Li Efrînê komunê bi hezaran malbat hembêz kir 2018-02-11 10:44:26   EFRÎN - Gundên ku li ser sînor di bin êrîşên TSK û OSO'yê de ne, ji neçarî koçî navenda Efrînê kirin û komunan ji van malbatan re hembêza xwe vekir. Komînan heta niha ji 200 maltaban re malovanî kir. Malbatan got ku "Êdî em efrînî ne" û kêfxweşiya xwe anîn ziman.   Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê OSO'yê 23 roj in li dijî Efrînê dewam dikin, beşa herî zêde ji êrîşan bandor dibe welatiyên sivîl in. Heta niha bi dehan mirovên sivîl di êrîşa top û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirovan gundên xwe terk kirin û li navenda Efrînê bi cih bûn. Bi hezaran mirovên ji ber êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê wan ji bajarên wekî Heleb, Idlib û deverên din koçber bûbûn û li gundên Efrînê bi cih bûbûn, careke din bi êrîşa TSK'ê û OSO'yê re ji cih û warên xwe koçber bûn.   PIŞTGIRIYA KOMUNAN   Welatiyên li ser sînor ji ber êrîşên topan neçar man koçber bûn û li navenda Efrînê bi cih bûn, komum xwedî li wan derdikevin. Ji van komuman yek jî Komuna Şehîd Gerzan a li Taxa Nû ya Efrînê ye. 285 malbat girêdayê komunê ye, xwedî li 200 malbatên koçber derket.   PÊWÎSTIYÊN HEZAR Û 700 MALBATAN PÊŞWAZÎ DIKE   Komuna Şehîd Gerzan, li ser 8 xizmetên wekî parastin, edalet, perwerde, rêxistin, çand, tenduristî û aboriyê ava bûye û yekemîn komuna Efrînê ye. Hevserokê komunê Îbrahîm Xelîl Hecî, da zanîn ku heta niha ji 200 malbatan, hezar û 700 kes hatine taxa wan û pêwîstiyên wan hatine pêşwazîkirin.   ‘XWEDÎ LI MALBATAN DERKETIN’    Hecî der barê mijarê de ev tişt got: "Komuna me bi hemû hêza xwe xebatên xwe dewam dike. Ev demek e Efrîn di bin êrîşan de ye. Di van şertên şer de, hemû endamên komuma xwedî li xebatên me derdikevin. Welatiyên malên wan di êrîşa Tirkiyeyê de rûxiya ne, tên gel me û em xwedî li wan derdikevin. Ji bo tu malbateke me nebêje 'Em di zehmetiyê de ne' em pêwîstiyên wan pêşwazî dikin. Qasî hezar û 700 kes hatin vê taxê, di nava wan de kurd, ereb, tirkmen û êzidî hene. Malbatên ku hatin, hin li malên xizmên wan, hin jî li malên vala me bi cih kirin."   MALBATA TEMÊ YA JI OSO'YÊ REVÎ   Malbata Temê jî yek jî wan 200 malbatên ku ji ber êrîşan reviye û hatiye Taxa Nû ya Efrînê ye û ji 12 kesan pêk tên. Kalê 82 salî Mûsa Îsa Temê, aşkera kir ku ew berî salekî ji Şehbayê ji ber êrîşên OSO'yê revîne hatine navçeya Cinderêsê ya Efrînê. Mehmûd pitika yek salî li milê wî ye û hêstên xwe wiha anî ziman: "Efrîn cihekî gelekî bi aram û ewle bû. Tenê yek cihê ku em biçinê hebû, ew jî Efrîn bû. Em berî salekê hatin Cinderêsê. Li wir jiyaneke xweş hebû. Lê niha Tirkiye bi tang û topan êrîşê me dike. En meçar man me xwe avêt Efrînê. Li vir Komuna Şehîd Gerzan xwedî li me derket. Înşallah dê ev şer bisekine. Cihekê ku em biçinê tune. Em efrînî ne."   ‘MALA ME RÛXANDIN’   Emîne Hemê (60) ji gundê Aşka Xerbî ya Efrînê bi keç, bûk û neviyên xwe ve ji ber êrîşên TSK û OSO'yê revîne. 35 ferdên malbatê hene. Hemê serpihatiyên xwe wiha anî ziman: "Sewalên me jî dan ber topan. Malên me rûxandin. Nexweşên me jî hene, me xwe bi zehmetî gihand vir. Xwestin me bikujin. Xwedê vê zilmê bi serê wan de hilweşîne. Heta me zarokên xwe rizgarkirin bi zorê. Mala me hemû rûxandin. Me tu tişt negirt û em li matorekê sîwar bûn û hatin."   ‘ERDOGAN VÊ YEKÊ HEZIM NAKE’   Abdullah Cesîm Mehmûd ê 64 salî, 4 zarokên wî hene û Komuna Şehîd Gerzan xwedî li wan derketiye. Malbat cara duyemîn li ser axa xwe koçber bûye. Berî 3 salan li taxa Heyderiyan a Helebê koçî Cinderêsê kirine û li gundê Tilslorê bi cih bûne. Bi êrîşên dawî re li taxa Nû ya Efrînê bi cih bûne. Mehmûd got ku ew qas xweşe kes tev li êrîşê nijad û baweriya kesî nake û ev tişt anî ziman: "Li vir nirx didin mirovan. Lê Erdogan vê hezim nake. Îro hatiye êrîşê vê axê dike. Bi vî şerî DAIŞ'ê tîne bîra me. Babê ev jin, zarok, kal û pîr, her kesî dikuje."   MA / Selamî Aslan - Nazim Daştan