topan neçar man koçber bûn û li navenda Efrînê bi cih bûn, komum xwedî li wan derdikevin. Ji van komuman yek jî Komuna Şehîd Gerzan a li Taxa Nû ya Efrînê ye. 285 malbat girêdayê komunê ye, xwedî li 200 malbatên koçber derket.
 
PÊWÎSTIYÊN HEZAR Û 700 MALBATAN PÊŞWAZÎ DIKE
 
Komuna Şehîd Gerzan, li ser 8 xizmetên wekî parastin, edalet, perwerde, rêxistin, çand, tenduristî û aboriyê ava bûye û yekemîn komuna Efrînê ye. Hevserokê komunê Îbrahîm Xelîl Hecî, da zanîn ku heta niha ji 200 malbatan, hezar û 700 kes hatine taxa wan û pêwîstiyên wan hatine pêşwazîkirin.
 
‘XWEDÎ LI MALBATAN DERKETIN’ 
 
Hecî der barê mijarê de ev tişt got: "Komuna me bi hemû hêza xwe xebatên xwe dewam dike. Ev demek e Efrîn di bin êrîşan de ye. Di van şertên şer de, hemû endamên komuma xwedî li xebatên me derdikevin. Welatiyên malên wan di êrîşa Tirkiyeyê de rûxiya ne, tên gel me û em xwedî li wan derdikevin. Ji bo tu malbateke me nebêje 'Em di zehmetiyê de ne' em pêwîstiyên wan pêşwazî dikin. Qasî hezar û 700 kes hatin vê taxê, di nava wan de kurd, ereb, tirkmen û êzidî hene. Malbatên ku hatin, hin li malên xizmên wan, hin jî li malên vala me bi cih kirin."
 
MALBATA TEMÊ YA JI OSO'YÊ REVÎ
 
Malbata Temê jî yek jî wan 200 malbatên ku ji ber êrîşan reviye û hatiye Taxa Nû ya Efrînê ye û ji 12 kesan pêk tên. Kalê 82 salî Mûsa Îsa Temê, aşkera kir ku ew berî salekî ji Şehbayê ji ber êrîşên OSO'yê revîne hatine navçeya Cinderêsê ya Efrînê. Mehmûd pitika yek salî li milê wî ye û hêstên xwe wiha anî ziman: "Efrîn cihekî gelekî bi aram û ewle bû. Tenê yek cihê ku em biçinê hebû, ew jî Efrîn bû. Em berî salekê hatin Cinderêsê. Li wir jiyaneke xweş hebû. Lê niha Tirkiye bi tang û topan êrîşê me dike. En meçar man me xwe avêt Efrînê. Li vir Komuna Şehîd Gerzan xwedî li me derket. Înşallah dê ev şer bisekine. Cihekê ku em biçinê tune. Em efrînî ne."
 
‘MALA ME RÛXANDIN’
 
Emîne Hemê (60) ji gundê Aşka Xerbî ya Efrînê bi keç, bûk û neviyên xwe ve ji ber êrîşên TSK û OSO'yê revîne. 35 ferdên malbatê hene. Hemê serpihatiyên xwe wiha anî ziman: "Sewalên me jî dan ber topan. Malên me rûxandin. Nexweşên me jî hene, me xwe bi zehmetî gihand vir. Xwestin me bikujin. Xwedê vê zilmê bi serê wan de hilweşîne. Heta me zarokên xwe rizgarkirin bi zorê. Mala me hemû rûxandin. Me tu tişt negirt û em li matorekê sîwar bûn û hatin."
 
