MÊRDÎN - Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, çû serdana êzidiyên gundê Efşê yên piştî salan vegeriyan gundê xwe. Atalan diyar kir ku ev gundê êzidiyan berî salan hatiye avakirin, gund wekî qada "Sîtê" îlan kirine û ev tişt got: "Gundê bi sedan salan berê hatiye avakirin wekî qada sîtê îlankirine. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Êzidiyên li gundê Efşê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di sala 1980'yê de koç kirin, piştî salan vegeriyan gundê xwe û berî demekê li gund ji mala sersaxiyê çêkirin. Saziyên fermî destûr nedan înşaeta mala sersaxiyê, piştre mohr kirin. Her çendî înşaet mohr kirin jî welatiyên gund xebat dewam kir, lê vê carê gef li êzidiyan xwarin, ji wan 800 hezar Euro xwestin, gefa kuştinê li wan xwarin.
‘HEMÛ GUNDÊN DERÛDORÊ ŞAHID IN’
Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Alî Atalan ê bi xwe jî êzidî ye, bi rûspiyên sûryanî û êzidiyan re çû gundê Efşê û piştgirî da welatiyên gund.
Atalan li gund lêkolîn pêk anîn, bi kesên li gel xwe re daxuyanî da çapemeniyê. Atalan destnîşan kir ku ji êzidiyan xwestin vegerin gundê xwe, lê piştre gund wekî qada sîtê îlan kirine û ev tişt anî ziman: "Li gel ew qas bêhiqûqî hin derûdor hin îdiayan davêjin holê û ji bo înşaetan astengiyan derdixin. Bi vê dixwazin pêşî ji nûve avakirina gundê Efşê bigirin. Em vê pêkanîna derveyê mirovahî û hiqûqê qebûl nakin. Bi sedan sal e tê zanîn ku ev gund gundê êzidiyan e. Hemû gundên derûdorê vê dizanin. Gund wekî qada sîtê îlankirin û hin kes xwedî lê derdikevin, ev nayê qebûlkirin."
‘LI DIJÎ PEYMANA NY'Ê YE’
Atalan destnîşan kir ku dixwazin vegera êzidiyan a gund asteng bikin, ev zext li dijî jiyana demokratîk û bi hev re ye û wiha got: "Di peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî tiştekî wiha tune. Biryareke wiha ji bo gelan digirin û ev nayê qebûlkirin."
Atalan, anî ziman ku biryara ku hatiye girtin, ji bo pêşî li vegera êzidiyan bigirin hatiye derxistin.