ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ku têkildarî belge û dekontên Grava Manê yê Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi raya giştî re parve kirin û Serokomar Erdogan gotibû sexte ne, hem got rastin û hem jî der barê wan de biryara bêşopandinê da.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçtaroglu di civina koma partiya xwe de belge û dekontên bazirganî û bacê ya kurê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û xizmên wî ne bi raya giştî re parve kiribûn. Kiliçdaroglu, parastibû ku 5 xizmên Erdogan li dewleta Grava Manê bi 15 milyon Avro pere li şîrketa sterlinlik Bellwayê razandine û li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozger pirtî lêpirsînê diyar kir ku belge rastin, lê der barê Ahmet Burak Erdogan, Mustafa Erdogan, Ziya Îlgen, Osman Ketenci û Mustafa Gundogan de biryara bêşopandinê da.