‘ERDOGAN VÊ YEKÊ HEZIM NAKE’
 
Abdullah Cesîm Mehmûd ê 64 salî, 4 zarokên wî hene û Komuna Şehîd Gerzan xwedî li wan derketiye. Malbat cara duyemîn li ser axa xwe koçber bûye. Berî 3 salan li taxa Heyderiyan a Helebê koçî Cinderêsê kirine û li gundê Tilslorê bi cih bûne. Bi êrîşên dawî re li taxa Nû ya Efrînê bi cih bûne. Mehmûd got ku ew qas xweşe kes tev li êrîşê nijad û baweriya kesî nake û ev tişt anî ziman: "Li vir nirx didin mirovan. Lê Erdogan vê hezim nake. Îro hatiye êrîşê vê axê dike. Bi vî şerî DAIŞ'ê tîne bîra me. Babê ev jin, zarok, kal û pîr, her kesî dikuje."
 
MA / Selamî Aslan - Nazim Daştan

Sernavên din

13/02/2018
11:26 Danişîna hunermend Suavî taloq bû
11:25 Operasyona medyaya civakî: 9 kes binçav kirin
11:16 KCD: Di 15'ê Sibatê de yekîtiya gelên Rojhilata Navîn hedef girtin
11:04 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
10:41 Dr. Etem: Êrîşa zayentî pirsgirêka tenduristiya civakî ye
10:34 Şêran nêçîrvan xwar
10:23 Çîvîroglu: Daxuyaniyên Tirkiyeyê li DYA’yê bê bersiv dimînin
10:01 Li Hatayê 27 kes hatin binçavkirin
09:56 ‘Pirsgirêka kurd çareser bibe, dê pirsgirêka Qibrisê jî çareser bibe'
09:44 Wekîla Swêdî ya tev li kongreya HDP'ê bû: Min cara ewil zextek wiha dît
09:27 Nûçegihanê me Kanbal dîsa hat binçavkirin
09:12 Girtiya li Şakranê: Kesên xwestin me jehrî bikin şandin girtîgehên cuda
09:11 Jin mafê xwe fêr dibin: Baweriya me bi me zêde bû
09:10 'Divê kurdan wekî gef nebînin'
09:10 Şaredariya CHP'î li şûna xizmeta gel bike, eziyet dide gel'
09:09 Rojnamegerê di maşîneya wî de rojname derket, doz lê vekirin
09:07 Li Wanê hejmara pez kêm dibe
09:06 'Em ê nehêlin kincên yektîpî li zarokên me bikin'
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2018'AN
12/02/2018
21:39 Di êrîşa li dijî Efrînê de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn
18:00 Balafira keşfê ya TSK’ê hat xistin
17:28 Midûrê tacîzkar serbest berdan
16:11 11 kes li Farqînê hatin binçavkirin
16:05 Rêxistina Efoyê ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îrayî bang kir
14:56 7 siyasetmedar 4 roj in di binçavan de ne
14:47 Leyla Xalid: Polîtîkayên Tirkiye û Îsraîlê heman tişt in
14:44 TJA: Em ji tenduristiya Gokkan bi fikar in
14:21 Şandeya Parlementerên Başûr Berxwedana Efrînê silav kir
13:43 Arslan: Dê nekarin wêrektiya berxwedana me bişkînin
13:34 Kalê 75 salî yê OSO îşkence lê kir rakirin nexweşxaneyê
13:30 Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir
13:20 Serokwezîrtî û Serokatiya Meclîsê jî daxilî doza birayên Altan û Ilicakê bûn
13:07 Fermandarê Ceyş El Suwar: AKP’ê, DAIŞ û El Nusra veguherand OSO'yê
12:54 Zaroka hat îstîsmarkirin tê dermankirin
12:35 Rêxistinên li Efrînê xwestin sucdarên şer li Dîwana Laheyê bên darizandin
11:47 Mamosteyan li Silêmaniyê dest bi çalakiyan kir
11:41 Polîsan avêt ser mala şînê: 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Dozgeriyê der barê kongreya HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
11:24 Wesayîtên polîsan li hev qelibîn: Polîsek mir
11:15 Li Wanê jinek hat kuştin
10:57 Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
10:09 Dozger dersa ‘azadiya çapemeniyê’ da qeyûm
10:01 Li Edeneyê zarokek 3 salî hat îstismarkirin
10:01 Ligel AKP'ê jî, êdî şerê wekaletê yê li Sûriyeyê bi dawî dibe
09:35 Esnafên Hatayê: Dawî li şerê Efrînê bînin
09:15 Di doza KCD'ê de biryara mînak
09:14 Piştî 29 salan cilên yek tîpî: Em ê cardin li ber xwe bidin
09:13 Delîlê 10 sal cezayê girtîgehê ala Gana hat nîşandan
09:07 ‘Divê enstrumanên me bibin çeka me’
09:07 Koçyîgît: Êrîşa li dijî Efrînê plana serîtewandinê ye
09:05 Bavê girtî: Kurê min ji 65 kîloyan daketiye 45 kîloyan
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018'AN
11/02/2018
17:17 Buldan û Temellî bi 823 dengan bûn hevserokên HDP'ê
16:42 Lîsteya Meclîsa Partiyê diyar bû
16:16 Temellî: Emê wêrekiyê li her kesî belav bikin
15:57 Li Rûsya balafira rêwiyan ket
15:39 Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye
15:02 Di gole de cenazeyê jinekê hat dîtin
14:37 Leyla Xalid: Li cihekî zext hebe dê teqes berxwedan bilind bibe
14:12 Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim
13:20 Di êrîşa li ser Efrinê de leşrekekî din jiyana xwe ji dest da
13:17 Siyasetmedarên binçav kirin birin Enqereyê
12:48 Demîrtaş: Em dê bi berxwedana mezin serkeftinek mezin bi dest bixin
12:47 Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe
12:04 Li Girtîgeha Tarsusê girtiya nexweş derb kirin
11:42 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje benderê teqez em dê bi ser bikevin
11:41 Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye
11:16 Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan
10:52 Îdiaya 'Qada hewayî ya Îmraliyê teng kirin'
10:44 Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir
10:39 Rojnameger Gezîcî binçav kirin
10:33 Delîla sûcê siyasetmedar Baluken axaftin e
10:12 Tevî hemû astengiyan bi hezaran li salona Kongreya HDP'ê kom bûn
10:00 Hatin îxrackirin dikana etariyê vekirin
09:27 Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji gund dernakevin
09:27 Dikandarê gund 5 zarok îstismar kirin
09:26 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
09:25 Li Wanê tenê hosteyekî reşikan maye
09:24 Dadgehê nîşaneya serketinê wek a PKK'ê nirxand ceza lê birî
09:23 Bi wêneyê Taybet, Laçikên Spî, Elçî û Roboskî şewqê dide tualê
09:23 Sirûda bi kurdî 'Azadiya ramanê û çalakiyek aştiyane ye'
09:21 DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe
09:20 Karker: Pereyê her guleya ku tê berdan ji bêrîka me dertê
09:20 Cotkaran li Samandagiyê: Em heta qirikê di nav deynan de ne
09:01 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2018'AN
10/02/2018
18:44 Partiya Keskan a Swêd Erdogan hişyar kir: Dest ji kuştinê berde!
17:40 Gelê Efrînê 14 cenazeyên xwe spartin axê
16:25 ‘Dayika Sîsê Bîngol bila bê berdin’
16:15 Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî
15:58 Îdiaya jina ducanî întîxar kir
15:22 Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
15:21 ANHA: YPG'ê helîkoptera TSK’ê xist
Serokomar: Beriya niha helîkopterek me hat xistin
15:18 Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Înan pirsîn
15:08 Rewşa girtiyê ji sedî 30 dilê wî davêje nebaş e
15:07 Ozgen: 21 sal borîn lê em fêrî windakirina te nebûn
14:58 HDP ji kongreyê re amade ye
14:57 Li Îranê girtî Atena Daîmî û Gulrux dest bi greva birçîbûnê kirin
14:56 'AKP dixwaze gelan parçe bike'
14:49 Pîroglu: Kongre sekna li piyan dide nîşan
14:39 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e